Ahmet Nursoy: AKP dê piştgirîya herî kêm ji Kurdên Stenbolê bigire

Ahmet Nursoy: AKP dê piştgirîya herî kêm ji Kurdên Stenbolê bigire
Ahmet Nursoy: AKP dê piştgirîya herî kêm ji Kurdên Stenbolê bigire
Qesîm Etmanekî
  • 9 Mayıs 2023 07:15

Li Tirkîyeyê ji bo hilbijartinên serokkomarî û parlementerîyê demeke hindik maye.

Partîyên siyasî û tifaqên hatine dûristkirin ji bo hilbijartinan li qadê xebatên xwe dimeşînin.

Ji bilî serokkomarê vî welatî Recep Tayyip Erdogan, Kemal Kiliçdaroglu, Sinan Ogan û Muharrem Ince jî ji bo serokkomarîyê namzet in.

Hêjayê bibîranînê ye ku partîyên bi dengê Kurdan siyasetê dikin, di hilbijartinê da ji bo serokkomarîyê namzetên xwe diyar nekirin.

Hin partîyên siyasî di bin banên Tifaqa Cumhur, Tifaqa Milet, Tifaqa Ked û Azadî û Tifaqa Atayê da beşdarê hilbijartinên parlementoyê dibin.

Her wiha partîya HAK-PARê ku ji bo Kurdan sîstema federalîyê ji xwe ra kiriye armanc tena serê xwe beşdarî hilbijartinan dibe.

Gelo Kurdên Stenbolê çi difikirin?

Girseyeke mezin a Kurdan li Stenbolê dijîn û jiyana wan bi vî bajarî ve hatiye girêdan, heye. Her ku diçe ev girse di hilbijartinên şaredarî û yên giştî da dibe hêzeke diyarde. 

Ji bo em baştir têbigihin ka gelo Kurdên Stenbolê derbarê hilbijartinê de çi difikirin, em bi pisporê siyasetê Ahmet Nursoyî ra axivîn.

Ahmet Nursoy ji Çewligê ye, ev 22 sal in ku li Stenbolê dijî û li Zanîngeha Kocaelîyê beşa siyasetê qedandiye. 

“Kurdên Stenbolê biryara xwe dane”

Ahmet Nursoy

Pisporê siyasetê Nursoy bi me dide zanîn ku ev hilbijartinên pêşîya me, ne ji sehaya Kurdistanê cuda ne, ne jî bi wê re yek in. Nursoy wiha dibêje;

Ji bo hilbijartinên Stenbolê divê pêşî em vê tiştê bêjin; ev hilbijartin ne ji axa Kurdistanê cuda ye ne jî bi wê re yek e. Çîrokeka ku êdî qulîbînye ser du sosyolojîyên ji hev cuda ye. Bo mînak tişta ku herî zêde bala min kişand ew tişt bû; di hilbijartina ku Ekrem Imamoglu hatibû hilbijartin da anketa KONDAyê wiha digot: Di 7ê Hezîranê da ku Kurdan herî zêde dengê xwe wê demê dan, dengên ji bo Ekrem Imamoglu hatin dayîn yên Selehattin Demirtaş û yên HDPyê zêdetir bûn. Ji 10 Kurdan 7.8ê wan piştgirî danê Demirtaş û HDPyê lê di hilbijartina dawî ya herêmî da Ekrem Imamoglu û CHPyê derketin ser vê rêjeyê. Tê bîra me wê demê peyamên Ocalan û gotinên Demirtaşî ku digot “kevirekî deynin ser dilê xwe” tunebûna jî dê ev tişt tesîr li biryara Kurdên li metropolê dijîn nekiriba, ji ber ku Kurdan biryara xwe dabû. Di vê hilbijartinê da jî dê heman tişt bikin.

