Berbanga Dîyasporaya Kurdan

Ji ber sedemên civakî, dîrokî û sîyasî li Tirkîye, Sûrîye Îran û Iraqê zor û zextên herî giran li ser kurdan hate pratîzekirin. Piştî cûntayên leşkerî girtîgeh bi kurdan hatin tijîkirin, îşkenceyên nedîtî li ser laşên kurdan hatin cerîbîn. Mafên kurdan ên herî bingehîn ên însanî ji holê hatin rakirin, nasnameya kurdî, zimanê kurdî û çanda kurdî di bin postalên leşkeran da hat perçiqandin. 

***

Berbanga dîyasporaya kurdan xwe dispêre çend xalên sereke. Di bin banê sedemên civakî, sîyasî û dîrokî da gelek xalên girîng hene ku ji bo derîyên dîyasporayê dibin mifte an jî kilît. Lewra dîyaspora ji bo hin kesan xelasbûna ji mercên xirab, ji bo hin kesan dibe filitandina ji mirinê ji bo hinekan jî dibe zîndaneke nîvvekirî. Zilm û zora dewletan, dagirkerîya dewletên bîyanî, asîmîlasyona tund, rêvebirên dîktatorî, pirsgirêkên ji bûyerên dîrokî wek mîrate mane, şerên navxweyî, orf û adetên elatewş, pirsgirêkên bêkarî û aborîyê… Ev lîste, dikare bi gelek hokerên din bê dirêjkirin.

Kes an jî grûbên ku li ser xaka xwe derfetên jîyaneke mureffeh û ewle nabînin, daxwaz dikin ku li wargehên dîyasporayê karekî birûmet, dahatûyeke baş û herweha jiyaneke di nava hizûr û aramîyê da bi dest bixin. Ji ber ku di nava şer û pevçûnan da çêja jîyanê namîne û jîyana li ser rûyê dinyayê, dibe qehr û qotik û dikeve ser dilê kesên li welatên xwe bêçare ne, reva dîyasporayê dibe derîyekî hêvîyê. 

Sedemên Civakî

Civak ji malbatan pêk tê û sazkerê neteweyan e. Civak, gelek rêgezan dihewîne. Zîman, çand, orf û adet, bîr û bawerî, hişmendîyeke hevpişk, armancên hevpişk, qedereke hevpişk û fikra yekîtîyê ji çendîn rêgezên civakê ne. 

Di nava sedemên civakî yê derketina ji welatî mercên eşîrî, şerên navxweyî, sedemên aborî, orf û adetên nelirê, mobînga civakî dikare bê jimartin. Kesên ku xwe di civaka xwe da bextewar hîs nakin an jî di bin zextan da bin, wek derîyekî xelasê xwe li dîyasporayê digirin. Dîyaspora, di heman demê da ji bo kesên ji civakê hatine aforozkirin jî dibe sîwaneke jîyanê. 

Sedemên Dîrokî

Dîroka kurdan dîrokeke wisa ye ku ji alîyê gelek kesan ve li gorî hin armancên curbicur hatîye nivîsîn. Dewletên desthilatdar ji bo îqtîdarên xwe qaîm û daîm bikin bi giştî behsa kurdan jî nekirine. Dîroka kurdan an ji alîyê mîsyonerên Ewropî yan ji alîyê hin gerokên ronakbîr ve hatîye nivîsîn. Ev jî ne dîrokeke kronolojîk û însîcam e. Ji dîroka kurdan bûyer an jî anektodên kesayetan in. Hin jî van xebatan jî wek xebatên antropolojîk û sosyolojîk dikarin bên pênasekirin. 

Senar Turgut di xebata xwe ya bi navê “Mezopotamya’da Kürt Uygarlık Tarihi” (Dîroka Şaristanîyê Li Mezopotamyayê) da sînorên welatê kurdan weha destnîşan dike: “Ji çîyayê Tirkîye Zagrosan bigire heya Sûrîye, Îraq û Îranê; Ji Qafqasan bigire heya nêzî Behra Reş, li rojava heta bi Behra Sipî dirêj dibe.” [1] Dr Bletch Chirguh di xebata xwe ya bi navê “Kürt Sorunu Kökeni ve Nedenleri” (Bînyad ü Sedemên Pirsgirêka Kurd) da terîfa van sînoran bi xebata Nuthals a “Ansîklopedî” û nexşeya Strabon ya di dema BZ 60an da hatîye xezkirin, piştrast dike. [2]

Rola gelek bûyerên dîrokî di derçûna dîyasporaya kurdan da heye: Qetlîama keldanî û nastûrîyan, kiryarên partîya Îttîhad û Teraqqîyê, Şerê Cîhanê yê Yekem û Duyem, bûyera tehcîrê, Peymana Lozanê. Serhildana Şêx Seîd, Serhildana Agirî, Buyera Dersimê, Hilweşîna Komara Mahabdê (1946) Serhildana Simko Axayê Şikakî, Serhildana Şêx Mehmûdê Berzencî, kiryarên Cuntaya 12ê Îlonê û Qetlîama Helebçeyê, Şerê Kendavê û şerê ji 1984an û vir ve diqewime bandoreke mezin li ser dîyasporaya kurdan kirîye.

Sedemên Sîyasî

Sîyaset, setranca îqtîdarê ye ku bi aqil taqtîk û mizawirîyê tê lîstin. Wek bêjeyekê sîyaset ji micerred sulasî mestara “s,y,s”yê ango “seyîs”ê tê. Maneya seyîsê terbîyekarê hespan e. Sîyaset jî miletan bi rê ve dibe, dewletan îdare dike. Ji berîya derketina dewletan, li ser dinyayê di rêvebirîya klanan da jî ev huner li ser hikim bû. Heta dev ji klanan ango eşîran berdin di rêvebririna malbatekê da jî hikmê sîyasetê heye. 

Bi maneyeke têgihî, zanîna sîyasetê “Warê zanînî ye ku li ser armanc û avakirina dewletê û avahîyên sîyasî xebatan pêk tîne. Karên wek analîzkirina beşdarbûna sîyasî, guherînên sîyasî, pêşengiyên sîyasî û biryarên sîyasî jî dikevin warê xebata zanîna sîyasî” kurdan herçiqas wek kirde ji feraseta sîyasetê nesîbê xwe yê dîrokî negirtibe jî di vê lîstika îqtîdarê da wek bireser cih girtine. Di sîyaseta Rojhilata Navîn da her çûye rola kurdan muhîmtir bûye lê hîn jî kurd li ser vî textê setrancê ne aktorên sereke ne. 

Di peydabûna dîyasporaya kurdan da gelek sedemên sîyasî jî hene. Hetta em dikarin bibêjin ku sedemên herî bingehîn ên dîyarker ev sedêmên sîyasî ne: Qedexekirina zîmanê kurdî, înkarkirina nasnameya neteweyî, asîmîlasyon, şerê di navbera rêxistinan û dewletan da, sîstema cerdewanîyê, ev sedemên navborî di sirgûnî, reva Ewropayê û hin deverên din da jî dîyarker bûne. 

Komkujî (genocide) tevkujî: “mensûbên komeke dînî etnîkî, an zimanî, jinezaro, komkujî an jî tunekirin. Peymana Jenosîdê ya Neteweyên Yekbûyî, bi awayê zîhnî an bedenî xisardayîna grûbeke dînî an etnîkî, rêgirtina zêdebûna wan an bêparhiştina ji mafê hînkarî û perwerdebûna bi zîmanê dayikê jî wek jenosîdê dihesibîne.” [4]

Encam

Ji ber sedemên civakî, dîrokî û sîyasî li Tirkîye, Sûrîye Îran û Iraqê zor û zextên herî giran li ser kurdan hate pratîzekirin. Piştî cûntayên leşkerî girtîgeh bi kurdan hatin tijîkirin, îşkenceyên nedîtî li ser laşên kurdan hatin cerîbîn. Mafên kurdan ên herî bingehîn ên însanî ji holê hatin rakirin, nasnameya kurdî, zimanê kurdî û çanda kurdî di bin postalên leşkeran da hat perçiqandin. 

Di alozîya bûyerên dîrokî, zelzeleyên civakî û dek û dolabên sîyasî da qîmeta jîyana mirovan namîne. Îşkence, mirin, kuştin, êrîş, destdirêjahî, talan, asîmîlasyon û hemû biryar û kiryarên tundrev, ji derketin û dûrketina welêt pê ve tû çareyê di destê kesî da nahêle. Kesên ku diçin dîyasporayê helbet her tim bi plan û proje naçin, carinan ji bo xelaskirina ruhê xwe direvin wargehên dîyasporayê û dibin rêwîyên çûnevegerê.

Jêrenot

[1] Senar Turgut, Mezopotamya’da Kürt Uygarlık Tarihi, Belge Yayınları, İstanbul, 2011, r. 11.

[2] Bletch Chirguh, Kürt Sorunu Kêkenî ve Nedenleri, Wer: Nîhat Nuyan, Avesta, Îstanbul, 2009, r. 16.

[3] Abdullah Kiran, Ferhenga Zanistên Civakî, Nubîhar, Îstanbûl, 2014, r. 241.

[4] Abdullah Kiran, H. b. r. 248.

            

Şîrove bike