Hunermend Rêber Söyler û Helîn Tapancı dê li Amedê konsertekê bidin.
Konsert bi hevkarîya Hewş Cafeyê tê lidarxistin.
Konser 24ê Gulanê li Hewş Cafeyê, saet 19:30an dest pê dike.
Rêber Söyler herî dawî 2yî Gulana 2024an strana bi navê Dewrêşê Evdî li ser platformên dîjîtal weşandîye ku qeydîya wê li studyoya Botan Internationalê hatîye girtin.