Şopên Zordestîyê di Helbesta Kurdî da

Helbesteke evînî ku bi romantîzmeke şehwetê hatîye sazkirin, mirov hew dinêre îmajeke zilmê ya tije devê wê xwîn, tevlî naveroka wê bûye. Yan jî helbesteke mijara wê bextewarîya jîyanê ye tu hew dinêrî îmajeke zordestiyê ye, serê xwe ji nava wê şadî û bextewarîyê derxistîye û dibêje min jibîr neke.

***

Zordestî, di dîroka mirovahîyê da temayeke kevnare ye. Ji meseleya Habîl û Kabîl ku ji bo bi xuşka xwe ra bizewicin, heta meseleyên roja me, zordestî di her merhaleyên dîrokê da bi awayên curbicur derketîye ser sehneya dîrokê û bi senaryoyên ku ji pênûsa desthilatdarên bêmerhamet nizilîye, zordestîyê rola xwe ya qirêj lîstîye. Eger zordestî tunebûya dê merxasî û azadî jî tunebûya. Temaya zordestîyê ne tene di edebîyata kurdan da, di edebîyatên gelên cîhanê da jî xwedî cihekî taybet e. Destanên neteweyan, piranî binyada xwe ji vê temayê digirin. Şerên azadîyê, îlhama xwe ji rûdanên vê rewşê digirin.

Zordestîya ku dewlet li dewletan dikin, zilma ku dewlet li gelan dikin, zilma ku mirov li mirovan dikin hin cure ne ku zordestî ne ku herî tên zanîn. Di dîroka kurdan da zordestî, her dem roleke sereke lîstîye û hîn jî dilîze. Bêdewletbûnê, mafên kurdan ên herî xwezayî ji wan sitendine û kurd bi sedan salan di bin zilma dewletên deshilatdar da tûşî zordestîyeke nedîtî bûne. Zimanê wan qedexe bûye, nasnameya wan qedexe bûye, mafê perwedeya wan a bi zimanê zikmakî qedexe bûye. Xulase hebûna kurdan tune hatîye hesibandin. 

Helbestvanên neteweyekî ku di bin zilmê da bi sedan salan hatine peçiqandin, helbet dê di helbestên wan da şopên zordestîyê hebin. Di helbesta kurdî ya modern da ev şopên zordestîyê, wek xençerên devbijehr di gelek risteyan da dilê mirov diêşîne. Helbestvanên kurd, bûyerên zilmê ku mora xwe li dîroka kurdan xistine, ji bîr nekirine û di helbestên xwe da carinan bi awayekî aşkere carinan jî bi awayekî nixumandî anîne zimên. Ji ber sedemên qedexebûna ramanê gelek caran helbestvanên kurd ên modern ev şopên zordestîyê ku dîrok pê ziwal zîwalî bûye, bi telmîhên alegorîk, bi bangewazîyên sembolîk û bi derfetên hunerên mecaz û îstîareyê anîne zimên. 

Em ê binerin di helbesta kurdî ya modern a bakur da îmajên zordestîyê bi çi rengî hatine sazkirin, kîjan hunerên belaxatê zordestî dramatîze kirine û êşa malkambax bêtir bera nav risteyên helbestê dane?

“dest avêtin namûsa hechecikan”  [1]

Desthilatdarên ku li ser gelên bindest zilmên curbicûr ceribandine, çandeke qirêj -çanda tecawizê- saz kirine û pêk anîne, dest avêtine namûsa jinan, mêran û hetta zarokan. Rênas Jiyan, bêjeya hechecikê, wek alegorîyekê bi kar anîye.

“di 1925an de xwîna min dihate daliqandin” [2]

Daliqandîna Şex Seîd û rêhevalê wî, bandoreke mezin li ser Rênas Jiyan kirîye û bi gotina daliqandina xwînê ev tesir bixwîn û goşt bûye. Xwîn, derûnî ye daliqandina xwînê ne tiştekî pêkan e. Ev îmaj ji hunera mubalexeyê welidîye.

“Ji girrêza mêrkujan gav nayên avêtin li kuçeyan ” [3] 

Girêza mêrkujan ku li kuçeyan belavbûyî, wêneyê zordestîyeke mezin li ber çavan radixe. Zordestîyeke ku faîlên wê ji fiêlên xwe zewqeke sadîst digirin lewra ji kêfa girêza devên wan diherike. Ev îmaj, îmajeke teswîrî ye û wêneyê zilmê yê hovane bi awayekî sînematografîk nîşan dide.

“qitika hevala min di sergirtina gundekî de 

ji serbazekî re bûye firavîn

ma ez ê çawa bi baskê şikestî nefirrim 

û ezmên di nav xwînê de nehêlim” [4]

Gotina “qitika ku ji serbazekî ra bûye firavîn” alegorîya zilma leşkeran a li ser gundîyan, bi awayekî zindî li ber çavan radixe. “Firîna bi baskên şikestî”  û “ezmanê di nav xwînê de mayî” hem reva ji zilmê û hem jî daxwaza azadîyê sembolîze dike. “Ezmanê di nav xwînê de” îmajeke ji alîye dîmenî ve surrealîst e, lêbelê zilma ku dihewîne, rastîya herî cemidî ye. 

“daristan giş ji bo min sêdar in 

yek bi yek li her derê xwe bi dar vedikim 

laşê min li hewayê dibe meşkek xwînê” [5] 

Di dîroka kurdan da hemû daxwazên azadîyê di bin sîya sêdaran da hatîye binpêkirin. Sêdare ji bo helbestvanên kurd çarmîx e. Di vê risteya jorî da di navbera meşkê û kesên ku bi sêdarê ve hatine daliqandin teşbîhek heye. Rênas Jiyan, laşê ku tê daliqandin tevlî xwîna hundirê wî ku bi sêdarê ve kildibe wek meşkek tevlî dewê xwe kilbibe teswîr kirîye.

“ala birkujiyê daçikiland 

û ji xwîna birayê xwe 

lehiya serkevtinê rakir” [6] 

Ji meseleya Habîl û Kabîl bigire heta roja me birakujî li ser rûyê dinyayê bûye ûsûleke ji bav û kalan mîrate mayî û ji nifşekî ber bi nifşekî din ve wek lehîyekê xwînê misêwa herikîye. Berken Bereh di van risteyan da  bi  gotina “lehiya serkevtina ji xwîna biraye xwe” îmajeke resen ji bo dramatizekirina zordestîyê afirandîye.

“de ka himbêza xwe veke ey dîrok

 qey te bêriya sêwiyên xwe nekiriye ” [7]

Himbêza dîrokê, îmajeke bi rêya îstiare û teşxîsê hatîye sazkirin. Gotina “sêwiyên dîrokê” vegotineke mecazî ye û ji bo êş û elemên hatine kişandin bîne ziman têra xwe sihêm e. Berken Bereh di vê metafora jorî da kesên ku zilm li wan hatiye kirin (kurd) wek sêwiyên dîrokê dibîne. Sêwî ji bo çi sêwî ye? Ji ber ku bavê wî/wê tuneye. Kurd çima sêwîne? Ji ber ku bêdewlet in. Neteweyeke bêdewlet encax dikare bibe sêwîyên dîrokê.

“duh bi şev

bi benê tariyê xeniqand 

şewitand pişt re bi destên xwe yên qilêr 

xaniyê me tevî berxa du mehî 

leşkerê gurrî” [8] 

Leşkerên ku digirtin ser gundan, zilmeke nedîtî li gundîyan dikirin. Ew zilma ku li gundîyan hatîye kirin di binehişê helbestvanên kurd da gelekî cihekî taybet girtîye. Her helbestvan, bi şêwazekê ew zilm û zordarî anîye ziman. Di risteyên jorî da Berken Bereh, xeniqandina bi benê tarîyê û şewitandina xanî tevlî berxa du mehî, zordestî kirîye tabloyeke parnasyen û li ber xwînerên xwe raxistîye.

“di nav destarekî dilkevir de 

dihêrînin dilê min” [9]

Destar motîfeke folklorîk e. Di otantîzma gelerî da xwedî bangewazîyên erênî ye lê di van risteyên jorî da ji bo îmajeke zordestîyê şênber bike hatîye bikaranîn. Dil; nermik e, nazenîn e, hesas e. Hêrandina dil, di nava destarê dilkevir da îmajeke resen e. Gulîzerê, Ji bo dramatîzekirina zilmê û şikencê metaforeke surrealîst avakirîye. Bi gotina “destarê dil kevir” jî îmaj xurttir bûye. Di vê gotinê da hunera kînaye heye Lewra dilê kevir jixwe kevir e. Dil kevirbûnî di heman deme da tê wateya bêmerhametbûnê jî.

“xwezî ez miribûma û hew bû

newal bêguh diman… û şer bû

çiya bê ser diman… û şer bû 

şev serjê bû bi ser rojê de… û şer bû” [10] 

“Bêguhbûna newalan”, “bêserbuna çiyayan”, “serjêbuna şevê bi ser rojê de” vegotinên mecazî ne. Di her sê îmajan da jî xususîyetên mirovan ji bo newal, çîya û şev û rojê hatine bikaranîn û bi vî awayî hunera teşxîsê û îstiareyê rê li îmajên têkildar vekirîye. Arjen Arî, “Serjêbûna şevê, bi ser rojê de” wek sembola dayikên bi ser ewladên xwe yên kuştî porê xwe dirûçikînin bi kar anîye.

“çengek ax didime te nav lê qedexe 

bi lingên zilmê stirayî Dêrsim e ew bi xwe 

bilûr betal in li çiyayên wê

roj radizên şev şiyar in şer distirê di geliyan de” [11] 

Di van risteyên jorî da Arjen Arî, tabloyeke şer çêkirîye. Rengê vê tabloyê bi bêjeyên peywenda wan zilm e sazbûye. “Lingê zilmê” , “Dersim’a ku distirê” , “rojên razayî” , “şevên şiyar” û “şerê ku di gelîyan da distirê” zincîreke îmajan ava kirîye. Teşxîs û îstiareyê rola sereke lîstine di van gotinên paxila wan tije zilm da.

“li “Dadgeha Şoreşê ya Sînê” cezayê îdamê mohr bike 

babayî dozger ku bi xwînê fitara xwe vedike” [12] 

Zilma li kurdan dibe, di helbestên helbestvanên kurd da gelek caran bi rêya telmîhan û bangewazîyan bi bîr tên. Di van risteyan da Fatma Savcî, zilma dadgehên ku qaşo dadê belav dikin, bi îmajeke bêhempa anîye zimên. “Vekirina fitarê bixwînê” îmajeke hiş û binehişê mirov serobino dike. Rojî ji bo xatirê Xweda tê girtin. Kuştin, di hemû dînên semavî da qedexe ye. Girtina rojîya ji bo Xweda û vekirina fitara bi xwînê, dijberîyeke tund e. Ev dijberî û dîmena derketîye holê, îmajeke resen e.

“eger bibihîzin cendirme ji hestiyên me qalûnan çêdikin 

wê serboriyên xwe ji bîr bikin” [13] 

Qalûn, nîşaneya vexwarina tûtinê ya bizewq e. Di naveroka wateya vê bêjeyê da bextewarî heye. Dema mirov, ji alîyê cendirmeyan ve bên kuştin û ji hestîyên wan qalûn çêbibin, tê meneya ku mirin jî kîn û xereza dijmin teskîn nake û dijmin ji hestîyên mirîyên ku bi zilmê hatine kuştin qalûna çêdikin û wan qalûnan dixin nav diranên xwe û pê zewqa tûtinê dikişînin gîyanê xwe. Fatma Savcî, bi vê îmajê, mohra resenîyê li dilê helbestê xistîye.

“bo çi gewdê me qulqulî dibin

ji şûna mîxa

li vî warê ku sêdar

bûne ezmanê me heval” [14]

Cezayê darvekirinê, di dîroka kurdan da gelek caran wek qedereke malkambax derketîye pêşberî me. Bêjeya sêdarê, tena serê xwe bûye metaforeke tirs û xofê ketîye dilê mirovahîyê. Şêx Seîd, Seyîd Riza, Qazî Mihemmed û rêhevalên wan û bi hezaran mêrxas mîna wan bi sêdaran hatine daliqandin. “Ezmanê ji sêdaran” îmajeke sihêm e ku ji parzûnkê xeyalxaneya Fatma Savcîyê bi hêsirên ji xwînê dawerivîye.

“şûrê Moxolan di laşên me yên narîn de hîna dilive

 pişta pêşeroja me  ji hilgirtina kuştiyan diêşe” [15] 

Şûrê ku bi sedan salan berê di pişta mirovan da çikîyabe û hîn ji bilive tê meneya ku zilmê di laşê mirovahîyê da zîl daye. Fatma Savcîyê, bi gotina “Ji hilgirtina kuştîyan êşandina pişta pêşerojê” îmajeke bi hunera teşxîs û îstiareyê sazkirîye. 

“gula li rûyê kevir neqîşandî şewitandin” [16] 

Zordestî, ne tenê li ser mirovan dibe, li ser xwezayê, li ser ajalan, li ser bermahîyên dîrokê, li ser berhemên hunerî jî zilm pêk tê. Di vê risteya jorî da Fatma Savcî, bi gotina “Şewitandina gula li rûyê kevir hatîye neqişandin” zordestî, bi metaforeke balkêş anîye zimên.

“û ava reş bi ser çavên xewnên kihêlan de rijandin” [17] 

“Xewnên kihêlan” îmajek e ku peywenda wê çîrokî ye. Eger ava reş bi ser çavên xewnan de bê rijandin, tê meneya ku zilimdar hîleta wan li xewnên kihêla jî tuneye. Wek me li jorî jî bilêvkiri, zilm, ne tenê li ser mirovan li ser ajalan jî dibe û ev riste nimûneyeke vê zilmê ye. Dibe ku Fatma Savcî, bi bêjeya “kihêlê” zordestîya li ser jinên kurd jî bi rêya îstiareya vekirî anîbe zimên.

em di bin barana xwîna straneke kîndar de ne 

li ser rihê zeman

ji qedera me re 

ayetên hezar Enfal’an xwendine” [18]  

“Xwîna straneke kîndar” îmajeke bi saya teşxîs û întaqê derketîye holê. Stran, şahîyê tînin bîra mirov, lê di van risteyên Fatma Savcîyê da xwîn ji stranan dibare û stran wek mirovan bi kîn hatîye nîşandan. “Barana xwîna straneke kîndar ku bi ser ruhê zemên da bibare” îmajê ji alîyê dîmenî ve tekûztir dike. Qetlîama Enfalê bi rêya telmîhê hatîye bibîrxistin.

Encam

Mijara helbestê her çi dibe bila bibe, temaya zordestîyê peyarêkekê dibine û xwe bera nav konteksa helbesta modern a kurdî dide. Helbesteke evînî ku bi romantîzmeke şehwetê hatîye sazkirin, mirov hew dinere îmajeke zilmê ya tije devê wê xwîn, tevlî naveroka wê bûye. Yan jî helbesteke mijara wê bextewarîya jîyanê ye tu hew dinêrî îmajeke zordestiyê ye, serê xwe ji nava wê şadî û bextewarîyê derxistîye û dibêje min jibîr neke.

Çavkanî 

1) Rênas Jiyan, Janya, Weş. Belkî, Stenbol, 2014,  r. 12.

2) Rênas Jiyan, Janya, Weş. Belkî, Stenbol, 2014,  r. 14.

3) Rênas Jiyan, Janya, Weş. Belkî, Stenbol, 2014,  r. 53.

4) Rênas Jiyan, Janya, Weş. Belkî, Stenbol, 2014,  r. 92.

5) Rênas Jiyan, Janya, Weş. Belkî, Stenbol, 2014,  r. 99.

6) Berken Bereh, Pandomîm, Belkî, Stenbol, 2006, r. 39.

7) Berken Bereh, Pandomîm, Belkî, Stenbol, 2006, r. 57.

8) Berken Bereh, Dilê Min Palgeh e Ji Işqê re, Lîs, Diyarbakır. 2011, r. 89.

9) Gulîzer, Keziyên Jinebî, Avesta, Stenbol, 2006, r. 23.

10) Arjen Arî, Şêrgele, Avesta, Stenbol, 2008, r. 29.

11) Arjen Arî, Ev Çiya Rûspî Ne, Avesta, Stenbol, 2002, r. 34.

12) Fatma Savcî, Şewq û Payîz, Avesta, Stenbol, 2011, r. 13.

13) Fatma Savcî, Şewq û Payîz, Avesta, Stenbol, 2011, r. 38.

14) Fatma Savcî, Gulên Qasid, Avesta, Stenbol, 2006, r. 58.

15) Fatma Savcî, Bîra Birînê, Avesta, Stenbol, 2010, r. 32.

16) Fatma Savcî, Bîra Birînê, Avesta, Stenbol, 2010, r. 35.

17) Fatma Savcî, Bîra Birînê, Avesta, Stenbol, 2010, r. 35.18) Fatma Savcî, Bîra Birînê, Avesta, Stenbol, 2010, r. 71.

Şîrove bike