Wêneyek ji tarîtî û rohaniyên serdema Hişê Çêkirî (AI)

Bifikirin ku hezkiriyê/a we yê/ya heft salan ji we cûda bûye û hûn ji heyameke gelek hestiyar derbas dibin û kela girîyê her di gewriya we da ye.

Îro belku hûn bi antî-depresanan xwe ji vê acizîyê xilas bikin. Bes piştî deh salan bi egereke mezin, Hişê Çêkirî berîya antî-depresanan dê rê li ber xemgîniya we bigire.

Bi analîzkirina tona dengê we, girêyên di navçanên we da, yan jî bi dîtina guherînên di hormonên we da, Hişê Çêkirî dê bizane ku hûn ji heyameke nexweş ya weke cudabûnê derbas dibin û li gorî wê dê reftarê ligel we bike.

Dema ku hûn guhê xwe didin muzîkê pêşî ji playlîsta we, dê stranên xemgîn bîne li pêşiya we. Piştî ku hinek wext derbas dibe, li gorî bersivên we dê stranên dînamîktir veke. Yan jî dê Chatbotek alîkariya derûnî derxîne li pêşîya we û chatbot dildaniya dê dane li ber dilê we û hwd.

Bêguman piştî deh salan ligel pêşketina Hişê Çêkirî jiyan, ji hemû aliyan ve dê gelek ji ya îro cudatir xuya bike. Bi taybetî kêşeyên tendirustiyê bi alîkariya Hişê Çêkirî tê çaverêkirin ku kêm bibin, heta nemînin. Bo mînak, nexweşiyên weke seretana pankreasê ku dîagnoskirina wan zehmet e, ji aliyê Hişê Çêkirî ve di qonaxa destpêkê da dê werin dîtin û bi dîagnoskirina zû dê pêşî li senaryoyên xirab were girtin.

Bes hêza guhertinê ya Hişê çêkirî, weke her tişteke nû, ligel gelek derfetên weke di kerta tendirustiyê da, gefan jî ligel tîne.

Bo mînak dema ku kompanyayên mezin yên teknolojiyê derbarê me da têra xwe agahiyan kom dikin û wan agahiyan bi Hişê Çêkirî re tînin bal hev, me baş nas dikin, û bi rêya derxistina naverokên rast li pêşiya me, dikarin her tiştî bifiroşin me. Ne bi tenê mal û milk yan xizmetekê, dibe ku fikir yan jî îdeolojiyekê jî bi hêsanî bifiroşin me. Eger heya ku piştî deh salan, biryarên me yên herî girîng li şûna me Hişê Çêkirî bide, ji ber ku em jî bibawer in ku Hişê Çêkirî dê biryara herî bêxeta bide.

Hişê Çêkirî berhemeke mirovahiyê ye, bes bi wî avayî gef heye ku em piştî demekê bibin berhemên Hişê Çêkirî û kompanyayên ku derbarê me da xwediyê herî zêde agahiyan.

Lê dîsa jî Hişê Çêkirî bo siberoja mirovahiyê êdî wek diyarkereke mezin derdikeve pêş. Lewma foksa liser senaryoyên xirab di derbarê Hişê Çêkirî da çareserî nîne. Bes dîtina senaryoyên xirab, girîng e. Ji ber ku nîqaş û hewlên peydakirin û cîbicîkirina polîtîkayên rast yên bikaranîna Hişê Çêkirî, wek yek ji nîqaşên girîngtirîn û zehmettirîn yên vê sedsalê xuya dikin.

Heger bersivên baş bo pirsên wek sînorên xwedantiya data û şêweya bikaranîna Hişê Çêkirî di nav demeke nêzîk da peyda nebin, bi raya we cîhan dê ber bi guherînek çawa re biçe? Di cîhanekê da ku Hişê Çêkirî li şûna me biryaran dide, çi qas wateya nirxên bingehîn yên cîhana îro, wek azadî, wekhevî û demokrasiyê dimîne? Heger wateya wan tiştan nemîne, şûna wan dê çi tijî bike?