Bilal Korkut: Bîraxaneyên Kurdistanê biçûk in lê helbestên Arjen Arî mezin in

Bîraxane (2022) yekem fîlma metrajdirêj a Bilal Korkut e ku piştî çar kurtefîlman kêşaye û dê meha îlonê li çend bajarên bakurê Kurdistanê bê nîşandan. Fîlma ku lêgerînek e li pey şopa Arjen Arî, me di nav helbesteke dûdirêj de digerîne. Eleqeya fîlmê ya bi helbestê û edebiyatê re bala min kişand û min xwest derbarê wê de bi derhênerê wê re bipeyivim. Korkut, pirsyarên min ên eleqedarî fîlmê bersivandin.

Bilal Korkut

Bîraxane, bi heman epîgrafê dest pê dike û diqede. Nexwe em jî bi heman awayî dest bi vê hevpeyvîna xwe bikin û bipirsin: Kê negot, ax! û neçû? Kî nebû ax… û neçû?

Di vê epîgrafê de cînasa “ax”ê cihekî gelekî mezin digire di jîyana min de. Bi ya min meseleya me ya mezin jî ax bi xwe ye. Weke karakterê fîlmê Simaîl jî dibêje: “Ez daxwaza welatekî (axekê) me.” Daxwaz ax be, jîyan bi ax’în be û di dawiya çîrokê de cihê em ê hemû lê vegerin dîsa ax be, helbet ev epîgraf wê bibe parabola jîyana min jî û ya fîlma min jî.

Arjen Arî di fîlmê de ji serî heta dawî hem bi hêmaya xwe, hem bi poetîkaya xwe û hem jî bi hebûna xwe gelekî bi xurtî tê de cih digire. Bi qasî nebûna xwe heye. Karakterên ku bi zimanê wî diaxivin û helbestên wî dixwînin, epîgrafên ku ji helbestên wî neqil dikin, dîmenên ku helbestên wî bi bîra me dixin, heta bi parçe kaxezên ku şopê dibin ser helbestên wî… Em dikarin bibêjin ev fîlmeke Arjen Arî ye? We çima xwest bi taybetî wî tim li navendê bihêlin?

Bê şik, ev fîlm fîlmeke Arjen Arî ye. Bi gotina te Arjen di vê fîlmê de tim li navendê ye. Ez ji helbestên Arjen Arî gelekî hez dikim û min dil da ku wê hezkirinê bikime fîlmeke derbarê helbestên wî de. Ya rastî, armanca min kolana binhişê helbestên wî bi xwe bû. Dema min senaryo dinivîsî, çend pirsên sereke hebûn ku min serê xwe bi wan re zêde diêşand: Welatê ku Arjen lê helbest dinivîsî welatekî çawa bû, ez dikarim wî welatî çiqasî mînîmalîze bikim? -Min heta 6 metreqareyan biçûçik kir.- Arjen bi kê re radibû û rûdinişt? Çi diaxivî? Dixwest helbesta wî çi ji me bike? Çend hêmayan bi kar neyêne wê çi bibe… Min ev pirs û ji van gelekî zêdetir ji helbesta Arjenî dikirin, ne ji tu kesê din. Ji ber vê yekê jî fîlm bi xwe bû helbesteke ku ji helbestên Arjen Arî zayî. Bi vê zayînê gelekî kefxweş im. Min berî niha çîroka Pîrê û Rovî kiribû şanoyek, heman dilxweşî wê demê jî bi min re çêbûbû. Mîrateya me ya çandî gelekî dewlemend e. Arjen ji vê kanîyê têr av vexwariye û bi ya min yek elameta serkeftina helbesta wî jî ev e. Em her tim pesnê xwe bi mîrata xwe ya devkî didin lê ji bo ev mîrat baştir were xwarin divê em wê di forma hunerê ya nû de jî bibînin. Di heman demê de jî hunera me ya nûjen jî hinekî navdîsîplînî be, wê hêj xurttir be.

6 metreqare… Herhal jê kêmtir nedibû. Û herhal di sînemaya me de jî mekanê me ewqasî berteng nebûbû. Helbet ev nayê wê maneyê ku sînorên mekanê me sînorên hiş û têgihiştina me ne jî. Lê wisa xuya ye kes zûbizû xwe nade ber mekanên wisa berteng ku awayên vegêranê, berevajî mekanên berfireh, zehmettir dikin û îhtimala acizbûna ji ber bêtevgeriyê heçku bo bînerên giştî zêdetir dikin. Ez dixwazim tu vê meseleyê hinekî ji hev veçirînî û ji me re behs bikî bê ka çima te xwest welatê Arjen Arî mînîmalîze bikî û berawird/berevajî bi mekanên cuda û berfireh, bala me di nav çar dîwarên teng de asê bikî?

