Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Doza Tahir Elçî: Serokê Baroya Amedê bang li Davutoglu kir ‘ew çi dizane bila bibêje’

05/07/2023

Di heftemîn danişîna doza Tahir Elçî da dadgehê careka din biryar neda. Dadgehê, doza Elçî taloq kir bo 29ê Mijdarê.

Heftemîn rûniştina doza serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçîyê ku sala 2015an di êrişeka çekdarî da hatibû kuştin, li 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat.

Nûnerên saziyên sivîl, baro û Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê yên li Tirkiyeyê beşdarî danişînê bûn û Yekitîya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) jî weke terefeka mudaxil beşdarî dozê bû.

Li gor nûçeya Ardil Batmaz ya ji Gazete Duvarê, heyeta dadgehê di danişîna îro da daxwaza lêkolînên li cihê bûyerê û guhdarkirina polîsên îstîxbaratê red kirine.

Nahît Eren: Hemin dadgeh guhdar nake derkeve pêşberî kamerayan tu biaxive!

Serokê Baroya Amedê Nahît Erenî jî di danişîna dozê da helwesta heyeta dadgehê rexne kir u got:

“We daxwaza bersûcê vê dosyayê red kir û got ku tu eleqeya wî bi dosyayê re nîne. Di her daxuyaniya xwe ya çapemeniyê da me got ku ev cinayet siyasî ye. We guh neda serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu, ku em behsa heman tiştan dikin. Ma hûn qet meraq nakin çima serokwezîrê wê demê ev daxuyanî da? Li vir ez bang li wî dikim. Ji ber ku dadgeh guh nade wî, wê demê divê Davutoglu derkeve pêşberî kamerayan û tiştên ku dizane bibêje.”

herwiha di danişînê da heyeta dadgehê piştî îfadeyên bersûc û şahidan biryara xwe ya demkî eşkere kir û doz bo 29ê Mijdarê taloq kir.

Tevî ku di ser kuştina wî re 8 sal derbas bûne, lê heta niha ji bo Doza Tahir Elçî biryarek derneketiye.

Çi qewimîbû?

Serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî, 28ê Mijdara 2015an dema ku ji bo şermezarkirina hilweşandina Minareya Çar Ling a dîrokî ya li navçeya Sûrê daxuyanî dida medyayê, di êrişeka çekdarî da hatibû qetilkirin.

Doza Tahir Elçî 5 sal piştî kuştina wî hatibû vekirin û yekemîn danişîna dozê 21ê Cotmeha 2020an hatibû pêkanîn.

Şeşemîn rûniştina dozê jî, 23ê Mijdara 2022yan pêk hatibû.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan