Mehmet Atlı: Hunermendek bi xwe nabe cîhanî; ji ber ku guhdarên wî/wê cîhanî ne, ew jî dibe cîhanî

Mehmet Atli salên dûdirêj e bi muzîkê re mijûl e. Lê navê wî bêhtir bi stran û klîba “Dengê Dilê Min” belav bû. Klîp ji ber fîlmê Bahman Ghobadiyî yê bi navê “Dema Hespên Serxweş” hatibû girtin. Ji ber di nava stranê de peyva “Carek Were” weke dubare û sêbare dihate gotin, stran jî bi wî navî belav bûbû. Lê helbet ew ne strana Mehmet Atliyî ya destpêkê bû. Beriya wê, wî di nava Koma Dengê Azadî de cih girtibû ku yek ji komên herî xurt ên salên 1990î bû. Paşê bi tena serê xwe kar û barên xwe yên muzîkê berdewam kirin.

***

30 sal di ser re derbas bû ku wî dest bi muzîkê kiriye. Îsal 30 saliya xwe pîroz dike. Ji bo vê rewşê, albûmek tê amadekirin ku 34 hunermend stranên Mehmet Atliyî di vê albûmê de dixwînin.  Çav li rê ye ku albûm di 1ê Îlonê de derkeve.

Ew yek ji navên herî xweser ê muzîka kurdî ye ku bi besteyên xwe û muzîka xwe balê dikişîne. Mehmet Atliyî behsa 30 salên muzîka xwe kir. 

Weke ku Mehmet Atli di destê wî de gîtar, lavta û sazê ji dayik bûye. Te di çend saliya xwe de dest bi muzîkê kir? Têkiliya te û muzîkê kengî çêbû?

Çavdêriya te rast e; lê ne weke ku ez bi sazan ji dayik bûme, weke ku ez her dem bi wan re dijîm. Hevalên min tinazên xwe bi min dikin, dibêjin; “Mihemed dema diçe destşoyê jî lavtaya wî bi wî re ye.” Rastî ev e ku ez bi sazên xwe re dibim heval-rêheval, ez navan li wan dikim, ez jiyana xwe dixim bêrîkên qewlikên wan. Ji ber wê ye, min navê pirtûka xwe ya ez nû dinivîsim, kire “Gitarımın Kılıfı” (Qewlikê Gîtara min). Yek ji teswîrkirina herî kêfa min jê re tê ya derbarê min de, kekê min helbestkar Mazhar Kara kiribû ku ez besteyan ji ber helbestên wî çêdikim. Vî digot; “Her gav di destekî Mihemedî de saz, di destê din de jî pirtûk heye”.  Dema ez zarok bûm, pêlîstokên min saz bûn, enstrumanên xwe min bi xwe çêdikirin, tiştek tineba min qutîka çopê an jî maseya dibistanê ya ez li ser rûdiniştim min dikir dahol, guhê xwe dida ser, ez diponijîm, car caran jî min gelek deng derxisit ku cîran bêhawe jê nerihet dibûn. Car caran tê bîra min, dema min li kolana me ya Bağlarê ya Amedê li tenekeyê dida, cîrana me, Xwişka Fatma digot, “Bes e Memo, te serê me gêj kir”. Amûrekî din heye ku bandor li min kiriye, ew jî mandolîna xalanên min bû. Xalalên min li dibistanên dersdariyê dixwendin. Dema ez diçûm mala Kalikê xwe, min ew mandolîn didît.  

Gelek caran ez di rê de dema dimeşim besteyên xwe çêdikim. Di ber xwe de dinihurim û besteyan çêdikim. Yan jî di destê min de enstruman heye û çêdikim. Ez ne notîst im, min perwerdeya muzîkê ya akademîk negirtiye. Formasyona min a muzîkê li ser dikê, bi guhdarkirin û temaşekirina hevalên xwe yên muzîkjen, xwendina pirtûk û kovaran û di nava demê de teşe girt. Bi evîndariyê û di tava jiyanê de.

Li dibistanê bi xwendina stranan dest pê kir, di komên lîseyan ên amator de, li seyranên dibistanan an jî li komeleyên ku kurdî di navenda xebatên wan de bûn bi lêdana sazê berdewam kir. Piştî di salên zanîngehê de ez beşdarî nava endamên Koma Azadiyê bûm, êdî bi rengekî profesyonel berdewam kir. Û piştî min dest bi lêdana gîtarê jî kir, ev rewş veguhezî bestekarî û nivîsandina gotinên stranan.

Tu dikarî ji me re hinekî behsa serpêhatiyên xwe yên Koma Dengê Azadîyê bike. Kom kengî ava bû, tu kengî kete nava komê? Cihekî wê yê çawa di nava muzîka kurdî de heye? Bandoreke çawa li muzîka te kir û çima belav bû?

