Her du neviyên Şêx Seîd, Dilhad û Dilşad Fırat -ku cêwî ne- di derbarê salên sirgûniya malbata Şêx Seîd de, romaneke dîrokî nivîsîne. Navê vê romanê Şîn e û di 23yê Cotmeha 2023an de, ev berhem di bin banê weşanên LUVI de li Enqerdeyê çap bûye. Herçiqas navê berhemê bi kurdî –Şîn– be jî, zimanê wê tirkî ye.
Di vê romana dîrokî de, Dilhad û Dilşad Fırat hewl dane behsa salên piştî têkçûna Tevgera Neteweyî ya Kurdî ya 1925an bikin û piştî şer çi hatiye serê wan malbatên hatine nefîkirin (di salên navbeyna 1926-1935an de), xwestine raberê xwîneran bikin ka li sirgûniyê bi jiyaneke çawa re rû bi rû ma ne.
Bi taybetî ev roman li ser serpêhatiyên kurê mezin ê Şêx Seîd, Şêx Elî Riza û bira û rêhevalên wî radiweste. Piştî ku Şêx Seîd bi dek û dolabên zavayê xwe (Binbaşı Kasım) êsîr tê girtin, rêhevalên wî ber bi Rojhilatê Kurdistanê ve diçin û dixwazin tevgerê ji nû ve organîze bikin û dubare êrişê komara nû bikin. Lê belê ev hewildana han ji ber dubendiyên di navbera eşîran de û nakokiyên di navbeyna serkirdeyên tevgerê de bi ser nakeve.
Beşeke giring a vê romanê jî behsa trajediya nefîkirina endamên zarok û jinên malbata Şêx Seîd û malbatên din yên beşdarî tevgerê bûne, dike. Di vê beşê de xwîner wê pêvajoya nefîkirinê bi hûrgilî dixwîne û têdigihêje ka di wê serdemê de malbatên sivîl ku çi tawaneke wan tune ne bi jiyaneke dijwar re çawa rû bi rû tên hiştin.
Bi boneneya çapbûna romana Şînê Botan Timesê derbarê qonaxa nivîsîna wê de li gel nivîskarên romanê Dilhad û Dilşad Fırat hevpeyvînek kir.
Fikra nivîsîna romaneke tarîxî ya bi vî rengî ji ku peyda bû û ev yek çawa hasil bû?
Fikra nivîsîna romana Şînê ji wê hesta berpirsiyariya derket ku dîrokê li me bar kiribû û ji rabirdûya malbatê tê. Em ji malbateka wisa tên ku ew jî encama gelek şer, şîn, êş û travmayên kulturî yên li ser vê axê ne. Dîroka malbata xwe li kûrahiya vê axê pêçabû û me neçar hîs dikir ku vê barê bigirin li ser milê xwe. Bareke giran a dîrokî li ser milê me bû û ev bar em ber bi nivîsîna vê berhemê ve birin. Ev giraniya di dilê me de ne tenê encama wê yekî bû ku em endamên vê malbatê bûn, di heman demê de em perçeyeke ji vê axê bûn û me jî wekî xelkê xwe heman êş dikişand. Me xwest wan êş û tiştên hatî serê me bi awayekî bînin ziman. Xwesteke me ya ji bo jibîrnekirina wan êşan bi dîroka vê axê û bi rêzgirtina xelkê xwe li hev hat.
Ev roman ne tenê çîrokek e, di heman demê de vegotinek e ji bo têkiliya me ya bi dîrok û nasnameya me re. Me xwest ku nifşên peyrev bila hay ji dîroka vê axê hebin, bila êşên bi serê xelkê de hatî fêm bikin. Ev ji bo me berpirsiyariyek bû û ev roman nîşaneyeke ji bo vê berpirsiyariyê.
Dema em li naveroka Şînê dinêrin, em dibînin ku bi dehan geşedanên dîrokî têne vegotin. Çima we biryar da hûn vê metna ku di dema xwendina wê de, dişibe berhemeke bîranînan wekî romaneke dîrokî binivîsînin?
Sedema ku me Şînê wekî romaneke dîrokî nivîsî ew bû ku me xwest wan rastiyên xwe yên di nav vê çîrokê de veşartîne derxînin û rabirdûyên mirovan bi hûrgilî bînin ziman. Ev çîrok xwe dispêre kesayetên pêşewa yên dîrokî û malbatên wê serdemê. Lêbelê me qîma xwe ne tenê li dane û qeydên dîrokê anî, di heman demê de armanca me ew bû ku wan rabirdûyên mirovan ji nêziktir ve vebêjin. Me bûyerên dîrokî ne tenê ji dane an jî ji pirtûkên dîrokê got, herwiha me xwest tecrûbeyên hestî yên lehengan jî bînin ziman da ku xwîner baştir rewşa wê demê fêm bikin û hîs bikin.
Bi rêya romanê me xwest balê bikişînin ser çîrok û hestên mirovan ên li di nav bûyerên dîrokê de mane û herwiha eş û serkeftinên wê demê derxînin pêş. Bi vî awayî xwîner ne tenê bûyerên dîrokê hîn dibe, di heman demê de ev yek rê li ber vedike ku ew bikaribin bikevin nav cîhana hundirîn a kesayetan.
Di hevpeyvîna we bi Bianetê de, hûn dibêjin we xwe gihandiye qeyda dengê Şêx Elî Riza, ku kurê mezin ê Şêx Seîd e û fermandarê tevgera sala 1925an, ku di dawiya salên 1960î de ji aliyê siyasetmedarê kurd Abdulmelik Fırat ve hatiye tomarkirin. Di dema nivîsandina romanê de hûn çiqas girêdayî vê qeyda dengî bûn? Gelo we bi çavkaniyên alternatîf jî xwest nêzî bûyeran bibin yên ku di wê serdemê de qewimîne?
Di pêvajoya nivîsîna romanê de ji xeynî dengê qeydkirî yê Şêx Elî Riza, me ji çavkaniyên din jî sûd wergirtin. Her çendî qeyda dengî alîkariyeke giranbiha be jî di şopandina bûyerên wê demê de, pêdiviya me bi çavkaniyên cûda hebû ji bo fêmkirineke baştir. Ji ber vê yekê me belgeyên ji arşîvên fransî, tirk û îngilîzan kola. Ew çavkanî bûn alîkar ji bo me ku em rewşa civakî, siyasî û kulturî ya wê demê baştir fêm bikin. Bi vî awayî, armanca me ew bû ku li ser bûyerên dîrokî berfirehî bisekinin. Bi saya vê yekê, me xwest bila xwîner esehiya bûyerên dîrokî bibînin.
Bûyerên ku di romana Şînê de hatine behskirin di gelek cihên cuda de derbas dibin. Di wextê nivîsîna berhemê de, derfeta we çêbû ku hûn biçin serdana li wan deran bikin, Bo nimûne Rewandiz, hin beşên Rojhilat, Isparta (Eğirdir) û Bexda…
Mixabin ji ber şert û mercên îro, ewqas derfetên me tune bûn ku em vê axê têra xwe bigerin. Dema ev çîroka dîrokî ya ji nav vê axê bû carekî din hat gotin, çîrokên ku dengbêjan ji dil digotin, sûretên veşartî yên di wêneyên zerbûyî de, nepeniyên bêdeng yên axaftinên dadgehan û sirrên di nav mektûban de ji me re bûn rêber. Ji bo me, lipeyketina bûyerên ku li ser vê axê peyda bûne ne tenê keşfek bû, di heman demê de rêwîtiyeka hestî jî bû; wekî rewîtiyeka nepenî ya bi rêya li dû bûyerên dîrokî.