Li Tirkiye û Kurdistanê wekî gelek bazaran, bazara weşanxane û kitêban jî ji krîz û qeyrana aborî muteesîr bû û hêj jî dibe. Bihabûna kaxezan derbeyeke mezin li weşanxaneyan da û vê derbeyê rengê xwe da bihayê kitêban ku êdî kirrîna kitêban gelek zehmet bû.
Li alîyê din, weşanxaneyên kurdî yên ku ji hemî pal û piştên dewletî bêpar in, ji vê krîza aborî zêdetir muteesîr bûn. Di vê bazara kurdî ya kêmxerîdar da, çend roj berê weşanxaneyeke kurdî ya bi navê ZÎZê avabûna xwe li ser medyaya civakî ragihand.
Daner û rêvebirên weşanxaneya Zîzê ku dixwazin fêhm û feraseteka nû bînin nav weşangeriya kurdî, dibêjin “motîwasyona Zîzê handana afirandina wêjeyeke têkûz e.”
Xwediyê weşanxaneyê Şêxo Fîlîk û gerînendeyê giştî yê weşanxaneyê Mehmet Dicle derbarê çîrok, armanc û vîzyona weşanxane û weşangeriya Zîzê û gelek babetên din da ji bo Botan Timesê axivîn.
Gelek caran navên weşanxaneyan vîzyon, mîsyon û fêhma wan ya weşangeriyê refere dikin. Tercîha navê Zîzê, pal û pişta xwe dispêre çi û çîroka navê Zîzê çi ye? Daner û avakarên Zîzê kî ne?
Mehmet Dicle (Gerînendeyê Giştî): ZÎZ, wekî ji navê wê diyar e hessasî, nazikî û nazenînî ye. Her ku peyveke kin be jî herwiha xwedî wate û referansên pir mezin e. Lê aliyê wî yê herî xurt jî romantîzma ku di xwe de dihewîne. Li vir peyva Zîzê çîroka me ya giran bi xwe jî dide ser milê xwe û helwest û raperîna me ya romantîk jî herî baş ew parzûn û îfade dike. Dibe ku edebiyat bi xwe karekî zîz be an bi rûhiyeteke zîz were kirin, lê zîzbûn nayê wateya kelogirîbûnê. Zîzbûneke wek a Don Kîxot e ku meş û serhildanek da destpêkirin. Û şovalyetiya wî ya zîz herwiha bû destpêka wêjeya modern, sirûşa bêdawî ya wêje û hunerê. Loma çîroka ZÎZê çîroka me bi xwe ye û ev serê salekê ye me ev çîrok ji gelek hevalên xwe re qal kir, her ku me qal kir bi fikir, nêrîn û pêşniyarên wan mezintir bû û hat radeya aşkerekirinê.
Her ku xwediyê weşanxaneyê Şêxo Fîlîk û Rênas Esen bin û ez gerînendeyê giştî yê weşanxaneyê jî bim ango her ku em sê kes di navendê de bin jî di nav xebatê de wê gelek kes bi edîtorî, wergêrî, şêwirmendî, redaktorî û teknîkerî bi me re bin. Ji ber vê îddîa û sînerjiya muazam jî em naxwazin ZÎZ tenê wek weşanxaneyeke kesan bê zanîn û nasîn. Bi vî awayî belkî meriv ZÎZê berhem û platformeke kolektif jî pênase bike. Platformeke ku li wir problemên heyî yên wêjeya kurdî û lêgerîna rêyên çareseriyê lê tên nîqaşkirin. Em dizanin problema heyî ya wêje û wêjekarên kurd ne tenê vebûna weşanxaneyeke nû ye. Helbet tiştê me daye pêşiya xwe jî ne karê weşangeriyê bi tenê ye. Ji belavkirina siya reş a li ser wêje û hunera kurdî bigire heta wergerandina berhemên kurdî yên li zimanên din, atolyeyên wêjeyê, lihevkirina bi ajansên biyanî re, ZÎZ ji bo her karekî xwedî plan û proje ye. Her wiha divê navê Mem Ararat jî bê hilanîn ku ew jî ji hêla maddî û manewî ve hevalbend û piştgirê vê çîrokê ye.
Di beyan û daxuyaniya weşanxaneya Zîzê da bo Ehmedê Xanî, Osman Sebrî û Cizîrî referansek heye. Gelo Zîz bi armanca berterefkirina kêmasîya/yên weşanxaneyên heyî yên kurdî hat avakirin yan Zîzê bi xwe îddiayeka xwe ya xweser heye di weşangerîya kurdî da?
Şêxo Fîlîk (Xwediyê Weşanxaneyê): Hem berterefkirina kêmasiyên heyî hem jî pêkanîna xewn û xeyalên xwe du dînamîk in ku bûne sedema avabûna Zîzê. Wek çawa di daxuyaniyê de jî hatiye diyarkirin; hemû tiştê nû li hember sazî û dezgehên heyî refleksek e û wek birêz Dicle jî aniye ziman avabûna Zîzê jî vê refleksê di xwe de dihewîne bêguman. Lê dînamakên avabûna Zîzê ne tenê refleksa navborî ye. Lewre Zîz li xwe mikûr tê ku di heman demê de mîrateya wan sazî û dezgehan e jî.
Jixwe ku em li gor diyalektîka tiştan jî bifikirin tiştek bêlesebeb pêk nayê. Hemû pêkhate xwe dispêrin sedemeke nebinavkirî an jî veşartî. Sermeseleyê li derekê kêmasî tunebe û her tişt bi rêkûpêk be hewce bi pêkhateyeke din jî namîne. Jixwe ew pêkhateya nû cih jî ji xwe re nabîne. Lewre neçar e ku her avahî li ser valahiyekê ava bibe, nabe avahiyek li ser avahiyeke din ava bibe.
Ya din rikberiya di hed û hidûdê xwe de û ya ededî tim rê li ber pêşketinê vedike. Îro hemû weşanxayên kurdî li gor derfet û hêza xwe bi salan ked dane û kevirek li mîrateya weşangeriya kurdî zêde kirine. Ev nayê ji bîr kirin û divê neyê ji bîr kirin jî. Lê dema em lê dinêrin her weşanxaneyekê jî qadek daye pêşiya xwe, li gor wê qadê vîzyon û mîsyonek ji xwe re diyar kirine. Ango tu yek neçûye di ser ya din de an jî di hewşa ya din de ava nebûye. Zîzê jî li gor lênêhirtina xwe ji xwe re qadek vekiriye, li gor wê qadê ji xwe re vîzyon û mîsyonek diyar kiriye.
Di beyana weşanxaneyê de kêm zêde tê fêhmkirin, lê belê bo xwîneran dixwazim bipirsim, gelo çarçoveyeka weşangeriya Zîzê heye? Zîz xwe dide ber weşandina kîjan cureyên berheman? Werger, edebiyat, teorî…
M.D: Divê em vêya di serî de bênîqaş û bêdudilî bêjin ku armanca me weşangeriyeke tenê bi kurdî ye. Û her wiha ji ber ku wê ji bo her tişt û nîqaşek gotinek me jî hebe divê em li ser vê babetê jî gotina xwe bêjin ku wêjeyeke ne bi kurdî wêjeya kurdî nîn e. Bila tu kes jî hewl nedin ku avê li me şêlo bikin. Wêje bi ziman tê kirin. Helbet wêjeya kurdî wê bi zimanê kurdî bê kirin û ji wê wêdetir tenê hewldana dîtina sebeban e. Ger em bên ser meseleya cureyan jî her ku wê di navendê de wêje hebe jî deriyê ZÎZê ji xebatên sînemayê bigire heta dîrok û cografyayê ji her xebat û wergerê re jî vekiriye. Û herwiha gelek qadên divê li ser wan xebat bên kirin hene, em ê bi pêşniyar û fikrên ku bên qalkirin jî di qadên curbicur de jî xebatan teşwîq bikin û hewl bidin ku ji bo fikrên orîjînal bibin pal û pêşeng.
Wextek ji wan wextê herî zehmet yê weşangeriyê ye li Tirkîye û Kurdistanê, di nav vê krîz û qeyrana aborî de tirs û xof li dilê we hasil nabe? Çunkî gelek weşanxane û kitêbfiroş ji ber vê krîza aborî deriyên xwe digirin.
Ş.F: Motîwasyona Zîzê “handana afirandina wêjeyeke têkûz” e. Dema motîwasyon ew be bila tirs ji xwe bitirse! Em ê bêyî tirs û bêyî pirs hemû motîwasyon û enerjiya xwe ji bo ku berhemeke têkûz û resen pêk bê xerc bikin. Bila yek be lê bila têkûz be. Hindik lê rindik…
Sermeseleyê tu berhem tenê bi nivîsandina nivîskar naqede û nabe berhem. Ya ku berhemê dike berhem edîtorî û weşangerî ye. Di edebiyata Kurdî de bi sedan berhem hene ku heke edîtorî û weşangeriyeke baş lê bihata kirin wê bibûna berhemên bijarte yên edebiyata dinyayê. Lê ji ber vê kêmasiyê a niha ji hêla neteweya xwe ve jî nayên nasîn. Ev guneheke mezin e hem li wê berhemê hem li nivîskar hem jî li wî zimanî ku herkes pê dizane di çi rewşê de ye.
Hem yek ji gazincên xwînerên kurdî ye û hem jî di daxuyaniya Zîzê de amaje pê hatiye kirin ku ew jî meseleya edîtorî û redaktorîya berhemên kurdî ye. Weşanxaneya Zîzê li ser van babetan çi plan û îddia hene?
M.D: Helbet yek ji nerazîbûnên me jî ew e ku berhemên tên weşandin bê edîtorî derdikevin û edîtorî ne redaktorî ye. Her ku me dunya û wêjeya dunyayê nas kir me dît ku li dunyayê ev kar bi awayeke din tê meşandin. Yanî piştê ku nivîskar metnê xilas dike li tu dereke dunyayê ew ne metneke pîroz e û her wiha dosyaya ku nivîskar xilas dike û ji weşanxayekê re dişîne ne kitêb bi xwe ye jî ew metin e an dosya ye, lê edîtorî ji wir pê ve dest pê dike, yek caran ew dosya dibe ku bîst caran li nivîskar vegere heta ku di dawiyê de bibe kitêb. Ev jî ji bo nivîskar ne kêmasiyek e lewre herkes dikarin tiştên baştir bikin. Nivîskarek hertim dikare metneke baştir binivîse. Xwedî ew potansiyel e û kesên ku wê potansiyelê kifş bike jî edîtor in. Yanî navîskarek ger bi şens be û bi edîtorek baş re bixebite dikare ew bi xwe jî li hember berhema ku derkeve holê heyr û heyran bibe. Ev jî bi pêşengiya edîtorên baş wê bibe. Herwiha kesên ku dikaribin ji bo wêjeya kurdî edîtoriyeke baş jî bikin hene, ev jî helbet suûdeke mezin e, hem ji bo weşanxane hem jî ji bo nivîskaran. Lê helbet dem divê ji bo edîtoriyên baştir jî, ji ber ku ev kar jî hên wê nû nû di nav me de dest pê dike. Em ê karên baştir dîsa di nav kar de fêr bibin û her ku em dûrî siloganan bin jî dibe ku felsefeya xwe ya kar bi vê gotinê bêjin ku karekî baştir hertir mimkûn e.
Weşanxaneya Zîzê bi ‘eyan û aşkera beyan dike ku dê bi heq û heqdest bixebite. Gelo mumkun e weşanxaneya Zîzê di meseleya telîfê da rêyeka alternatîf dane pêşiya nivîskarên kurdan?
Ş.F: A rast ne tenê kêmasiya weşangeriya kurdî lê ev nexweşiyeke kronîk a hemû karûbarên bi kurdî ye ku hemû kar û ked li ser dildarîyê ye. Tunebûna bazarê, qeyrana heyî, sedemên polîtîk ên derbar ziman de… Haya me ji van hemûyan heye lê wergêrek ji Zîzê re hevokekê jî wergerîne wê di asta bazara dinyayê de heqê xwe bistîne. Nivîskarê ku ewqas ked daye berhemê wê di asta edebiyata dinyayê de heqê telîfa xwe bistîne, pirtûk hatiye firotin nehatiye firotin, bazar kesad bûye geş bûye ev problema me ye ne ya nivîskar e, ew tenê heqê xwe dizane.