Koma Dengê Azadî li Stenbolê, di destpêka salên 1990î de, di bin banê Navenda Çandê ya Gel de hatibû avakirin. Navenda Çandê ya Gel yek ji xebatên Kemal Bûrkay û tevgera wî ya siyasî bû. Wê gavê ez li Amedê diçûm lîseyê. Beriya ez bikevim nava Komê, wan du albûm derxistibûn û bi taybet di nava kurdên Tirkiyeyê de nav û deng vedabû. Gava ez çûm Stenbolê û di sala 1994an de endamên Komê guherîn, ez beşdarî nava Komê bûm. Min û Serhat Baranî me yê komeke din ava bikira. Di wê demê de Navenda Çandê ya Gel bûbû Navenda Çandê ya Stran. Wan ji me xwest em bikevin nava wan. Piştî ez beşdarî nava wan bûm, me du albûmên din çêkirin. Di dawiya salên 1990î de dema gelek komeleyên Kurdan hatin girtin, ev navenda çandê jî hate girtin. Bi wê re Koma me jî belav bû. Koma Dengê Azadî çar albûm derxistin û wê û bi taybet Koma Ameda ku li Navenda Çanda Mezopotamyayê kar dikir, di heman demê de kelecanek di muzîka Kurdî ya populer de li dû xwe hişt. Bi taybet ev her du kom û paşê Koma Agirê Jiyan, beriya wan Koma Wetana li Sovyetan, ji bo Kurdên li vir, karên gelek serkeftî kirin.

Salên min zanîngeh dixwend, bi saya komê, min fersend dît ez weke muzîkjenekî jî kar bikim û bi taybet hişt, ez xwe bigihînim çavkaniyên kevn ên muzîka kurdî, berhemanîna di nava komekê de, tomakirinên di studyoyên profesyonel de, fêdeya xebatên komê bûn. Ji bo xebatên min ên solo yên heta roja îro dewam dikin, bû bingeh.

Digel xebatên te yên solo tu dem bi dem bi hin muzîkjenan re xebatên komî jî dikî. Yek ji wan “Telkarî” bû ku te û Serdar Keskîn û Murat Ozturkî we bi hev re çêkiribû. Xebatên bi vî rengî cihekî çawa di dîroka muzîka te ya şexsî de digirin?

Telkari mixabin ne demdirêj bû. Xebatên tomarkirina albûma min a bi navê Wenda û paşê jî tempoyeke zêde ya konseran ketin navberê. Min û wan hevalan, me bala xwe da vê tempoyê û hewldanên min ên enstrumantal bi hin muzîkên kurtefîlman, muzîkên şanoyan an jî bi muzîka sit-com a bi navê Ciran Ciran re sînordar ma. Beriya niha bi salan, beriya albûma min a dawî ya bi navê Min Dil Daye jî min dest bi xebatên enstrumantal kir lê ew jî hîna li studyoyê li benda temambûnê ye. Albûmeke din a ne enstrumantal kete navberê. Qismet, ka em binêrin. Her dem di dilê min de ye ku ez xebatên xwe yên enstrumantal biweşînim lê hîna ev pêk nehatiye.

Berhemên di forma stranan de an jî berhemên ku dengê mirovan bi helbestan tevlî wan dibin, bi tenê beşeke ji deryaya em jê re dibêjin muzîkê ye. Muzîk di wateya xwe ya giştî de, bi deng û bêdengiyan re peywendîdar e. Mîna gelek muzîkjenan, ji bo min jî muzîk beriya her tiştî xebateke bi sazan peywendîdar e, jê zêdetir, helbet formeke hizirkirinê, hestkirinê û jiyanê ye.

Di stranên min de ne tenê gotin hene, hûn dikarin kompozîsyon û beşên piranî bi sazan bi rê ve diçin bibînin.

Çavkaniya muzîka te ji ku tê? 

Bi giştî ji jiyanê, ji muzîkalîte û helbestvaniya jiyanê, ji hêmanên otobiyografîk, ji meraqên xwe yên entelektuel, ji têkiliyên xwe yên ji ber têkoşînên min ên bi folklor û nasnameyê, azadî û wekheviyê çêdibin, ji civakîbûna ez aîdî wê me.

Kîjan hunermendî/ê bandor li te kiriye û hîna jî dike?

Ez dikarim Nîzamettîn Ariç, Ciwan Haco, Zülfü Livaneli, Aram Tîgran, Metin-Kemal Kahraman, Kerem Gerdenzerî, Pink Floyd, Sezen Aksu û Cem Karacayî di serî de bibêjim. Min İnti İllimani, Ezginin Günlüğü û Yeni Türkü jî bi kêfxweşî dişopandin.

