
6 partiyên mixalîf ku ji CHP, ÎYÎ Partî, Partiya Saadet, Partiya Demokrat, DEVA û Partiya Pêşerojê pêk tê, bernameya xwe ya hikûmetê eşkere kirin.
6 partî ger werin ser desthilatê dê çi bikin?
Di bernameya ku di bin 9 sernavên sereke de zêdetirî 2,300 soz dihewîne de çî heye?
9 xalên sereke yên di metnê de ne wiha ne:
- HIQÛQ, EDALET û DAXAZ
- RÊVEBERIYA GIŞTÎ
- TÊKOŞINA LI DIJÎ-GENDELTIYÊ, ŞEFAFÎ Û KONTROLKIRIN
- ABORÎ, DARAYÎ Û KAR
- ZANIST, AR-GE, NÛXWAZÎ, KARSAZÎ Û VEGUHERÎNA DÎJÎTAL
- POLITIKAYÊN SEKTORÎ
- PERWERDE Û HINDEKARÎ
- POLITIKAYÊN CIVAKÎ
- POLÎTÎKAYÊN DERVE, POLITIKAYÊN BERGIRÎ, EWLEHÎ Û KOÇBERIYÊ
Balkêşe ku di metna polîtîkayê de behsa Peymana Stenbolê û mafên LGBTI+yan nehatiye kirin.
Her weha mijarên wekî mafên ajalan, astengdaran, mafên kesên ji 65 salî mezintir û piştgiriya ji bo çandinî û cotkaran di metnê de cih girtine.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu, Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan, Serokê Giştî yê Partiya Demokrat Gultekîn Uysal, Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu û Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Faîk Oztrak beşdarî civînê bûnê .
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.