Orhan Pamuk û Vargas Llosa: Siya Emperyalîzma Lîngustîk Li Ser Edebiyatê

Nivîskarên ku bi israr, bi zimanê xwe yê qedexekirî dinivîsîn li derveyî sînorên komara edebiyatê ya cîhanê hatin hiştin, hem li hember dewleta ku tê de dijîn hem jî li hember wê sîstema emperyalist a linguîstîk şer dikin. Lewra, hewldanên wan ne tenê ji bo parastin û pêşketina edebiyatên xwe ye lê di heman demê de, di afirandina cihana edebiyatê ya bêtir wekhev de roleke mezin dileyistin. Bi vî awayî, bi zimanên xwe jî dibin nivîskarên cihanî bêyî ku muxtacê zimanê serdestan bibin. 

***

Guhêrîna zimên tesîra xwe li ser edebiyatê bi awayekî xurt nîşan dide. Edebiyata Amerîkaya Latîni bi îspanyolî geş bû. Nivîskaran, çîrokên gelên Amerîkaya Latînî kom kirin lê ew çîrok bi îspanyolî nivîsîn. Wekî Austrias, Neruda, Marquez, Paz, Llosa bi berhemên spanyolî Xelata Nobelê jî stendin. Romannûs Miguel Angel Asturias ku di sala 1967an de Xelata Nobelê stendibû, di pirtûka xwe ya Fesaneyên Guatemalayê de medeniyeta Mayayê ji xwe re kir bingeh. Asturias dibêje ku wî ew çîrok û fesane ji devê dêya xwe berhev kirine ku dêya wî ji eslê xwe mayayî bû û pirtûk jî îthafî dêya xwe kiriye [1]

Zimanê wan hatibûn tunekirin, yên ku rih û can dan wan fesaneyan. Humanîst û zimanzanê Îspanyol Antonio de Nebrija, di sala 1492an de kitêba Gramera Kastillayê nivîsîbû û diyarî Keybanuya Îspanyayê, Isabelleyê kiribû û wiha nivisîbû: “Ez bawer im ew kitêb dê bibe sembola imparatoriyê ku hûn ê li rûyê erdê ava bikin” û bi gotina humanîstê îtalî Lorenzo Valla lê zêde kiribû: “Ziman her tim hevrêyên împaratoriyan bûne”. Sînorê humanîzm û ronakbiriyê heta ber deriyê mêtingehan e, çawa ku di romana Don Quixotê de Şanzo ji Don Quixotî re got: 

Yên ku ber bi Giravên Hindî ve bi rê dikevin

Wîcdanên xwe li ser rixtimê dihêlin 

Warên mêtingeh hêla tarî, hovitiya humanîzmê û ronakbiriya mêtingeran baş li ber çavan radixîne. Gava Colombus dest bi seferê kiribû, di destên wî de şûr, li ser gerdena wî xaç û li bin çengên wî ew kitêba gramerê hebû [2]. Da ku gelên Amerîkaya Latinî hînî îspanyolî bibin, wan her sê “cewher”an jî têrê nekir, agir gihiştibû hawara kitêbên gramerê. Di wextekî kin de bi hezaran kitêbên gelên niştecih hatin şewitandin da ku kitêba gramerê ya îspanyolî bibe serdest. [3]   

Qirkirina gelên Amerîkaya Latînî wekî xeyaletekê li pey romannûsên Amerîkaya Latînî ketiye û bi pêsîrên wan girtiye. Romannûsê perûyî Mario Vargas Llosa, di sala 2010an de, di axaftina xwe ya Nobelê de wiha got:

