Pêwîstîya Nerîtê

Eger ji deqên edebîyata me ya hevçerx mirov nikaribe hest bi kûrahîya gotineke Melayê Cizîrî, hîkmeteke Xanî, nukteyeke Nalî, şîreteke Hacî Qadirî, êşeke Hawarê û tîrêjeke Gelawêjê bike ev nîşan dide ku aromaya nerîtê di edebîyata me da kêm e. Eger em bixwazin bi rastî jî bibin şagird û nivîskarên ziman û edebîyata xwe êdî divê em ji nav baxçeyên xerîban çav li keç û xortên baxçeyê xwe neşikînin û vegerin ser rêçika rast!

***

Tê gotin ku ji bo pêgihandina helbestvanên berê hostayan ji şagirdên xwe dixwest ku pêşî biçin hezar helbestan ji ber bikin, paşê ji bîr bikin û piştî wî dest bi nivîsîn yan gotina helbestan bikin. Ev nukte yek ji nîşaneyên giring ên pêwîstî û perwerdekarîya nerîtê ye, lewra çawa ku mirov heta nîvê temenê xwe hewcedarê hînbûn û perwerdeyê ne berendamên dahênerîya edebî jî ji bo pêgihandina xwe pêwîstîya wan bi xwendin û hînbûnê heye da ku demeke dirêj hiş û dilên xwe li ber gotinên pêşîyan germ bikin û paşê dest biavêjin qelemê.

Ji ber vê têgihîştinê helbestvanên berê bi mebest hin helbestên xwe li ser helbestên bijartî yên pêşîyan ava dikirin û bi rêya şibandinê nîşan dida ku ew jî dikarin gotinên baş û hêja li ser gotinên bijartî yên pêşîyan zêde bikin. Ev kar ji bo wan nîşaneya gihîştina asta wan hostayan bû. Ji ber vê Melayê Cizîrî helbesta pêşî ya dîwana xwe li ser helbesteke Hafizê Şîrazî ava dike û bi rêya hin amajeyên aşkera û bidizî bi çendîn helbestvanên din ra dikeve nav peywendîyeke edebî. Piştî nîşandan û îspatkirina behreya xwe ya edebî jî bi awayekî jixwebawer rûbirûyê hostayê xwe dibe û dibêje “Ger lû’lu’ê mensûrî ji nezmê tu dixwazî / Wer şî’rê Melê bîn te bi Şîrazî çi hacet”. Eger bi rastî jî Mela kapê xwe li kapên van hostayan nexista û hêza xwe ya edebî bi hêza wan a edebî ra berawird nekira gelo dê bigihîşta vê asta jixwebawer ku niha ji bo me bûye cihê şanazîyê?

Nerît hêz, palpişt û xwendingeha perwerdekirina berendamên her şaxeke huner û edebîyatê ye û kesê ku ji vê xwendingehê derneçûbe dê tu car nikaribe gotineke hêja yan jî nû li ser gotinên berê zêde bike. Heta ji bo redkirina pêşîyan û danîna rêçikeke nû jî pêwîstî bi nerîtê heye. Lewra li ser nebûn û nezanînê ne redkirin çê dibe ne jî îdîaya nûbûnê dikare bê kirin. Kengê mirov gotinên xwe bixe nav quleteyna gotinên pêşîyan û di vê hewzê da hevbeşî û cîyawazîyên xwe bibîne wê demê bi manaya rasteqîne bi xwe dihese. Ji bo bixwehesîn û ponijîna li ser xwe jî hertim pêwîstîya me bi yên din heye ku carinan ji bo me dibin îlham carinan jî kompleksekê li ser me çê dikin. Bi handana vê komplekse jî em hewl didin ji bo xwe rêyekê bibînin da ku xwe ji wan cuda bikin û xwe ji bin siha wan bavên kanonîk rizgar bikin. Di encama vê berawirdî û meydanxwazîyê da eger gotinên nû di nav vê quleteynê da hebûna xwe berceste bikin wê demê em dikarin behsa pêşketin û lêzêdekirinekê bikin.  

Bêguman zincîreya nerîtê bi saya seqamgîrîyeke berdewam, perwerdeya dezgehî û xurtîya bîra ronakbîrîyê bihêz dibe û neyarê wê jî tevlihevî, dabirîn û jibîrkirin in. Mixabin em kurd gelek car û deman tûşî astengên nerîtşikên bûne û nerîta me ya edebî bi dehan caran qetqetî û parparî bûye. Herî dawî bi avakirina Komara Tirkîyeyê kurdên li vî welatî tûşî vê yekê dibin. Lê piştî dabirîneke dirêj a heftê salî careke din dema li Stenbolê destûra derxistina weşanên kurdî derdikeve du nifş ji xebatên pêşîyên xwe mehrûm dimînin û di şûna ziman û edebîyata xwe da bi ziman û edebîyateke din perwerde dibin û çêja wan a estetîkî li ser vî berê bîyanî teşe digire.

Nifşek dema bi zimanê xwe neyê perwerdekirin û bi rêya zimanê xwe baxçe û gulistanên edebîyat û hunerê nenase, dikeve asta pitikên nûza. Bêguman kesên weha dema dest diavêjin qelemê ji bilî tevlihevkirina “ez” û “min”ê riwangeh û îmajînasyona zimanê serdest û zimanê bavûkalan jî tevlihev dikin û li erdê xwe yê beyar hin tovan diçînin ku ne ew erd ji bo wan dibe war ne jî ew tov li wî erdî dibin yar. Di rewşeke wesa da dema ku îmaj û jargonên zimanê serdest di hişên wan da diçilvilin û bi van keresteyan dixwazin deqên kurdî binivîsin edebîyateke premature ji dayik dibe ku nebûna wê ji hebûna wê baştir e. Nivîskarekî bifikirin ku bi rêya deqên xwe yên edebî yan jîngeha xwe ya çandî û civakî bêjeyên zimanê xwe hîn nebûye û bi rêya ferhengên tirkî-kurdî deqên edebîyata kurdî dinivîse! Gelo ev kes dê çend bikare hest, germahî û tehma wan gotinan ji bo xwendevanên wî zimanî veguhêze?

 Kesên ku dibêjin “ferheng nikarin rastîya hemû zimanî bibêjin” rast dibêjin. Lewra ruhê zimanekî ne di manaya sereke ya bêjeyên ferhengî da ye, belkî di ristesazî, xeyal û fantazmaya wî zimanî da veşartîye. Bêje, wek libên guşîya çandî ne ku di nav tevahîya xwe da rastî û efsûna xwe didin dest. Ji ber vê bêjeyên ku ji ferhengan tên wergirtin, hertim meyweyên paketkirî yên li marketan tînin bîra min lê bêjeyên ku ji deqên edebî tên wergirtin mînane wan meyweyan ku mirov ji daran diçine. Kesê ku neçe nav baxçeyê zimanekî û bi rêya xwendina berhemên sereke yên wî zimanî bêjeyên xwe ji darên wî zimanî neçine dê tu car nikaribe bêhn û tehma wan bêjeyan bi tevahî wergire û ji bo xwendevanên xwe veguhêze. Di vê rewşê da ji alîyê zimanî ve tehmsarkîbûn û naylonîbûn dê bibe sernivişta wî.

Ji ber mehrûmbûna ji nerîta edebî ya kurdî hin berhemên ku piştî salên 1990an di nav kurdên bakurî da hatine nivîsîn û hîn jî tên nivîsîn mixabin tehmsarkî û naylonî ne û ji bêhn û tehma bax û bostanên edebîyata kurdî bêpar in. Lewra ev gotin ji darên baxçeyê edebîyata kurdewarî nehatine jêkirin, ji devê gotinzanekî nehatine bihîstin û di nav risteyên hostayekî da nehatine xwendin. Ji ber vê kesên ku tik û tenê bi rêya ferhengên tirkî-kurdî bêjeyên xwe li ser hev kêş dikin, nikarin hest û ruhê zimanê kurdî zeft bikin û wî hest û ruhî ji bo xwendevanên xwe veguhêzin. Eger deqeke edebî nikaribe xwendevanên xwe rakêşe nav cîhaneke taybetî, çend gotinên xwe neke wîrdên ser zimanên wan û ji alîyê hest û ramanan ve tiştekî bi wan neke ev nîşan dide ku ev berhem ji hêza nerîtê bêpar maye.

Nerît pişta me dide mîrata sedsale ya bav û kalên me yên dêrîn û wek stûnekî gotinên me radigire. Eger ji deqên edebîyata me ya hevçerx mirov nikaribe hest bi kûrahîya gotineke Melayê Cizîrî, hîkmeteke Xanî, nukteyeke Nalî, şîreteke Hacî Qadirî, êşeke Hawarê û tîrêjeke Gelawêjê bike ev nîşan dide ku aromaya nerîtê di edebîyata me da kêm e. Eger em bixwazin bi rastî jî bibin şagird û nivîskarên ziman û edebîyata xwe êdî divê em ji nav baxçeyên xerîban çav li keç û xortên baxçeyê xwe neşikînin û vegerin ser rêçika rast!

Şîrove bike