Mirady di muzîka xwe de li “Telesî”yekê digere

Mirov her dikin ku tiştên hazir yên heyî bikar bînin. Şîrovekirina stranên gelêrî hêsantir e li gor wan. Min navê ‘desthilata nîvekî’ li guhdarên roja me kiriye ku ew in niha rewşê diyar dikin. Kî bêhtir nêzîkî wan bin, ji wan re bêhtir li çepikan didin. Hin besteyên baş jî car caran di bin siya stranên gelêrî de dimînin. Lê ev ne çavkaniyeke wisa ye ku wê heta hetayê berdewam bike.

***

Ferid Demirel

Mirady yek ji wan hunermendan e ku carê tê stranên xwe distirê û paşê “winda” dibe. Her ji çend salan carekê ango her ji demekê carekê, em dibinînin ku waye stranek sitraye, albûmek derxistiye. 

Wî beriya niha bi du sê mehan straneke nû weşand. Bi navê “Were Esmer”. Ev stran yek ji stranên albûma wî ya nû bû. Piştî vê stranê, niha jî hemû albûm bi hev re weşand. 

Navê albûma wî “Telesî” ye. Tê de 6 stran hene. Mirady mîna stranên xwe yên din, di van stranan de jî, wî bi xwe gotin ji wan re nivîsine û muzîk ji wan re çêkirine. 

Bi gotina Mirady, “Telesî” li Amedê tê bikaranîn û du wateyên wê hene. Yek jê di wateya “windakirina hêviyan” e û ya din jî “hêvîkirina xwedîtecrûbe” ye. Bi van gotinan mebesta xwe ya di hilbijartina vî navî de diyar dike: “Ji ber ti hêviyên min ji tîpografiya guhdaran nîne min ev stran çêkirin. Di erebî de tê wateya ‘tesellîkirinê’. Di roja îro de li beramberî me civakeke wiha ya muzîkê heye, guhdarên bi vî rengî hene, yên bi vî rengî hez dikin û yên bi vî rengî hez nakin hene. Min bi vî rengî hewl da.” 

Mirady bi xwe, muzîka xwe li ser hîmên esasî yên rockê çêdike lê digel wê jî çendîn formên din ên muzîkê jî bi kar tîne. Pop, caz, folk, muzîka kurdî ya gelêrî, rebetîko û çendîn formên din. 

Di vê albûma wî ya nû de jî forma popê li pêş e. Lê em deng û rengên rockê, cazê, folkê û rembetîkoyê jî tê de dibînin. 

Di muzîka xwe de tiştên nû diceribîne.

Ew her tim tiştên nû diceribîne. Li ser formekê namîne: “Belê rast e, şêweyeke min heye lê ez her tim diceribînim. Ez ne şaş bim, gotineke helbestvan Edîp Canseverî heye, dibêje ‘Di xerakirina wan taştan de ku em çêdikin, em hosta ne.’ Ger min tiştek çêkiribe, min ti carî xwe di bin siya wê de nehiştiye. Mîna ku min ew tişt, qet çênekiribe, her carê min ji serî de dest pê kir. Mîna muzîkjenekî nû. Mîna ku ez cara pêşiyê derdikevim pêşberî temaşevanan. Şêweyekî min heye. Cûreyên muzîkê yên vê şêweya min saz dikin hene. Hin kes hene hîmên muzîka kurdî ne. Muzîkên cuda yên bi şêweyên cuda tên çêkirin, yên di muzîka biyaniyan de û muzîka cîhanê de ne, yên hiştin şêweya muzîka min teşe bigire.”

Bandora Cansûn Kuçukturkî li ser muzîka wî heye.

