Wesayet, Xweserî û Serbixwetîya Zanistî

Wesayet, Xweserî û Serbixwetîya Zanistî
Wesayet, Xweserî û Serbixwetîya Zanistî
Zülküf Ergün

Gelo barê giran ê hemû şaxên zanistî bi çend beşên ziman û çanda kurdî dikare bê rakirin? Eger bersiva vê pirsyarê na be, divê ji bo vê çi bê kirin? Em hemû dizanin ku kadroyên sînordar ên van çend beşên dîyarkirî ku di van salên dawî da qada wan ji alîyê hin zebanî û xêrnexwazan ve hatîye bertengkirin, bi tena serê xwe nikarin ji bin vî barê giran rabin. Lê em dizanin ku gelek kurdên dilsoz û hin zanistperwerên bêalî hene ku dikarin arîkarî bidin vê geşedana zanistî ya kurdan.

***

Di piranîya dîyardeyên mirovî da sê qonaxên geşedanê hene ku mirov dikare wan wek qonaxên wesayet, xweserî û serbixwetîyê pênase bike. Wesayet amaje bi rewşeke negihîştî, kêmî û lawazîyê dike. Mîna zarok, dîn û astengdarên giran gel û civakên bindest û lawaz jî bi awayek ji awayan di bin wesayetê da ne. Zarok heta mezin nebin, astengdar heta ji astengîyên xwe rizgar nebin û gel û civak jî heta rewşa xwe ber bi başîyê ve neguherînin nikarin ji bin wesayetê derkevin û derbazî asteke pêşketî bibin. 

Dema ku ev mirov û civak bixwazin ji bin vê wesayetê derkevin û doza hebûn, kesayetî û nasnameya xwe bikin bi “xweserî”yê ra rûbirû dibin. Hêza vê daxwazê, wasîyan neçar dike ku xwe bidin paş û heta radeyekê derfet bidin wesayetlêkirîyan. Bi vî awayî negihîştî û bindestên berê di çarçoveyeke dîyarkirî da be jî bê destwerdana rasterast a wasîyan, dikarin li ser navên xwe hin karan bikin, xwedîtî li nasnameya xwe bikin, cîyawazîyên xwe biparêzin, li ser xwe biryaran bidin û berê xwe bidin armancên bilindtir. 

Dema ku xebatên xweserîyê bigihîjin û bipijin zemîna serbixwetîyê çê dibe. Mirov dikare bibêje ku ev, rewşa kamilbûn û pêgihîştina kes û gelan e. Di vê qonaxê da kes dibin kesayetî, gel dibin netewe û ji alîyê her kesî ve tên pejirandin û nasîn. Êdî ev kesayetî û netewe dikarin bi serê xwe hemû pêwîstîyên jîyana xwe dabîn bikin, azadane araste bidin jîyana xwe û hebûna xwe di hemû qadên jîyanê da berceste bikin.

Mirov dikare van her sê qonaxên geşedanê li ser qada zanistî û akademîk jî cihbicih bike. Herçend di serdema serdestîya şaristanîya îslamî da ji alîyê kurdan ve hin deqên dîrokî û edebî bên berhemanîn jî em nikarin behsa nerîteke xurt a zanistî ya kurdan bikin. Ev valahî ji sedsala 18ê û bi şûn da heta radeyekê ji alîyê rojhilatnasên bîyanî ve tê dagirtin û ev kes ji bo hin armancên xwe yên mîsyonerî û sîyasî li ser ziman, edebîyat, civak, etnografî û çanda kurdî hin berheman dinivîsin ku paşê navê “kurdnasî”yê lê tê danîn. Bi vî awayî kurd bi hebûna xwe ya çandî û dîrokî ji sedsala 18ê heta serê sedsala 20ê dibin mijara zanistan. Di vê maweyê da ji bilî hin kesayetîyên awarte yên mîna Mela Mehmûdê Bazîdî ku ew jî bi handana kesayetîyên rojavayî dest diavêjin vê qadê, kurd bi giştî nikarin bibin bikerên zanista xwe û vê zanînê di berjewendîya xwe da bi kar bînin. Bi dîtina me ev mawe ji alîyê zanistî û akademîk ve teqabûlî qonaxa wesayetê dike ku kurd ji alîyê bîyanîyan ve tên pênasekirin û “kurdnasî” dikeve bin xizmet û armancên wasîyên baladest.

Ji ber guherînên mezin ên navçeyê kurd di serê sedsala 20ê da parîyek be jî bi ser xwe ve tên û ji bo dagirtina vê valahîyê dikevin nav hewldanên afirandina zanistên xweyî. Bername û peyrewên navxweyî yên komeleyên kurdî li Stenbolê û hin nivîsarên ronakbîrên kurd ên vê serdemê ji bo vê rewşê belgeyên giring in. Di van belgeyan da bi aşkerayî behsa pêwîstîya çaksazîya alfabeya kurdî, destnîşankirina normên rêzimana kurdî, tomarkirina ferhenga kurdî û nivîsîna dîroka sîyasî û edebî ya kurdî tê kirin. Bi vî awayî di van qadên navborî da pêngavên destpêkî yên zanistên xweyî tên avêtin û bingeha gelek şaxên zanistî ji alîyê karakterên kurd ve û bi zimanê kurdî tên danîn. Ev nîşaneyeke bihêz a daxwaza bikertîyê ye ku kurd cara pêşî, ji bo xwe û bi zimanê xwe dixwazin zanînên li ser xwe berhem bînin.

Mixabin dema ku ev fikir tên derpêşkirin rewşa sîyasî rê nade van ronakbîrên kurd ku dezgehên van zanistan damezirînin û vî karî sîstematîze bikin. Bi vî awayî heta demekê zanista kurdî nikare ji xwe ra banekî akademîk peyda bike û bi awayekî amatorî ji alîyê hin dilxwazên kurd ve tê gengeşekirin. Lê piştî 1930ê bi saya hin mafên çandî yên kurdên Sovyet û Îraqê cara pêşî kurd li van her du welatan dibin xwedîyê dezgehên xwe yên zanistî yên xweser. Ji ber vê cara pêşî li Ermenistana Sovyetê bi destpêşxerîya Erebê Şemoyî û bi arîkarîya dezgehên Sovyetê di 1931ê da “Têxnîkûma Kurmancan a Piştkafkasê ya Pêdagojîyê” ji bo perwerdekirina mamostayên kurdî tê damezirandin. Temenê vê dezgehê kurt be jî bi saya dezgehên din ên Sovyetê li vî welatî ji nav kurdan hin vekoler û zanayên giring ên mîna Hecîyê Cindî, Çerkezê Beko, Emînê Evdal, Qanatê Kurdo û gelekên din derdikevin û ev kes ji xebatên zimanî heta folklorê piştgirîyeke baş didin avakirina akademîya kurdî. 

Li Îraqê tevî berdewamîya xwendina kurdî di asta seretayî da, piştî kudetaya 1958ê bi avakirina Birêveberîya Xwendina Kurdî di nav Wezareta Perwerdeyê da û bi vekirina Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî ya Zanîngeha Bexdadê ji bo akademîya kurdî bingeheke baş tê danîn. Di 1970ê da bi damezirandina Korrî Zanyarî Kurdê akademîya kurdî dibe xwedî dezgeha xwe ya herî bihêz û berhemdar. Bi vî awayî di van salan da di hemû qadên zanistî da geşedaneke berbiçav çê dibe û di gelek qadên zanistî da bizaveke xurt çê dibe.

Mixabin ji ber rewşa giran a sîyasî li Tirkîye û Îranê di nav kurdên bakurî û rojhilatî da avakirina dezgehên akademîk gelek dereng dikeve. Di sala 2010ê da li Zanîngeha Mardînê bi avakirina Enstîtuya Zimanên Zindî û Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî cara pêşî li vî welatî dezgeheke akademîk ji bo ziman û çanda kurdî hat avakirin. Çend sal paşê bi çavlêkerîya vî welatî Îranê jî destûr da ku li Sineyê Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî di bin banê Zanîngeha Kurdistanê da bê vekirin. Li Tirkîyeyê herçend piştî çend salan li çend zanîngehên din jî dezgehên weha hatin vekirin jî ev enstîtu û beş heta îro jî nebûne xwedî kadroyên pêwîst da ku bikarin mil bidin ber dagirtina valahîya sedsalan. Bi mixabinî ez dikarim bibêjim ku piranîya beşên ziman û edebîyata kurdî li Tirkîyeyê wek navekî bênaverok mane û li benda xwedî û bikerên xwe yên çalak in.

Pirs ev e gelo barê giran ê hemû şaxên zanistî bi çend beşên ziman û çanda kurdî dikare bê rakirin? Eger bersiva vê pirsyarê na be, divê ji bo vê çi bê kirin? Em hemû dizanin ku kadroyên sînordar ên van çend beşên dîyarkirî ku di van salên dawî da qada wan ji alîyê hin zebanî û xêrnexwazan ve hatîye bertengkirin, bi tena serê xwe nikarin ji bin vî barê giran rabin. Lê em dizanin ku gelek kurdên dilsoz û hin zanistperwerên bêalî hene ku dikarin arîkarî bidin vê geşedana zanistî ya kurdan. Ez di wê bawerîyê da me ku em dikarin bi van heval û dostên hêja li ser kurdan û kurdî gelek karên baş bikin. Ji bo vê pêwîstîya me bi birayên dilşewat ên beşên din û hevkarên zanistperwer ên bîyanî heye ku xizmeta rastîyeke xwerû lê bêpişt û penah bikin. 

Îro erka me ya sereke ev e ku em naveroka van dezgehên heta radeyek xweser, bi xebatên baş û hêja dagirin da ku li gor qanûna tekamûlê rê li ber asteke pêşketîtir a akademîk vebe ku ew jî pileya serbixwestîya zanistî ye. Divê em ji bîr nekin ku kakila pêşketina hemû qadên din ên jîyanê heta radeyekê bi pêşketina zanistî ve girêdayî ye. Eger naveroka dezgehên xweser bi xebatên baş bê dagirtin û li ser vê bingehê hejmara wan bê zêdekirin belkî jî ev dîyarde îlham bide qadên din ên jîyanê ku pêwîstîya civaka kurdî pê heye.