Tu dikarî 30 salên muzîka xwe ji me re dabeş bikî? 

Li gor nêrîna min divê ji min bêhtir kesên mîna we yên li ser muzîkê difikirin, dinivîsin, krîtîkan dikin, muzîkologên di akademiyê de kar dikin bersiva vê pirsê bidin. Lê ji ber pirs li min hatiye kirin, ez hewl bidim bi çend xalan bersiva xwe bidim. Ya pêşiyê, ez dikarim xebatên xwe bikim du beş ku yek jê yên bi komê re ne, ya din jî ya solo ye. Di vê de du serdem hene ku yek jê heta salên 2000î ye, ya din jî piştî 2000î ye. Tesnîfkirineke din dibe li gorî enstrumanên min bi kar anîne, çêbibe. Lewre dema saza hûn besteyan pê çêdikin û lê didin diguhere, stîla stranên we û dengên albûmên we jî pê re diguherin. Ev jî salên 90î yên min li sazê dida, salên 2000î yên bi piranî min li gîtarê dida û piştî salên 2010an ên min li lavtayê dida. Dibe ez li gorî bajarên lê mame û min muzîka xwe li wan kiriye jî tesnîfekê bikim. Vê rewşê pratîka muzîka min, bi taybet jî sahneyên min û hevalên min ên ekîba min jî diyar kirin. Dema ez bi vî çavî li mijarê dinêrim, heta salên 2010an salên li Stenbolê, piştî salên 2010an jî salên Amed-Mêrdînê ne. 

Lê ez dikarim bibêjim ku ji serî de berdewamiyek heye ku ev jî ji ber karê min li ser sê xetan birêve diçin pêk hatiye, Ya yekem; aranjeyên min ji bo berhemên kevn û kesên navdar çêkirin, ya duyem besteyên min ji ber helbestên helbestvanên navdar ên kurd çêkirine, ya sêyem jî stranên min gotin ji wan re nivîsandin û muzîkên wan çêkirin. Ev her sê xet di xebatên min û yên koma min a kevn de her hebûn ku derfeta repertûareke berfireh di van sî salan de çêkir. 

Dema tu li xwe vedigerî û li paş xwe dinêrî, gelo ji hêla muzîkê çi hebû ku te dixwest lê te nekarî bikira? 

Xwezî ez muzîkjenekî perwerdekirî bûma. Û dibe min bêhtir giranî bida xebatên enstrumantal. Dibe min bêhtir hewl bida ku ez mekanîzmayên sponsoriyê bi bandor bi kar bînim. Bi wê rê, dê rêya min bi Unkapaniyê ve neketa. Bi derfetên baştir dibe ku dengên beştir û berhemên baştir derketana holê. Dil dixwaze min bi şîrketên girîngiyê didin reklaman re kar bikira. Lewre digel muzîkalîteya me, muzîka me ne li gorî wê xuya dibe; sedama vê jî ew tişt e ku şîrketên meylkurd ne li gorî hewcedariyên qada bazirganiyê tevdigerin, bêhtir weke aktivîzmeke polîtîk vî karî dikin û di vê de bi israr in. Li Unkapaniyê rûdinên lê bi salan e mîna komeleyan tevdigerin ku ev jî nakokî ye.

Bi pirsa jor re têkildar ez dixwazim pirseke din bikim. Stranên te yên ku kêfa te ji wan re nayê hene?

Heye û hin ji wan ji ber gotinên ku min ji muzîkên xwe re nivîsandine, ez hinan ji wan naecibînim û hinek jî têkildarî kêmiya derfetên darayî û teknîkê ne.

Tu him besteyên klasîk ên muzîka kurdî ji nû ve şîrove dikî û him jî bi xwe besteyan dinivîsînî. Hin kes dibêjin di muzîka kurdî de afirînerî kêm bûye, ji holê rabûye. Nêrîna te a ji bo vî tiştî çi ye?

Li gorî nêrîna min afirînerî taybetmentiyeke ku çanda çepgiran a enternasyonalist-modernist girîngî didayê û heta dawiya salên sedsala 20an jî derbas dibû. Bi pêşketinên dawî yên dijîtal re, weke ku “xuyanîtiyê” şûna afirîneriyê girtiye.  Êdî ji xweserî û afirîneriya we bêhtir tişta girîng ew e ku hûn çiqas xuya dikin. Reklam rewşê diyar dike. 

Ez dixwazim vî tiştî jî bibêjim; çawa ku li hemû cîhanê bi wî rengî ye di nava kurdan de jî sosyolojiyeke nû, sosyolojiya muzîkeke nû û profîleke nû ya guhdarên muzîkê heye. Pêşketinên wiha hene ku divê mirov li ser wan bifikirin, lê wekî êdî derdekî bi navê afirîneriyê nîne. Em bibêjin, kulturalîst, car caran xwedîlêderkitineke çanda kurdî ya li dora du sê îmgeyan dizîvire û netewperestiyeke derbarê ziman de pêş dikeve lê nasnameyeke kurdî ya ji hêla polîtîkayê apolîtîk an jî zêde daxwaza tiştan nake derketiye holê. Eleqeya rûbarî ya li berhemên naveroka xwe yan jî aûraya xwe winda kirine serbest be. Ez dikarim heman tiştî ji bo govend û dîlanan jî bibêjim.

Kurt û kurmancî; muzîk weke ku “xebatên heyî” yên bi afirînerî û perwerdebûnê re sînordar be tê pejirandin. Mîna ku gotina şêwe û cûreyê bi xwe jî ji holê radibe; her diçe nêzîkatiya weke ku têkilbûneke ku ji têkiliyên çendîn cûreyên muzîkê çêbûye derbasdar dibe. Vê rewşê xweserîbûn û afirînerî jî xistiye nava aloziyekê.

Ji bo 30 saliya jiyana te a bi muzîkê re, albûmek tê amadikirin. Bi dehan hunermend stranên te dixwînin. Kêm kes hene ku di muzîka kurdî de 30 salan berdewam kiribin û di encamê de xebatên bi vî rengî bikin. Tu çi hest pê dikî?

Şanaz im û bi kelecan im. Di demeke nêzîk de min di dema konsera xwe ya Şirnexê de jî ji guhdarên xwe re hestên xwe bi van gotinan anîbû ziman; ji ber guhdarên min ên taybet hene ez muzîkjenekî taybet im. Hunermendek jixweber nabe cîhanî, ger ew herêmî be jî, dema guhdarên wî/ê cîhanî bin, ew jî dibe cîhanî. Ez 49 salî me, lê hîna stranên ku min di 19 saliya xwe de çêkirine aktuel in. Ji bo muzîkjenekî/ê hîn li jiyanê be û van taştan bibîne, hest bi van tiştan bike, ev gelekî biqîmet e. Ez spasiya girseyên ku 30 sal in min dişopînin û hevalên min ên bi deng û rengên xwe wê beşdarî vê albuma min bibin dikim. Bi taybet jî ji bo Mirady ku barê dîrektoriya muzîka albûma min hilgirtiye.

Hesteke çawa ye ku mirov 30 salan bi muzîkê re, bi muzîka Kurdî re bijî?

Dilê min dibêje dibe ku baştir bûbûya lê tiştên divê bibûna, bûn. Tiştên di dîrokê de bûne, ji ber hewce dikirin ku bibûna, bûne. Zext û zorên li ser kurdiyê, astengiyên li ber wê, ne hilbijartinên me bûn. Lê sekna me ya li ber wan, têkoşîna me, me bi xwe ew hilbijartin. Ez di wê rêyê de dimeşim ya ku min hilbijartiye û girîngî pê daye; ez ne bi gazind im. Divê ez vî tiştî jî bibêjim, kesên di demên zehmet de ked dane vê qadê, ji nişka ve bi şert û mercên zordar ên vê qadê re rû bi rû man, ev ji bo me ne tiştekî baş bû. Divê sazî, şîrket û hunermend, em hemû kes li ser wan dersen bihizirin ku çima muzîkalîteyên lawaz ji bêhtir balê dikişînin û di bazirganiyê de serkeftî ne.

Ji niha û pê de rêyeke çawa li ber Mehmet Atliyî ye?

Serê destpêkê albûmeke 30 saliyê ya dostên min ên muzîkjen tê de stranên min şîrove kirine û turneya wê heye… Paşê ez ê bêhtir bi nivîsandinê re mijûl bibim. Bi taybet ez dixwazim pirtûkeke stranan binivîsim. Albûmekê ji stranên Zazakî amade bikim û bêhtir bi muzîka enstrumantal re mijûl bibim. Ez dixwazim xebatên xwe li festîval û sahneyên navnetewî bêhtir nîşan bidim. Lê mixabin ez bi tena serê xwe nikarim heq ji van derkevim. Hîna jî me sert û mercên profesyonel saz nekirine. Bi taybet ez li bendê me ku kurdên rewşa wan baş hinekî din bikaribin baldar bin. Divê huner êdî ne hêzeke wisa be ku ji siyasetê re dibe alîkar, divê li ser lingên xwe bisekine; bêhtir azad û xweser be…

Şîrove bike