Romana “Keleha Dûr” ya Bawer Rûkenî derketiye

07/08/2023

Weşanxaneya Lîsê romana bi navê “Keleha Dûr” ya Bawer Rûkenî weşandiye. Weşanxaneyê bi van gotinan behsa romanê kiriye:

Ji Bawer Rûken, romaneke ku li komareke xeyalî derbas dibe û mîna rengvedana Kurdistanê jî dikare bê xwendin. Adarê gênc, hîn di rêwîtîya çûyîna eskerîyê de hest dike ku fikirên wî ên der barê Komara Gel de tên guhertin. Tekane fikira wî ev e, ew jî wê mîna hemû xort û gêncan bi çûyîna eskerîyê re astengîya li pêşberî jîyana xwe rake. Cihê eskerîya wî Keleha Dûr e ku ew li rojhilata komarê, di nava çîyayên asê û di seqayeke çetin de ye. Rayedarên kelehê li gorî propagandaya fermî a komarê, bi heterî dikin ku ji “xelkê rojhilatê” serhildêrên ku li dijî komarê radibin, çêbikin da ku bi vî awayî dijminekî ava bikin û pê temenê pergala xwe a heyî bidomînin. Keleha Dûr, tevî ku serpêhatîya dagirkerîya zilimkar û tecrûbedarîya îşkenceyên dehşetnak vedibêje jî, di hêleke din de ew romana dilsozî, fedakarî û rêwîtîya ber bi kûrayîya bûnewerîya mirov e. Bawer Rûken, bêyî ku tu cudabûnê têxe navbera karakterên xwe, bi dilsozî nêzî karakterên xwe ên çê û ên neçê dibe. Bawer Rûken, bi romana Keleha Dûr, awayek ji awayan mijara ku Franz Kafka, Dino Buzzatî û J.M.Coetzee serê xwe pê re êşandibû, bi şêwazeke din dide ber pirs û pirsyaran.  

Weşanxaneya Lîsê

Bawer Rûken kî ye?

Di sala 1985an de li gundê Hajîlera Hewagê yê Rihayê ji dayik bûye. Di sala 2010an de Beşê Perwerdehîya Mamostetîya Seretayî li Zanîngeha Mêrsînê kuta kiriye. Ji sala 2011-2012an, li Rihayê di Radyoya Netê de bernameya “Destar” a wêjeyî ya Kurdî amade û pêşkêş kiriye. Di sala 2010an de, di Pêşbazîya Çîrokan a Huseyîn Çelebî de çîroka wî ya bi navê “Neftelîn” xelata yekem wergirtiye. Nivîs û çîrokên wî di gelek kovar û malperên Kurdî de hatine weşandin û çîrokên wî li zimanên din hatine wergerandin. Di kadroya avakirina Wêje û Rexne û Zaremayê de cih girtiye. Li Zanîngeha Artukluyê, mastera xwe ya Kurdî kuta kiriye.

Berhemên wî:

– Dojeha Veşartî, çîrok, Weşanxaneya Avestayê, Sitenbol, 2011.

– Qalik, roman, Weşanxaneya Avestayê, Sitenbol, 2014.

– Herimî, roman, Weşanxaneya Lîsê, Amed, 2017.

– Pirtûka Tenêtîyê, Weşanxaneya Lîsê, Amed, 2019.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Bibe yek ji aboneyên bûltena Botan Timesê

Weşana paşê

Têbîniyên Amerîkayê VIII