“AKPyê Stenbolê bi destê xwe da muxalefetê, îhtimalekê mezin dê îdareyê welêt jî bidin”

Her wiha Nursoy balê dikişîne li ser têkçûna AKPyê ya 7ê Hezîranê û wisa pê de diçe;

Kurdên ku li Esenyurt, Bagcilar û cîhên din dijîn dê piştgirî bidin muxalefetê. Helbet dê piranîya wan hilbijêrên Partîya Çepên Kesk bibe. Her wiha di nav îtîfaqên din da jî namzetên Kurd hene. Hin namzet hene ku di lîsteyên Saadetê, CHPyê û DEVAyê da ne û Kurdan motîve dikin. Bo mînak jina Tahîr Elçî ji herema 3yan namzetê CHPyê. Îhtimaleka mezin e ku AKPyê dê vê carê ji Stenbolê piştgirîya herî kêm ji Kurdan bigire.

Di hilbijartinên serokkomarîyê da girseyeka mezin a muxalîf piştgirî didin Kemal Kiliçdaroglu. Ez vê tiştê him ji anketên ku hatine kirin û hemû jî ji çavdêrîyên xwe yên kolanan dibînim. Heman tişt ji bo Stenbolê jî dikarim bêjim. Wekî ku AK partî û Erdogan dibêjê “Yê ku li Stenbolê bi ser keve dê li Tirkîyeyê jî bi ser keve”. Hilbijartina borî de bi destên xwe Stenbolê dane muxalefetê, îhtimalekê mezin dê îdareyê welêt jî bidin.

Piştgirîya Kurdan bo CHP divê çawa bê nirxandin?

Derbarê piştigirîya Kurdan ji bo CHPyê de Ahme Nursoy dibêje, ev piştigirî divê neyê wê wateyê ku Kurd ji CHPyê hez dikin, xwesteka Kurdan çûyîna Erdogan û avabûna zemîneke demokratîk e;

Ji bo me Kurdan Stenbolê û yên li Amedê dijîn wekî nan û avê pêwîstîya me bi azadîya gotinê, zemîneke demokratîk (her çendî nizanim ka dê li Tirkîyeyê zemîneke demokratîk çiqasî bibe jî) û dema em biaxivin bila em bizanibin tiştekî nayê serê me, heye. Ji piştgirîya ku li Wana ji CHPê ra tê nişandan em dikarin fêm bikin ku xwesteka pêvajoya çareserîyê û xatir xwestina ji AKPyê heye. Ev piştgirî ne ji ber ku Kurd ji CHPyê hez dikin e. Kurd hawirdoreke demokratîk dixwazin. Û ji AKPyê ra dibêjin êdî serdema te qedîya. Ger em van herdu sebeban bi hev re analîz bikin dê rastir bibe.

“Tekane alternatîfa Kurdan Kiliçdaroglu ye”

Di dawîya axaftina xwe da Ahmet Nursoy diyar dike ku di hibijartinên 14ê Gulanê da tekane alternatîfa Kurdan ji bo serokkomarîyê Kemal Kiliçdaroglu ye. Nursoy bi bîranînekî Kiliçdaroglu ra dawî bi axaftina xwe tîne;

Di vê hilbijartinê da tekane alternatîfa Kurdan birêz Kemal e ku ew bi xwe ji Dêrsimê ye, demekê li Çewligê bûyê û li gor hin riwayet û gotinan Zazakîyê nêzîkê devoka Çewlîgîyan baş diaxive. Min carek du caran jê ra Zazakî çend tiştan got, wî bi Zazakî ji min girt lê bi Tirkî bersiv da. Ji roja ku dewleta Tirk hatiye damezrandin ve dewleteka tirk, sunî û misilman e. Yekem care ku kesekî ku bi nasnameya xwe ra bi awayekî lihevkirî siyasetê dike. Li cem wî jî hevalên nêz ên kevn ên Tayyip Erdogan hene û him ji Kurdan him jî hemû alîyên din piştgirîyê digire.