Hacî Qadirê Koyî, Evîn û Netewetî

Piştî ku Hacî Qadirê Koyî dilê xwe li ber Gulê vedike êdî çîroka evîna wî li derdorê belav dibe û Koyî neçar dimîne ku herêmê terk bike û berê xwe dîsa bide warê xwe Koyê. Ew piştî ku vedigere Koyê li ser ‘eşqa xwe ya ji bo Gulê helbestekê dinivîsîne.

***

Şêrko Janzêm

Hacî Qadirê Koyî, di sedsala 19an de mîna hevçaxên xwe li medreseyên Kurdistanê dest bi xwendinê dike û ji bo demekê li gorî wê serdemê ku piştî xwendina medreseyan melatî dihate kirin, wî jî demekê li Rojhilatê Kurdistanê feqetî û melatî kirîye. Yanî destpêka jiyana Koyî li gorî rewşa wê serdemê bi awayekî normal derbas dibû.

Dema ku Koyî li Rojhilatê Kurdistanê bûye melatîya ‘eşîra Qerenî Axa kirîye ku Qerenî Axa, axayekî herêma Lacanê bû. Di dema melatîya xwe de dil dikeve keça Qerenî Axa. Li ser vê meseleyê Mesûd Mihemed wiha dibêje: “Dema ku li Sablaxê dildariya Hacî Qadir hat zanîn û wî lez kir, deriya dilê xwe ji Gulê re li ser piştê vekir û gazî mirovan kir da ku çîroka heskirina wî ji Gulê re aşkere bikin. Ew Hacî Qadirê han qet ne wek melayên şermok û serkiz ên sedsala nozdem bû. Te dibêjî qey ew mirovekî zîndankirî yê sizayê xwe temam kiriye û di deriyê zîndanê re gava xwe ya dawî berve serbestiyê diavêje.”

Piştî ku Hacî Qadirê Koyî dilê xwe li ber Gulê vedike êdî çîroka evîna wî li derdorê belav dibe û Koyî neçar dimîne ku herêmê terk bike û berê xwe dîsa bide warê xwe Koyê. Ew piştî ku vedigere Koyê li ser ‘eşqa xwe ya ji bo Gulê helbestekê dinivîsîne û di wê helbestê de behsa binemala bavê Gulê jî dike.

Herwek elîfî can e stunî le sikûn da

Nek tabî’î xeyr e muteherrîk weku hemze (r. 22)

Di vir de mezinahî û dewlemendîya axê, stûnên di bin konên mala axê de dişibîne tîpa elîfê. Lê serdestî û karên axê rexne dike û dişibîne hemzeyê em di vir de dibînin ku Hacî heza xwe ya rexneyî bi awayekî sergirtî dike. Dîsa di heman helbestê de bahsa bedewî û xweşikîya Gulê dike. Li gorî ku Mesûd Mihemed dibêje, îhtimalek heye ku ev helbest piştî ku Koyî ji Lacanê vedigere dinivîsîne, ji ber van rexneyan êdî Hacî dê nikaribe here wê herêmê. Lê tê gotin ku haya Qerenî Axa ji helbestê û ‘eşqa Gulê çêbûye û ji bo wê ‘eşqê wiha gotîye: “Eger daxwaza Gulê ji min kiriba min dê dabayê.” Ew axaftin jî gihîştiye Koyî û gotiye: “Ez bi çi mal û hal û rewşê amade me da ku daxwaza Gulê bikim!” Her çawa be dema ku Hacî helbesta xwe dihûne nizanîbû ku xizmên Gulê dê çawa pêşwaziyê lê bikin da ku ew bi hêvî li Lacanê raweste (r. 100).

Di vir de em dibînin ku Koyî ji ber rewşa xwe ya xizan ku em dizanin hîn di temenekî biçûk de Koyî bê dê û bav dimîne û li medreseyên Kurdistanê mezin bûye. Ew wê hêzê di xwe de nabîne ku here keça axayekî bo xwe bixwaze. Dibe ku ji ber wê be Koyî piştî vekirina merama dilê xwe ew herêm terikandibe û piştre ev helbest nivîsî be.

Mesûd Mihemed, dîyar dike ku keçeke ji Sablaxê heye ku ji Koyî hez kirîye. Lê li ser vê meseleyê di tu cîhan de agahî tune ne ji bilî gotegotan.

Em dikarin jiyana Koyî ya evîndarîyê wiha şîrove bikin, erê Koyî dilê xwe ji bo evînê zû vekirîye lê di mijara evînê de ne bi qasî netewetîyê serkeftî ye ji ber wê yekê ye ku heta dawîya emrê wî ji bilî evîna wî ya netewî em êdî rastî şopên evînê nayên.

Hacî Qadirê Koyî piştî ji Sablaxê vedigere Koyê demekê li bajarê zaroktîya xwe dimîne. Lê êdî Koyî ne Koyîyê berê bû, di nava lêgerînekê de bû, jixwe di wê demê de hêza mîrektîyên kurdan her ku diçe kêm dibû û êriş li ser wan zêde dibû xûyaye vê yekê bandor li ser Koyî kirîye li gel van rûdanan Koyî ji rewş û tevgerên şêx, mela û alimên wê serdemê aciz e û di ser de ji şerê wî yê bi Şêx Nebî Mewlewî re her ku diçe dor lê teng dibe û Koyî ji Koyê diçe Stenbolê.

Heta ku Koyî li Kurdistanê ye em nikarin bahsa hestên wî yên netewî bikin (dibe ku hîn dema ku li welêt bû jî helbestên ku mijarên wan modernîte û netewetî ye nivîsîbin jî, ji ber ku li ber destê me tu agahî tune ne ka kîjan helbesta wî di kîjan dîrokê de û li ku hatîye nivîsîn). Lê ji ber ku Stenbol wê demê navendeke rewşenbîriyê bûye em dikarin şîroveyeke wiha bikin ku hestên Koyî yên netewetî piştî ku hatîye Stenbolê zêde bûn. Ji ber ku gelek rewşenbîr û zanayên netewên cuda li Stenbolê ji bo miletên xwe kar û xebat dikirin û Koyî jî ev yek dîtîye û wan xebatên ji bo netewên cuda hestên Koyî yên netewî bihêztir kirine.

Hacî dûajoyê Xanî ye. Ji helbestên wî dîyar dibin ku ji hêla hestên neteweyî ve berhema Ehmedê Xanî, Mem û Zînê, bandoreke zêde li wî kirîye. Ji têgihiştina Koyî em fahm dikin ku ewî Mem û Zîn bi çavekî din xwendîye û bi perspektîfeke nû şîrove kirîye. Koyî nerînên Xanî ewqasî pejirandîne ku ew bi xwe di helbesta xwe ya bi navê Zeman e de wiha dibêje:

Le kurdan xeyrî Hacî û Şêxî Xanî

Esasî nezmî kurdî danenawe (r. 21)

Di vir de dibêje ku ji bilî min û Xanî kesî helbesta kurdî ya neteweyî nenivîsîye. Koyî bi vê helbestê ji serdema modern silavekê li serdema klasîk dike û dike ku xwîner bi perspektîfeke nû li Mem û Zînê binêrin ne ku ji roja ku hatîye nivîsîn û heta dema Koyî wek mesnewîyeke evînî dihate xwendin. Koyî dixwaze xwîner kodên neteweyî yên Mem û Zînê de bibînin û bixwînin.

Helbestên Koyî bi terzeke klasîk hatîye nivîsîn lê ji hêla mijar û ziman ve ne wek helbestên serdema xwe ne. Koyî di helbestên xwe de peyv û mijarên nû ceribandine yanî Koyî di helbesta xwe de qalibên helbesta klasîk bi kar neanîye ji dêvla wan qaliban peyvên di wê serdemê de populer bûne yên mîna ‘wetan’ û ‘dewlet’ ê bi kar anîye û wateya wetan di wateya klasîk a ku wek cihê ji dayîkbûnê dihate bikaranîn, bi kar neanîye Koyî wetan di wateya Kurdistanê de bi kar anîye. Di helbesta Xakî Cizîr û Botan de wiha bahsa wetan dike:

Kwa walîyî Senenduc, begzadey Rewandur

Kwa hakîmanî Baban, mîrî Cizîr û Botan (r. 84)

Di wê helbestê de em dibînin ku bahsa hêza serdest a kurdan jî dike û zimanê wê helbestê jî gelekî sivik e li gorî helbestên serdema xwe û argumanên ku bi kar anîne jî bi rewşa gel a wê demê re girêdayî ne. Bo nimûne di vê helbestê de ji bo ‘eşîrên li deştê dibêje ger ermenan welat dagir kirin hûn li deştê ji german bimirin jî qedexe ye li we derketina zozanan. Em ji helbestên Koyî fahm dikin ku haya Koyî bi gelek awayên ji gelê kurd û hasasîyetên wî hene; yanî sosyolojîya civakê baş fahm kiriye. Dîsa di gelek helbestên xwe de û di gelek cîhan de peyva ‘kurd’ û ‘ekrad’ bi kar anîye. Ev peyv jî li gorî rihê wê serdemê gotinên netewî ne ku di wan salan de êdî navên gelan bi awayekî neteweyî dihatin bikaranîn. Koyî jî hay ji wê serdemê heye û van peyvan bi wateya wan a neteweyî bi kar tîne.

Dîsa di helbesta Xakî Cizîr û Botan de bahsa serxwebûna netewên cûrbicûr û netewên ku ji Osmanîyan veqetîyan dike di helbestên wî de tema ya serxwenbûnxwazîye her li pêş e. Ji kurdan daxwaz dike ku ji bo serxwebûna welatê xwe bixebitin.

Ger em bi tevahî li helbestên Koyî binêrin, li gorî wê serdemê mijarên modern nivîsîne û ewî jî mîna Xanî xwestîye ku îktîdareke kurdan çêbibe. Di helbestên xwe de zimanekî nerm, bi gotinên pêşîyan û biwêjan xemilandî bi kar anîye. Mijarên gel ên bi jiyana wan a rojane re eleqedar in mînak daye. Bahsa yeksaniya çînên civakê kirîye û yeksaniya zayendî bi referansên dînî daye. Koyî xwestîye bi rêya helbestan hestên neteweyî di nav civaka kurd de belav bike.

Me Koyî bi rêya helbestên wî bi du awayan nirxand. Koyîyê ku bavê duyem ê kanona kurdî tê hesibandin ku pêngava yekem a modernîzma kurdî avêtîye tovên netewperwerîyê di sedsala 19an de avêtîye û her ku diçe gur dibe. Me xwest li gel hêla wî ya neteweyî û modern em balê bikêşin ser hêla wî ya evînî ya netemam.

Çavkanî

Baykuşak, T., “Kürt Milliyetçi Söyleminin İnşasında Hacî Qadirê Koyî’nin Rolü”, Kürd Araştırmaları Dergisi, hj. 1, 2019. 97-109.

Koyî, H. Q, Dîwan, Stokholm: Nefel, 2004.

Ergün, Z., “Hacî Qadırê Koyî: Damezrîner û Kesê Duyem ê Kanona Edebîyata Neteweyî ya Kurdî”, Şarkiyat İlim Araştırmalar Dergisi, hj. 1. Cild, 14, 2022, 111-126.

Ergün, Z. Nerît û Helbest, İstanbul: Nûbihar, 2017.

Mihemed, M., “Hacî Qadirê Koyî û Dildarî”, Wate, hj. 12, 2012, 97-121.

Qhaderi, F., “Hacî Qadirê Koyî û Hilatina Neteweperweriya Kurdî”, Zarema, hj. 2, 2016. Binêrin: http://blog.kovarazarema.com/haci-qadire-koyi-u-hilatina-neteweperweriya-kurdi-1/

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir