Bahoz Baran: Mirov û netewe nikarin bê zimanê xwe bijîn

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê bi milyonan kurd dijîn û bi zimanê kurdî (kurmancî, zazakî) diaxivin. Dema mirov li statuya zimanê kurdî ya li Tirkîyeyê dinêre mirov dibîne ku ziman di bin polîtîkayên asîmîlasyon û bişaftinê da ye. Herçiqas bi awayekî fermî çi astengî li ber zimanê kurdî nebin jî tê dîtin ku bi awayekî keyfî gelek caran çand, ziman, çalakî û bernameyên kurdî têne astengkirin û qedexekirin.

Pal û pişteka fermî ji bo zimanê kurdî nîne. Bi tenê li çend zanîngehan beşa kurdî heye û li çend enstîtuyan xebatên akademîk yên ziman û çanda kurdî têne kirin. Zêdetir, barê xebat û lêxwedîderketina zimanê kurdî li ser milê çend sazîyên sivîl û kesan maye.

Li Amed û gelek bajarên kurdan, bi munasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê gelek bername û çalakî ji bo zimanê kurdî têne lidarxistin.

Nivîskar, lêkoler û zimanzan Bahoz Baran derbarê girîngî û lêxwedîderketina zimanî da wiha axivî:

Ez 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li gelê kurd pîroz dikim. Di têkoşîna me ya zimanî da hin xalên sereke hene divê ez wan destnîşan bikim. Gotineka me ya pêşîyan dibêje, tiştên biçûk mezin mekin, tiştên mezin jî biçûk mekin, li gorî min, me meseleya zimanî bi têra xwe biçûk kirîye. Wekî netewe em bi giştî baş tê negihîştine bê ziman ji bo neteweyekê çiqas giring e. Me plan, proje û sîyaseteka xwe ya xurt a zimanî çênekirîye, loma têkoşîna me ya zimanî belawela û bê bandor e, me gelek karên bingehîn yên zimanê xwe taloq kirine û barê heyî yê zimanî jî ketîye ser milê hin kes û sazîyan, lê serdest tim li gorî plan, plansazî û sîyasetekê tev gerîyane û tev digerin. Kurdî zimanê hemû kurdan be, hemû kurd jê berpirsîyar in û divê hemû xwe bidin ber wî barî. Me li hemberî serdestan hêza zimanê xwe zêde bi kar neanîye, enerjîya me ya zimanî li rastê maye. Di meseleya zimanî da bi xwestinê her tişt çareser nabe. Divê em bi xwestinê ra êdî xwedî plan, plansazî û sîyaseteka xurt bin û bizanin ji bo zimanê xwe tê bikoşin. Dem li me teng dibe. Ziman, oksîjena mirov û neteweyan e, mirov û netewe nikarin bê zimanê xwe bijîn.

Bahoz Baran

Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî, ji sala 2011yan vir ve, li zanîngehên wekî Muş Alparslan, Bîngol û Mardîn Artukluyê vebûye û heta niha ji hezarî zêdetir mezûnên beşa Kurdî hene.


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Dersa zimanê kurdî di bin banê MEBê da, ji sala 2012-2013yan heta niha bo polên 5-6-7-8an tê dayîn. Herçiqas bi awayekî fermî tayînên mamosteyan têne kirin jî hejmareka gelek kêm (2-3) kes tayîn dibin ku li gorî rêjeyê û pêdivîyan kêm e.

Îsal jî kampanyaya hilbijartina dersa bijarte ya zimanê kurdî dest pê kir ku gelek sazîyên sivîl û kesên pêwendîdar li ser wê mijarê xebitîn.

Herçiqas xwestek û meyla xwendekaran li ser hilbijartina dersa kurdî hebe jî ders, yan ji alîyê rêveberîya mekteban ve an jî bi awayekî din têne talokkirin ku li gorî rêjeya hilbijartina dersa kurdî tayîn nayêne kirin.

Li gorî nûçeya Rûdawê di sala perwerdeyê ya 2023-2024an da, 20 hezar û 379 xwendekaran dersa Kurmancî û 2 hezar û 607 kesan jî dersa Zazakî ango bi giştî 23 hezar xwendekaran dersa Kurdî hilbijartîye.

Herçiqas 23 hezar kesan dersa kurdî (kurmancî-zazakî) hilbijartibe jî par bi giştî 50 tayînên mamosteyên kurdî hatine kirin ku ev yek jî nîşan dide li gorî xwesteka xwendekaran mamoste nehatine tayînkirin.

Nivîskar/rojnameger
Botan Times
Botan Times