Dezavantajeke sînemaya me jî ew e ku bînerên me yên giştî nînin lê bi ya min ew tişt di heman demê de jî avantajeke mezin e. Ji ber ku di serî de zelal e ku em fîlmên xwe ji bo bazarê çênakin. Azadîyeke bêhempa li hemberî me ye. Min jî xwest ez kêfa wê azadîye bijîm. Sarincek, maseyek, 7 kursî û sîtilek muhîm bûn ji bo mekanê min û 6 metreqare jî têra wan dikir.

Rastîyeke din jî hebû, bîraxaneyên Kurdistanê biçûk in lê helbestên Arî mezin in, min ji vê kontrastê jî hez kir. Derdê min ne mezinkirina mekan bû, mezinkirina gotinê bi xwe bû. Helbet ez baş dizanim ku ji sînemayê re dîmen pêwîst in lê min ev yek ji xwe re nekire derd. Gelek dost û hevalên hêja ji min xwestin ku ez kameraya xwe derxime derve û mekan berfireh bikim. Min jî digot: Karakterên min ne li welatekî ne ku li gorî serê xwe karibin derkevine ji derve bijîn, kameraya min jî divê weke karakterê min be. Pirsa min jî ev bû: “Em çima di wir de asê mane, li derve çi heye ku em li gel vê asêbûne jî li wir kêfxweş in?” Me di serê axaftinê de jî gotibû, mesele hemû kulmek ax e. Gorek (tirbek) 2 metreqare ye, bîraxane têra sê goran dike, Ma ne bes e?

Bes e, helbet… Bi qasî salekê berê gava min romana Bohumil Hrabal a bi navê Yetişkinler ve İleri Düzeyde Öğrenciler İçin Dans Dersleri xwendî, tevî ku hêj min temaşe nekiribû jî, yekser fîlma te hatibû bîra min. Ev romana ku bes ji hevokeke dûrûdirêj pêk tê, me li bîrxistkên (çağrışım) kalemêrekî pitpitok ê li bîraxaneyê (an jî mekanekî di dirûvê bîraxaneyê de) dike mêvan. Herçî fîlma te ye ku seranser bîrxistkên li ser Arjen Arî ne û berevajî kalemêrê vê romanê, kalemêrê (Hilmi Demirer) di Bîraxaneyê deyekî gumre û neaxêv e. Halbikî hemû lîstikvanên din her û her pişta gotinan dişikînin û zimanê wan nasekine. Ev kalemêrê ku bi bîraya dawî re dikeve xwarê (an jî dibe ax?) bêyî ku tek gotinê bibêje û hema pê re jî fîlm diqede, dimîne arketîpa Arjen Arî û rewşa şairekî tenê/bêkes û bêdeng di nav civakê de bi bîra min dixe. Di nav ewqas qelebalixiya peyv û gotinan de, te çima hewcehî bi karakterekî wisa û bêdengiyeke mitleq çêbû?

Baş tê bîra min te heman kitêb pêşnîyarî min jî kiribû û min bi kêfxweşi xwendibû lê xwezî min berî çêkirina fîlmê dîtibûya. Ji ber ku wê bawerîya min ya bi min xurttir kiribûya. Dema mirov nû dest bi karekî dike hercar ji xwe dikeve şikê û gava divê bi pêş de herin bi paş de diçin. Mesela destpêkê dirêj e. Ez serê te neêşînim û pirsa te ya hêja bibersivînim.

Berî senaryoyaya Bîraxaneyê min çîrokek nivîsandibû. Lehengê min Kalo bû û me bi çavên wî bîraxaneyek didît. Piştî min biryar da ku ez vê çîrokê bikime fîlm û senaryoyê binivîsim, karakterê min ê herî xurt Kalo bû. Ji ber ku karakter xwedî hêzeke xurt û di heman demê de jî xwedîyê çîrokê bû; min dikir û nedikir ji dilê min nedihat diyalogeke jê re binîvîsim. Sekna wî ya bêdeng ji bo min bûbû helbesteke xweş û min nedixwest vê helbestê xira bikim. 

Tirseke min jî ev bû ku karakterê Kalo bi listikvanîyê qels bibe, ji ber vê yekê lîstikvanekî gelekî baş pêwîst bû. Ez gelekî bi siûd bûm ku Hilmi Demirer ji senaryoyê gelekî hez kir û yekser got: “Em kengî dikişînin?” Vêca ez ji birayê xwe re bejim, min ji axaftina Hilmi Demirerî gelekî hez dikir, hê jî hez dikim helbet lê bêdengîya wî, dema min fîlm jî dikişand û dema ez li fîlmê temaşe jî dikim, li dilê min dixe. Hemû kes dikare biaxive lê bêdengîyeke watedar karekî zehmet e. Nizanim bi te jî wisa tê an na, gelek caran gotin dibe kujerê maneyê.

Bi min wisa ye ku bêdengî li şairan tê, ji ber ku sekneke şairiyê tê de dibînim. Lê her ku gotinek lê zêde dibe heçku ji xwe kêm dike. Loma Kalo bi min wisa hat ku bêtir nêzî rihê Arjen Arî bûbûm. Dixwazim em behsa karakterên te yên din bikin. Her yek ji tebeqeyeke cuda ye lê hemû jî dirûvekî din ê Arjen Arî ne. Du ji wan bala min kişand. Amerîkiyekî (David / Nicholas Christopher) ku ji bo Arjen Arî hatiye Kurdistanê û li ser milê wî ew epîgrafa destpêkê deqkirî ye, kurdekî (Simaîl / Rowal Navgundî) ku naxwaze li “axeke ku nikaribe şairê xwe xwedî bike” bimîne û dixwaze biçe Amerîkayê. Di vir de gazindeyeke berbelav xwe dide der. Tê zanîn ku Arjen Arî jî bo me kurdan gotiye “zindîkujên mirîhez”. Ez dê çend pirsên belawela ji te bikim, lê tu dikarî wan bi hev ve girê bidî. Ji ber ku mijareke di rojevê de ye, fikra te ya li ser gotina Simaîl û “qedir(ne)dayîna” şairan/hunermendan çi ye? Di bijartina karakteran û xisletên wan de rê û dirbeke taybet hebû ku we da ber xwe? Di nav ewqas heyranên kurd ên Arjen Arî de hewcehî bi heyranê herî mezin ê biyanî hebû an jî rûbadana kurdekî ji welatê xwe û arezûya çûna bo Amerîkayê, du rewşên ziddî hev, mebesta te bi vê yekê çi ye?

“Zîndîkujên mirîhez’’ çiqas gotineke rast be jî, kêfa min ji gotinên wisa re nayê. Qedirdayîna saxan jî ya mîriyan jî gelekî bi qîmet e li cem min, lê divê mirov gazinan neke ji qedirnedayînê. Ez şaîr im, ez stranbêj im, çima hemû kes rêzê li min nagire, ji min re nade lotikan… Ev gotin tiştên biqîmet jî bêqîmet dike. Karakterê min Simaîl şaîrekî ciwan e û bi gotina Doktor Mazlûm (Sidar Özmen): “Hêj kelek kêm e ji şaîrtîya wî.” Ji ber vê dikare gazinan ji civaka lê dijî bike lê Simko (Kemal Ulusoy) dîsa bi gotina Simaîl: “Şaîrekî qarase ye.”  û gazinan jî nake ji ti tiştî.

Her karakterek xwedîyê çîrokeke cuda ye helbet. Motîvasyona (arezû) karakter bingeha karakter çê dike, karakter jî bingeha çîrokê û çîrok jî senaryo bi xwe ye. Te xwendineke baş kiriye: Dibe ku hemû karakterên min parçeyeke Arjen bin yan jî hemû tevde yek Arjen bin. Ew xwendinên cuda ne, bîner û bextê xwe lê tiştekî esseh heye: Hemû karakter heyranên Arjen in. Xwedîyê bîraxaneyê Mirad (Hisên Hesen) jî tê de. Hezkirina kurdan a Arjen dilê min hênik nedikir, ji ber vê yekê ez heta Amerîkayê çûm û min heyranekî wî ji wir anî Nisêbînê. Bi hezaran kes ji bo James Joyce diçine Dublînê, çima kesek ji bo Arjen neyê Nisêbînê. Niha di fîlmê de belkî rojekê bi milyonan kes di rastîyê de werin, ew jî xewneke min e. David tê, divê yek jî biçe ji bo balansa çîrokê. Ew kes jî yê herî ciwan Simaîl bû. Ji xwe re li rêyeke çûnê digere lê serê wî tevlihev e, weke yê me gelekan.

Te got Joyce, Doktor Mazlûm hat bîra min. Bêyî ku navê wî hilde, gotina meşhûr a Joyce dibêje: “Em nikarin welat biguherin, qet nebe em mijarê biguherin.” Pirsyareke giştî: Sînemaya kurdî dikare mijarê biguhere?

Em bêjin Joyce û em navê Kawa Nemir bi lêv nekin, çê nabe. Li ser hemû paltforman em spasiya xwe divê ji Kawa kêm nekin ku Ulysses kirîye malê kurdî. Berî Ulysses çap bibe di civatekê de bêyî haya min ji Joyce hebe, min heman gotin kiribû û bala Kawa kişandibû û got ev bû civateke ji Ulysses. Min xwest Doktor Mazlum jî dubare bike. Bi ya min sînemaya me mijarê diguherîne hêdî hêdî, lê mijarin hene divê neyêne guhartin. Ji ber ku çend meseleyên me yên sereke hene û hêj çareser nebûne, ya rastî nehatine fêmkirin jî yan jî xelet hatine fêmkirin. Heta ders neyê fêmkirin mecbûr e dubare bibe. Ez ne ehlê guhartina mijaran im lê divê em mijaran lê zêde bikin. Em behsa sînemayeke gelekî ciwan dikin û bi ya min sînemagerên me biserketî ne jî. Hejmara fîlman kêm in -kêmbûna wan melûm e- lê li festîvalên dinyayê yên baş têne nîşandayîn û xelatkirin.