Li Antalyayê ciwanekî sûrîyeyî hate kuştin

Li Antalyayê ciwanekî sûrîyeyî ji alîyê nijadperestên tirk ve hate kuştin.

Li gorî nûçeya Rûdawê Li navçeya Serîkê ya Antalyayê ciwanê 17 salî yê bi navê Ehmed Handan El Naîf ji alîyê nijadperestan ve hat kuştin. Ehmedê ku li Antalyayê bi heqdestê xwe dixebitî, dema li kolanê bi rê ve diçû rastî êrişa nijadperestên Tirk hat. Sê kesan rêya wî girt, berê lê xist û paşê jî ew da ber kêran. Piştî bûyerê êrişkarên bi navên R.O., Y.Y. û Î.O. hatin desteserkirin.

Çi bûbû?

Li Qeyserîyê, kesekî ji Sûrîyeyê destdirêjî li zarokeke 5 salî ya Sûrîyeyî kiribû. Li ser belavbûn û bihîstina vê bûyerê li temamê Tirkîyeyeyê, çendîn kes û koman êrişî sûrîyeyîyan kirin. Wan kom û kesan xanî, dikan û otomobîlên sûrîyeyîyan şewitandin. Serokê Sûrîyeyê Beşar Esed û Serokkomarê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan ên li ser asayîkirina pêwendîyan peyaman didin. Piştî van peyaman, li Sûrîye û herêmên Rojavayê Kurdistanê yên di bin dagirkerîya Tirkîyeyê de ji ber egera pêwendîyên Enqere û Şamê xwepêşandanên tund tên lidarxistin. Li bajarên Efrîn, Mare, El-Bab, Ezaz, El Raî û Îdlibê yên di bin dagirkerîya grûpên çekdar ên girêdayî Tirkîyeyê de ne, gelek çalakyên mezin hebûn.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir