DTSOyê xelatên dersa kurdî belav kirin

Odeya Bazirganî û Senayîyê ya Amedê (DTSO) îro 25ê Gulanê, li ÇandAmedê (Sezai Karakoç Kültür Merkezi), tabletên xwendekarên kurdî belav kirin.

DTSOyê ragihandibû ku ew dê tabletan bidin. Wan gotibû em dê tableta bidin xwendekarên kurdî, ew xwendekarên ku dersa kurdî hilbijartine.

Serokê DTSOyê Mehmet Kaya derbarê giringîya zimanê kurdî da axivî wî behsa kampanyaya DTSOyê kir.

Zarok pêşeroja me ne.

Seroka meclîsa DTSOyê Nevîn îl

Divê em li zimanê xwe xwedî dekevin. Ziman ne tenê berpirsyarîya dayikan e, di vê bav jî alîkarîya daykan bikin û hînî zimanî bikin. Di bin banê şaredarîyê da em jî dê dersên kurdî bidin û ew xwendakarên tên û dersan dibinîn em jî dê tabletan bidin wan xwendekaran.

Hevşaredara Yenişehirê Safiye Akdağ

Pêşengên me digotin em jî dê bibêjin “dar li ser koka mirov li ser zimanê xwe şîn dibe”. Em dê alîkarîya hemî xebatên zimanî bikin, em jî vê sozê didin. Çi bar bikeve ser milê me, em her tim ji bo zimanê xwe amade ne. Divê wekî neteweyekî em li ser zimanê xwe bin.

Hevserokê Şaredarîya Amedê Dogan Hatun

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir