Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Mêran di sala 2023an de herî kêm 333 jin kuştine

Ji
22/01/2024

Mêran di sala 2023an de hêrî kêm 3333 jin û 28 zarok kuştine. Mêran di heman salê de herî kêm tecawiz li 18 jinan kirine, 123 zarok istismar kirine, tacîz li 355 jinan kirine, 745 jin birîndar kirine û bi darê zorê karê seksê bi 371 jinan dane kirin.

Li gor daneyên rojane yên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê û 31ê Kanûna Pêşiya 2023an de herî kêm 333 jin û 28 zarok kuştine.

Hejmara jinên ku di sala 2023an de ji aliyê mêran ve hatine kuştin 333 ye. Ger 6 kuştinên salên berê yên ku di sala 2023an de di çapemeniyê de hatin weşandin jî li vê hejmarê zêde bibin, ev hejmar dibe 339. Hin ji van 6 kuştinan di salên borî de di çapemeniyê de wekî “faîl nediyar e” an jî “mirinên bi guman” hatibû nivîsandin.

Disan di heman demê de (1ê Kanûna Paşiyê 2023 – 31ê Kanûna Pêşiyê 2023) Mêran herî kêm tecawiz li 18 jinan kirine, 123 zarok istismar kirine û tacîz li 355 jinan kirine û 28 zarok kuştine. Mêran di sala 2023an de bi darê zorê karê sekse bi 371 jinan dane kirin, hêrî kêm tûndkarî li 745 jinan kirine.

Di sala 2023an de  çapemeniyê ji bo mirina herî hindik 270 jinan ku trans jî di nava de bûn, gotiye “biguman e.”

Li gorî zanyariyên çapemeniyê nivîsandiye mêran herî kêm 46 jin di gel ku biryara “parastin” û “jêdûrxistinê” hebûye, kuştine.

Ji bo berdewamîya nivîsa li bianetê bitikîne.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Medyaya Navneteweyî – 24 03 2025

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat

Hemû çîrokên Sabahattîn Alî bi Kurmancî hatine weşandin

Weşanên Azad çîrokên Sabahattîn Alî bi Kurmancî weşandine. Pêşeng Pêtoyan ev berhem

“Tirkiye ketiye di nav otokratiyeka eşkere de” – Bilal Ata Aktaş / France24

Serokê şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu piştî hatî girtin û ev yek bûye