Çîroka du mîran: Mîr Mahmut û Mîr Osman

Mahmut Ahmetoğlu di salên 70yî de li Mêrdînê Lîseya Tîcaretê dixwîne. Di wan salan de Osman Karakaş jî li Diyarbekir xwendekarê lîseyê ye. Herdu jî Dêrikî ne. Li bajarên ku lê ne Mahmut bi îmzeya ‘MÎR’ û Osman jî bi îmzeya ‘OSMAN’ li ser lewheyên dikan û camên maxaze û texsiyan navan dinivîsînin, lê hayê wan ji hevdu tuneye.

Wextê dibistan tatîl dibin herdu jî vedigerin Dêrikê. Osman rokê firça wî ya samûr ya serê wê zirav di bêrîkê de li çarşiya Dêrikê dimeşe lê dinêre xortekî zeîfî dirêj li ser cama dikanekê tiştina dinivîse. Diçe balê û firça xwe dirêj dikê, dibê: ‘’Kekê, firça te serê wê pahne, ji te re bi vêya binivîse.’’ Mahmut wa lê dinêre, dibê, ‘’Tu ji vî karî fam dikî?’’ Osman dibê, ‘’Erê.’’ Mahmut dibê, ‘’Tu dixwaze were em firçeyên xwe, boyaxên xwe  bikin yek û bi hevdu re bixebitin, çi hat nêvî nêvî?’’ Osman dibê, ‘’Temam..’’ û destpêdikinê bi hevdu re dixebitin. Wek îmze jî navê ‘’MÎR-OSMAN’’ bi kar tînin.    

Di salên 70 yî de temama nivîsên lewheyên dikan û kahweyên Dêrikê ev herdu xort çêdikin. Wek navê Kahweya Palay, Zozan û Azadê û navê Evin Kitabevi… Hevaltiya wan û şirîkatiya wan pir xweş derbas dibe. Wer li hevin di nava salan de wê xetika (-) di navbera navên xwe de jî radikin û êdî tenê ‘’MÎR OSMAN’’ dinivîsin. Li Dêrikê hê jî gava meriv tenê dibê ‘Mahmut’ an ‘Osman’ kes wan nasnakin, lê wextê meriv ‘MÎR’ tîne ber navê wan herkes nasdikin.

Di wan salan de em xortên Dêrikê ne samûr bûya jî herkê firçeyek û qutiyên me yên boyaxê hebûn û me nivîs dinivîsandin. Lê ne li ser camên dikana, li ser dîwaran me slogan dinivîsandin. Kahrolsun Sömürgecilik, Kurda re Azadî û hwd. Bi şev gurûb gurûb em derdiketin û me mehel li hevdu parve dikirin. Şevekê gurûba ez têde me Osman jî têde bû. Dîwarên tên bergiya me em sloganên xwe lê dinivîsin û dimeşin. Min carekê bala xwe dayê, min nêrî Osman wek ku li ser camên dikana binivîse herfên xwe bi pîvan û xweşik dinivîse. Ez çûm balê û min jê re got: ‘’Ewqas xweşik nenivîse, wê sibê herkes zanibe tu ye!’’ Min got, lê fêdeya gotina min çênebû. Dû re min famkir ku wextê wî radihişt firçê û qutiya boyaxê ew êdî dibû ‘’MÎR OSMAN’’ û nema karîbû nexweşik binivîsanda.

Hefta çûyî rokê li telefona min ket. Min dengê wî dernexist. Got, ‘’Ez Osman im, Osman!’’ Lê nerî ku hê jî min ew nasnekiriye, got: ‘’Mîr Osman!’’ Min got: ’’Weyy!’’

Selehattin Bulut û Mîr Osman, Wêne: Qesîm Etmanekî

Mîr Mahmut rehma Xwedê lê be du sal berê wefat kir. Lê navê wî li ser wan lewheyên dikan û qahweyên Dêrikê û li ber navê Osman wê herûher bijî…