Mina çend albûmên dawiyê, di vê albûmê de jî ew bi Cansûn Kuçukturkî re xebitiye ku endamê koma muzîkê ya Bajar e: “Cîhana wî ya muzîkê gelekî dişibe cîhana min a muzîkê. Car caran em ji bo stranekê gelekî diaxivin. Lê hinek caran em qet naaxivin. Ew dilê min baş dizane, ez jî yê wî. Di vê albûma Telesiyê de, ji bo strana ‘Serabê’ û ya ‘Were Esmerê’ min bi tenê sê peyv gotin. Ew ji bo wî bes bû ku aranjeya wan çêbike.”

Ew gotinên stranên xwe car caran ji helbestan, car caran ji yek peyvê werdigire: “Hin caran bi tenê peyvek bandorê li min dike. Ez li dora wê peyvê, stranê dihûnim. Hin caran helbestek e, hin caran hestek e. Ez di heman demê de Mamoste me. Car caran, ew dibe ku gotineke xwendevanên min be. An jî gotinên gelê me, mirov dibin sedem ku ez stranan çêbikim. Min ti carî negotiye, ‘ka hela ez stranekê çêbikim Bila wisa wisa be.’ Bi temamî ji ber xwe ye. Ez îlhama xwe ji jiyanê distînim, ji mirinê, ji evînê û ji hezkirinê distînim. Ji zarokên xwe distînim. Di vê albûmê de jî min helbest û zimanê kolanan têkel kirin.”

Hejmara stranbêjên jin zêde dibe.

Li gorî nêrîna Mirady pêşketina teknolojiyê û bikaranîna medyaya civakî, him tevliheviyeke mezin çêdike him jî ji bo kesên bikaribin van amûran baş bikar bînin, avantaj in. Tiştê ku hêviyê dide wî û wî kêfxweş dike, zêdebûna stranbêjên jin ên kurd in: “Mîna Rewşan Çelîker, Tara Mamedova, Tara Caf, Rûşen Alkar, Nûr Dönmez, Rûken Yilmaz, Pervîn Çakar. Ev gelekî giring e. Lê kêmasiyek heye, ew jî bestekarî ye. Bestekarî lawaz e. Bêhtir stranan şîrove dikin. Divê ev jî bê famkirin. Lê li gorî nêrîna min, divê girîngiyê bidin bestekariyê jî.” 

Miradî sedama ku kêmbûna besteyan û zêdebûna stranên gelêrî û dubarekirina wan jî bi van gotinan şîrove dike: “Gelek sedemên wê hene. Mirov her dikin ku tiştên hazir yên heyî bikar bînin. Şîrovekirina stranên gelêrî hêsantir e li gor wan. Min navê ‘desthilata nîvekî’ li guhdarên roja me kiriye ku ew in niha rewşê diyar dikin. Kî bêhtir nêzîkî wan bin, ji wan re bêhtir li çepikan didin. Hin besteyên baş jî car caran di bin siya stranên gelêrî de dimînin. Lê ev ne çavkaniyeke wisa ye ku wê heta hetayê berdewam bike.”

Derbarê Mirady de:

Mirady albûma xwe ya yekem di sala 2004an de weşandiye ku navê wê “Xemname” bû. Di sala 2012an de “Marmasî”, di sala 2013an de wî û Raperînê bi navê “Tarumar” albûmek derxist. Piştî wê di albûmeke de, ku ji ber helbestên Metîn Altiokî hatibû amadekirin, 2 stran sitrane. Piştî wê jî di sala 2015an de bi pêşekiya wî albûma “Peşk”ê derket ku ji ber helbestên Bro Omeriyî hatibû amadekirin. Mirady derhênerê muzîkê yê vê albûmê bû û tê de stran jî straye. “Xwelî” di sala 2018yan de, “Delal” jî di sala 2020an de derket. Beriya Telesiyê, di sala 2023yan de di albûmeke din a tirkî de stranek straye ku ji ber helbestên Behçet Aysanî hatiye amadekirin.

Gelek hunermend besteyên wî distirên. Niha jî ji bo 30 saliya jiyana muzîkê ya Mehmet Atliyî amadekariya albûmekê dike. Ew ji bo du albumên hunermendên jin produktoriyê dike.

Şîrove bike