Bêgûman fetihkirina Amerîkayê, mîna hemî fetihan, hov û wehşiyane bû; helbet divê em vê rexne bikin, lê dema em vê rexne dikin, divê em ji bîr nekin ku piraniya failên wan talan û kuştinan kalikê kalikê kalikê me ne, yanî ew îspanyol piştî ku hatin Amerîkayê, venegeriyan û li vir man, awayê jiyana Amerikayê pejirandin. A rast, rexneyeke bi vî rengî lazim e, xwe-rexnekirin. Ji ber ku berî du sed salan dema em serbixwe bûn, yên li mêtingehên kevn bûn desthilatdar, ji dêvla ku xwecihan azad bikin, ji dêvla xeletiyên kevn nîzameke adil damezrînin, wan jî eyn mîna fetihan bi çavbirçîtî û bi wehşetê îstismarkirina wan domandin û ew qir kirin. Divê em rastiyê bibêjin, rizgarkirina xelkê xwecih ev du sed sal in berpirsyariya me ye û me ev neanî cî. Ev pirsgirêkek e ku çareser nebûye li Amerikayê Latîn. Ne mimkun e em îstisnayekê nîşan bidin ji bo vê rezîlî û şermê [4] 

Pir sosret e. Llosa di axaftina xwe ya Xelata Nobelê de, ya  sala 2010an,  derbarê gelên xwecih de rexneyên xwe heta qetilkirina zimên û gramerê berfireh nekir. Ger bikaribûya qala van jî bike, ku ew îspanyoliya pê dinivîse bûye sedema tunebûna kîjan zimanan û bi saya jiholêrakirina berhemên bi wan zimanan îspanyolî bûye serdest, wê bikaribûya nîqaş bike ka çima kêşeya xwecihan hê jî çareser nebûye digel ku serbixwe jî bûne. Lê piştî îtirafa xwe, derbasî têkiliya navbera îspanyoliya Amerîkaya Latînî û îspanyoliya li Barselonayê dibe; bêyî qal bike ku îspanyoliya li Barselonayê ketiye şûna zimanê katalanî, û bêyî gotinekê bike ka çima di nav bajarên Îspanyayê de ne paytext Madridê lê Barselonayê hembeza xwe vekiriye ji nivîskarên edebiyata Amerîkaya Latînî re.

Orhan Pamuk jî di sala 2006an de Xelata Nobelê wergirt. Wî di axaftina xwe de “Rojava/Ewropa” û Tirkiye dan ber hev, qala tirs û endîşeyên gelên li derveyî Ewropayê kir. Pamuk xwest nîşan bide ka çiqas ked daye da ku li ser “sînorên şaristaniyan” hêlîneke edebî ji xwe re çêbike [5]. Lê di axaftina xwe de qet behsa hêlînên edebî yên din nake ku çend sed salên bi destê dewletê hatin xerabkirin û bi bêdengiya rewşenbîr û nivîskarên serdest hatin meşrûkirin. Li Tirkiyeyê ne tenê “qeyrana şaristaniyê” lêbelê zor û zextên nijadperestiyê jî hebûn ku ew jî hukmê xwe li ser navê medenîkirinê îcra dikin. Di wê qonaxê de ku wekî  “modernbûnê” tê tarîfkirin, di serî de kurdî, zimanên ji bilî tirkî hatin qedexekirin, mekteb hilweşandin, kitêb perîtandin da ku ew gelên “paşverû” hînî “zimanê şaristaniyê” bibin û di bin alaya wê edebiyatê de rêz bibin.  

Wekî Llosa, Pamuk jî li hemberî zilm û zordariyê derketiye, zilm û zordariya ku hikumetan li ser gelan dikir, lê wekî Llosa ew jî derbarê zextên li ser ziman û edebiyata wan gelan de bêdeng maye. Gelo sedemên wê bêdengîyê çi ne? Bi min ew bêdengî bi bandora ‘lînguîstîk emperyalîzm’ re têkildar e. Di teoriyên emperyalîzm de jî ew cûreyê emperyalîzmê, ew cure ye ku herî kêm hatiye nîqaşkirin. Vargas Llosa jî, Pamuk jî û gelek nivîskarên din ên zimanên serdestan ne pirsîne ka çima hin gel hene ku edebiyata wan a nivîskî yan tuneye yan jî bi pêş neketiye. Ger vê pirsê bipirsin, dê bibînin ku ew zimanên ku pê edebiyatê diafirînin di bin tehekkûma emperyal de şikil girtiye ku pêşketina wan a bi wî rengî bindestkirina zimanên din re têkildar e. Destpêka modernbûna edebiyata tirkî, kurdî, ermenî, suryanî, erebî û farisî nêzî hev in lê çima hin ji wan bi pêş neketine? Çima zimanên binecih ên Amerîkaya Latinî ji holê rabûne? Çima ew gel hêj hene lê zimanê wan hêdî hêdî tune dibin? 

