Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Hikûmeta Ukraynayê: Dawî li şerî tê, lê li helbestê nayê

15/12/2022

Hikûmeta Ukraynayê bo welatî karibin helbestên xwe lê biweşînin malpereke fermî vekiriye.

Malper raber dike ku heta niha bi qasî 25 hezar helbest lê hatine barkirin.

Di malperê de tê gotin ku helbest tifingek e û ew dikare bo xwedîyên tifingên rast bibe îlham.

‘’Hûn jî tevlî vê mîrata çandî bibin û hunerê lê zêde bikin. Jiber ku em dizanin dawî li şer tê, lê li hebestê nayê’’ li danasîna projeyê hatiye nivîsîn.

Xên ji ya hikûmetê, malpereke din, bi navê Words of War (Peyvên bo Şer) heye.

Di vê malperê de jî helbestên Rûsî û Ukraynî bi wergerên xwe yên Îngîlîzî têne weşandin.

Şerê Rûsya û Ukraynayê di dawîya Sibatê re destpê kir. Rûsya hin herêmên Ukraynayê wek axa xwe dibîne, lê Kîev dibêje ku Moskow dagirker e. 

Malpera hikûmeta Ukraynayê, Helbestên Herbê: https://warpoetry.mkip.gov.ua

Words for War: https://www.wordsforwar.com

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan