Sînorên me yên zimanî bila ne devoka me lê kurmanciya nivîskî be

Sînorê mirov ê zimanî divê ne devoka me lê zimanê me yê standard be. Ev standardî jî bi xebatên li ser zimên, bi peyitandina rêzikên wê yên rêzimanî û rêsayên rastnivîsînê çêdibe. Her wiha heta hemû gencîneya zimên neyê tomarkirin û peyv, biwêj, gotinên pêşiyan, hemû qalibên gotinkî û wateyên wan jî neyên tesbîtkirin, ew zimanê standard û yê nivîskî dê tam pêk neyê. Loma divê haya me hemû bikarhênerên zimên ji vê rewşê hebe û devoka xwe hewce ye di ser devokên din re negire. Ji lew re tu devok bi tena serê xwe zimanekî nanimîne, ango nikare wî zimanî temsîl bike.

***

Ji ber hemû ziman xwedî devok in loma ji du aliyê zimên tê behskirin; wekî zimanê devkî û yê nivîskî. Em gişt jî pêşî di nav zimanê xwe yê devkî de tên dinyayê û bêyî haya me ji tiştekî hebe, em serê pêşî wî zimanî ji dê û bavê xwe, ji malbata xwe û ji derdora xwe ya nêzîk werdigirin. Paşê gava mirov fehmberî xwe dibe, eger şaşiyên mirov ên zimanî hebin, bi midaxeleyên kesên li derdorê hingê mirov zimanê xwe sererast dike. Îcar eger bi wî zimanî perwerde hebe, li dibistanê bi dersa li ser wî zimanî, hînî zimanê xwe yê standard dibe û hînbûna zimanê nivîskî û standard jî, hînbûneke berdewam e. 

Ew zimanê standard û yê nivîskî bi xwe jî bi awayekî îradî piştre dest lê hatiye gerandin ku ew li gorî rêsayên wî ango qaydeyên wî yên tesbîtkirî hatiye edilandin û jê re rêziman û rastnivîsîn hatine amadekirin. Ew her du êdî rênîşanderên peyivîn, nivîsîn û bikaranîna wî zimanî ne.

Lê em ji van yekan mehrûm û bêpar bûn. Ne me bi vî zimanî xwend, ne em çûn dibistanê ne jî kesek li dora me hebû da em jê zimanê xwe yê nivîskî bihewisin û ne jî haya me ji paşxaneya zimanê me yê nivîskî hebû; çi ew paşxaneya bi herfên erebî çi jî ya bi tîpên latînî û bi herfên din. Loma kurmanciya devoka me, ji bo me kurmanciya herî rast bû û jixwe zêde haya me ji devokên din jî nebû. Ji me tirê hemû kurmanc mîna hev diaxivin, bilêvkirin û mehneya hemû bêje û biwêjan û her tiştên aîdî gencîneya zimên jî wekî hev bi kar tînin. Em di nav devoka xwe de dijiyan û hin cudahiyên biçûk ên devokî jî carinan dibûn sedema tinazkirina me ya bi hev û din.

Ez bi xwe di dema xwendekariya xwe ya zanîngehê de tam bi mijara cudahiyên devokên kurmancî hisiyam. Jixwe min tewanga nêrîtiyê û mijara ergatîfiyê hîç nedizanî. Di devoka me de ji bilî çend peyvan ne tewanga nêrîtiyê heye ne jî ergatîfî. Heta wê demê, hin nivîsên bi kurdî yên min ew xwendibûn jî, ji ber hinek ji wan ne li gorî qaydeyên devoka min bûn, bi min şaş dihatin. Lê kengê gramera kurmancî ket destê min û di hin kovar û weşanan de ez rastî nivîsarên li ser zimanê kurdî, nemaze yên kurmancî hatim, ez li devoka xwe, cudahiyên wê û rastiya zaravayê kurmancî werqilîm. Min dît û bawerî pê anî ku her tiştê devoka min ne li gorî rêsayên rêziman û rastnivîsînê ne.

Paşê em ji sînorê kurmancî jî agahdar bûn û me pejirand ku kurmancî ji devoka me tenê pêk nayê. Elbet piştî tecrube û xebata salan ev raman bi me re çêbû. Mesela di sala 1992’yan de gava min li rojnameya Welatê dest bi karê rojnamegeriyê, bi taybetî karê redaksiyonê kir, hem bergeha min a kurmancî fireh bû hem jî gencîneya min a peyvan zêde û zengîntir bû. Bi berfirehtirbûna sînorê min ê zanîna bi kurmancî, ez ji nav qalib û tixûbê devoka xwe derdiketim, her wisan ji teesûba devokparêziya xwe jî dûr diketim. Wek nimûne, gava min li destpêkê karê sererastkirina nivîsaran dikir, min ew maf di xwe de didît da ez peyvên nivîskaran jî biguhêrim. Mesela qet ji bîra min naçe, di nivîsarekê de cara ewilî ez rastî lêkera “werandin/werihandin”ê bûbûm ku ji min re qet ne nas bû û min gote xwe nivîskêr ew şaş bi kar aniye, loma min rabû ew kir “weşandin”. 

Heta ez hînî prensîbên redaksiyonê bûm, min gelek şaşî jî kirin. Her wisan kengê min karî xwe bigihînim berhemên kurdî, wekî Hawar û Ronahiya Celadet Bedirxan, nemaze gotarên wî yên li ser rêzimanê yên bi navê “Bingehên Gramêra Kurdmancî” yên di Hawarê de û gramer û weşanên din, êdî rê li ber min zelaltir bû û ez jî bêhtir ji mijarên zimanî serwext bûm.

Sînorê mirov ê zimanî divê ne devoka me lê zimanê me yê standard be. Ev standardî jî bi xebatên li ser zimên, bi peyitandina rêzikên wê yên rêzimanî û rêsayên rastnivîsînê çêdibe. Her wiha heta hemû gencîneya zimên neyê tomarkirin û peyv, biwêj, gotinên pêşiyan, hemû qalibên gotinkî û wateyên wan jî neyên tesbîtkirin, ew zimanê standard û yê nivîskî dê tam pêk neyê. Loma divê haya me hemû bikarhênerên zimên ji vê rewşê hebe û devoka xwe hewce ye di ser devokên din re negire. Ji lew re tu devok bi tena serê xwe zimanekî nanimîne, ango nikare wî zimanî temsîl bike.

Ez li gorî tecrubeya xwe bibêjim, bi taybetî di nav van bîst, sih salên dawî de, di warê pêkanîna zimanekî standard de xebatên hêja û ew çend giring hatin kirin û hîn jî tên kirin. Bi saya van zimanê standard bergeh li xwe fireh dike û bi pêş dikeve. Ev jî cihê kêfxweşiyê ye. Ji bo zimanekî xwedî rewşeke qedexekirî û dezavantaj, ev ne tiştekî biçûk e. Tevî hemû hewlên astengkirinê, zimanek ne tenê li ber xwe dide, geşe bi xwe dide, xwe ji kil û kêmasiyan xwe pak dike, hewcehiyên xwe dabîn dike û serî bilind dike.

Em bikarhênerên zimanê xwe, ku ew ji bo me navê hebûna me ye, bi ya min pêwîst dike ji her aliyê zimanê xwe haydar bin û hewl bidin xwe da xwe fêrî zimanê xwe yê standard bikin. Bergehê li xwe teng nekin, berevajî berfireh bikin û rîayet li rêzikên xwe yên zimanî bikin. Dîsan dubare bibêjim, devokparêzî li ber pêkhatina zimanê nivîskî astengan çêdike.

Sûdwergirtina ji tecrubeyan, meşa me ya di vê rêyê de hêsan û bar jî sivik dike. Tevgerîna bi vê ferasetê jî dike ku em zûtir bigihîjin armancê û mirad bi serkeftina xwe bikin.

Şîrove bike