Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 11: Bundehiş

Bundehiş çavkaniyeke giring e ji bo lêkolînên li ser nijad û secereya kesayetan, ku navê wan ji çîrokên mitolojik bigire heta helbesta kurdî ya modern derbas dibin.

***

Di edebiyata serdema Sasaniyan de, yek ji berhemên giring jî Bundehiş an Bundehişn e. Peyva Bundehiş tê wateya ‘Aferîniş’ yanî bûyera afirandina destpêkê. Bundehiş di eslê xwe de metneke dînî ye. Bundehiş, li gorî baweriya Bêhdînî (dînê Zerdeştiyan) behsa afirandina cîhanê û her tiştê li ser rûyê cîhanê dike.

Bundehiş di dawiya serdema Sasaniyan de hatiye nivîsîn, lê di sedsala 3ya koçî de ji aliyê Ferenbeg Dadegî ve hatiye berhevkirin û halê xwe yê îroyîn girtiye ku li gorî agahiyên tarîxî Dadegi kesayetê herî giring ê zerdeştiyan û yê serdemê bûye. Du versiyonên Bundehişê mevcûd in. Ya yekem wekî Bundehişa Hîndî tê nasîn ku kurt e û ya duyemîn jî wekî Bundehişa Îranî an jî wekî Bundehişa Mezin tê nasîn ku berfirehtir e. Rengdêra “Hîndî” an jî “Îranî” li ser van her duyan hatiye danîn ji ber ku versiyona yekem li Hindistanê û ya duyem jî li Îranê hatiye nusxandin.

Bundehiş di eslê xwe de rîsaleyeke biçûk e, ji beşên cuda pêk hatiye ku bi piranî derbarê afirandinê de ne: Derbarê Afirandina Maddî de, derbarê bilindahiya Afirandina Ronahiyan de, derbarê çawayî û sedema afirandina mexlûqan a ji bo şerî, derbarê êrîşa Ehrîmen li ser afirandinê, derbarê dijminatiya du Meynû (cewher) de, derbarê tarîxa gerdûnê de, derbarê şerê mexlûqan li hember Ehrîmen, derbarê çawayîya afirandina van (erd, çiya, derya, rûbar, heywan, zelam/jin, giya, agir, xwew, ba, hewr, baran, xirefisteran (hebûnên ziyakar û xerab), salê dînî (Teqwîma Zerdeştiyan), îzedan, Pira Çînwed, Bajarên Îranşehrê, Qiyamet û…

Beşa vê berhemê, ya ku bi mijara me ve eleqedar e, beşa bîstem e. Sernavê vê beşê wiha ye: Derbarê nijad û pêwendiya Keyaniyan de. Di vê beşe de, nijad û secereya padişah/leheng û dij-lehengan derbas dibe ku di cureyên cuda yên edebiyata Kurdî de, bi taybet di destanên Kurdî de, hatine bikaranîn. Li gor vê beşa Bundehişê secereya wan wiha ye: 

“Keyûmers – Meşî – Siyamek – Ferwag – Hûşeng – Yenghet – Weyûnghan – Tehmûres” nifşek e.

“Cem(şîd), Tehmûres, Espîdwer, Nersî û Reşnçîn hemû bira bûn”.

“Ji Cem(şîd) û Cemek (ku hem xwişk û hem jî jina Cem bû), kur û keçek hat dinyayê û bûne jin û mêr”.

Piştre di Bundehişê de secereya Zehak (Dehak) hatiye dayîn. Secereyeke wisa ye ku nijada wî digehîne Ehrîmen, yanî Şeytanî.

Piştî Zehak, secereya Fereydûn hatiye diyarkirin ku digehije Cem(şîd) û behsa kurên wî yanî Selm, Tûr û Îrec jî tê kirin. Bundehiş, behsa vê jî dike ku Îrec û nifşa wî hemî ji aliyê Selm û Tûr ve tên kuştin. Tenê keçikeke wî dimîne ku ji aliyê Fereydûn ve tê perwerdekirin. Ji nifşa wê Menûçehr hat dinyayê û tola Îrecê bapîrê xwe ji Selm û Tûrê hilda.

Di bundehişê de secere û nifşa Efrasiyabê Tûranî yê kurê Peşeng jî tomar bûye ku li gorî rîwayetê ji nifşa Tûr e. 

Piştre Bundehiş cih dide Key Qubad û kurê wî Key Epîwe, kurên wî Key Areş, Key Biyareş, Key Pesîn û Key Kawûs, Siyaweş û kurê wî Key Xusrew.

Di berdewamiya wan de Bundehiş behsa Luhrasp û nifşa wî dike. Li gorî Bundehişê nijada Luhrasp digehîje Key Qubad. Kurên Luhrasp jî li gorî rîwayeta Bundehiş Guştasp, Zerîr û kurên wî yên din in. Ji Guştasp, Îsfendiyar û Peşûten tên dinyayê. Ji Îsfendiyar jî Azerterîş, Mehrterîş û Behmen tên dinyayê. Behmen bixwe jî bapîrê Erdeşîrê Pabekan e.

Di Bundehişê de behsa nijada Rustemê Zal jî hatiye kirin. Li gorî rîwayetê Bundehiş, “ji Sam şeş cot zarok çêbûn. Navê yek ji wan Destan bû. Ji Destan jî du kur çêbûn: Rustem û Zeware”. 

Di dawiya vê beşe de jî behsa secere û nijada Zerdeşt, navê kur û keçen wî û endamên malbata wî hatiye kirin.

Wekî tê dîtin, Bundehiş çavkaniyeke giring e ji bo lêkolînên li ser nijad û secereya kesayetan, ku navê wan ji çîrokên mitolojik bigire heta helbesta kurdî ya modern cih digirin.

Şîrove bike