Seydo Aydogan: Hêj kesî rêzimana Celadet Bedirxanî derbas nekirîye

Xeyala te ji bo kurdan çi ye?

Ku Kurd bibin xwedan welatekî azad, welatekî weha ku xelkê wê xwende û hişyar be, û bizane bê Kurdan çi êş û azar kişandiye da ku qiymetê wê azadiyê bizane.

Li ber destê te çi kar hene û gelo mizgînîyeka te heye?

Bi salan e ku du pirtûk li ber destê min in, lê belê karên jiyanê û wergerên ku ji bo aboriyê dipejirînim, nedihişt ku xilas bikim. Yek jê romana min Komediya Kurdistanê ye ku dê bibe encama hemû ceribandinên min ên wêjeyî, ya din jî rêzimana min a kurmancî ye ku encama xebatên min ên 20 salan e. Min ji bo xwendekarên xwe û kurê xwe dest pê kir, lewre rêzimaneke têkûz û pêbawer li bazarê nebû. Roman hê dema kemilînê dixwaze da ku lê vegerim. Lê, rêziman hindik maye ku xilas bibe. Min niyet e ku wan zêde bi derengî nexim û bidim çapkirin. Heta salek an du salan dê derkevin bazarê.

Heyranîya te ji bo kîjan şexsîyet/an heye, çima?

Ez li ser kar û jiyana Celadet Bedirxan baş xebitîme û wî nas dikim. Hem xemên wî, hem jî kar û xebatên wî dibin sedem ku ez bibim heyranê wî. Zana û xwedan şiyan bû û bandoreke pirr mezin li ziman û wêjeya kurdî kir. Ji ber wê ye ku vaye 90 sal in ku her behsa wî tê kirin û hê kesî rêzimana wî derbas nekiriye. Lewma em jê re dibêjin “Celadet”, eynî mîna ku em behsa hevalekî xwe yê delalî bikin. Li mala min, weke kesayet, tenê wêneyê wî û yê Mehmed Uzun heye. Xweziya min bi dilê wî kesî yê ku bandor li nifşên pey xwe kiriye.

Heke mimkun bûya te dixwest çi şîyanên te hebin û ji bo çi bi kar bînî?

Heçî tiştên ku dixwazim, ji xwe li vê dunyayê hene. Lawekî min heye ku beranberî dunyayê ye ji bo min. Xeyal xweş in, lê min zêde û zêde rastiya jiyanê dîtiye, lewma tenê di xewnan de xeyalan dijîm û wan ji xwe re dinirxînim. Mesele şiyan nîne, lê derfet e. Min dixwast ku per û baskên min hebûna. Carinan di xewnan de dibînim ku difirim. Pê dihisim ku bextewar im. Nizanim çima. Lê, ya rast, şiyanên heyî besî min in.

Şîrove bike