Lê divê em bipirsin, gelo ew nivîskar ji wan pirsgirêkan mesûl in? Nivîskar mecbûr in di merasîma xelatdayina edebiyatê de qala wan mijaran bikin? Ew pirs giring e û bi pirsa din re eleqedar e: Gelo dezgehên xelata edebiyatê wekî Nobel, piştevaniya edebiyatên zimanên qedexekirî dikin? Nivîskarên wan zimanan teşwiq dikin ku edebiyatên xwe bi wan zimanan biafirînin û gelo wê teşwiqê bi dezgeha xelatê xurttir dikin? Yan wan teşwiq dikin ku bi zimanên metropolên kolonyalîst binivîsin? Gava em dinêrin, em dibînin ku ew dezgehên xelatê, nivîskarên li koloniyên berê û îroyîn dijîn teşwiq dikin ku bi zimanên kolonyalistan binivîsin. Li Tirkiye jî wisa ye: van salên dawîyê pêşiya gelek nivîskarên kurd lê tirkînûs hat vekirin ku her berhemên wan bi xelatan tên xemilandin. 

Casanova têkilî û şewazên edebiyata cihanê wekî “komar” pênase kiribûn lê gava mirov li têkiliyên rasteqîn û dezgehên xelatê dinêre, dibîne ku ji komarê zêdetir wekî “împaratorî” pêk hatiye. Mesele ne tenê ziman e, naverokê jî li gor wê dezgehê şikil girtiye. Êdî piraniya nîvîskaran li gor pîvan û pêşqebûlên edebiyata dezgehên xelatê dinivîsin.

Nivîskarên ku bi israr, bi zimanê xwe yê qedexekirî dinivîsîn li derveyî sînorên komara edebiyatê ya cîhanê hatin hiştin, hem li hember dewleta ku tê de dijîn hem jî li hember wê sîstema emperyalist a linguîstîk şer dikin. Lewra, hewldanên wan ne tenê ji bo parastin û pêşketina edebiyatên xwe ye lê di heman demê de, di afirandina cihana edebiyatê ya bêtir wekhev de roleke mezin dileyistin. Bi vî awayî, bi zimanên xwe jî dibin nivîskarên cihanî bêyî ku muxtacê zimanê serdestan bibin. 

Ger ew perspektîf serbikeve û belav bibe em dikarin navenda edebiyata cihanê biguherînin [6] û avakirina edebiyata cîhanî ya nû bi “marjînên cihanê” bidin destpêkirin. Kurd û edebiyata kurdî dikare di warê xwe de roleke giring bilîzin. 

Jêrenot

[1] Miguel Angel Asturias, Guetemala Efsaneleri, Yordam, 2016. Ji bo nîqaşek berfirehtir li ser vê mijarê, bnr, Serdar Şengül, “Agir û Gramer: Du Hevrêyên Împeratoriyên Mêtînger”, Zarema, 16, 2022. 

[2] Serdar Şengül, Agir û Gramer: Du Amûrên Emperyalîzma Lînguîstîk,   https://botantimes.com/gramer-u-agir-du-amuren-emperyalizma-linguistik/ ,

[3] Serdar Şengül, Dewlemendiyên me yên wenda, https://botantimes.com/dewlemendiyen-me-yen-wenda/ 

[4] Mario Vargas Llosa, Edebiyata Övgü, Notos, 2014, rr. 60-61.       

[5] Orhan Pamuk, “Babamın Bavulu”,  https://www.nobelprize.org/prizes/literature/2006/pamuk/25307-orhan-pamuk-nobel-konusmasi/ 

[6] Serdar Şengul, “Guherandina Navendê: Şoreşa Nairobiyê di Edebiyata Ingilîzî de”, https://botantimes.com/guherandina-navende-soresa-nairobiye-di-edebiyata-ingilizi-de/

Şîrove bike