Mihrîcana Pirtûkan a Mêrdînê

Selma Saglam: Beri hilbijartina şaredariyê, li Mêrdînê, ji aliyê walî û kayyûm ve fûareke pirtûkan hat lidarxistin. Lê di fûarê de qet cih nedabûn weşanxaneyên kurdî û pirtûkên kurdî. Bifikirin, li bajarekî wekî Mêrdînê fûara pirtûkan çêdibe lê qet pirtûkeke kurdî tune. Weşanxaneyeke kurd tune,nivîskareke kurd tune. Em ji viya pirr aciz bûn û me aciziya xwe,li ser navê baroyê, wekî daxuyaniyekê jî belav kir. Piştî vê fûarê me got, wekî tiştekî alternatîf, em dikarin çi bikin? Û fikra mîhrîcana pirtûkan bi me re çêbû.

***

Wekî tê zanîn, 15ê Gulanê, wekî Cejna Zimanê Kurdî tê qebûlkirin û her sal bi gelek çalakiyan tê pîroz kirin. Ji van çalakiyan yek jî “Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê” bû. Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê, îsal, cara yekem, bi boneya 15ê Gulanê, bi pêşengiya Baroya Mêrdînê û Platforma Ked û Demokrasîyê ya Mêrdînê hat lidarxistin. Mîhrîcan, bi beşdarbûna 26 weşanxaneyên Kurdî û 62 nivîskarên Kurd, di rojên 17-19 Gulanê de, li Avahiya Baroya Mêrdînê hat lidarxistin. Li ser Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê, me bi parêzerên Baroya Mêrdînê re li hewşa şîrîn a baroyê hatin cem hev û me xeber da. Ciwan Ortaç, Dîlan Koç, Selma Saglam û Sezgîn Dînç, wekî parêzerên Baroya Mêrdînê û endamên Komisyona Mafên Zimanî û Çandi ya Baroya Mêrdînê, pirsên me bersivandin.

Ez dixwazim bi pirseke li ser komîsyona we dest pê bikim. Komisyona Mafên Ziman û Çandî ya Baroya Mêrdînê kînga ava bû? Armanca vê komîsyonê çi ye? Hûn dikarin li ser komîsynê hinek agahî bidin me?

Sezgîn Dînç: Komîsyona me, 15ê Gulana 2021an de hat damezirandin. Ji ber ku komisyona me li ser mafên ziman û çandî ava bûye, em di logoya xwe de çar zimanan bikartînin: Kurdî, Suryankî, Erebî û Tirkî. Wekî tê zanîn, mafê ziman yek ji mafê mirovan e, parastin û geşedana mafên mirovan jî wekî erk û berpirsiyarî li baroyan hatiye ferzkirin, mafên zimanî û çandî jî wekî binbeşeke mafên mirovan tên dîtin lewma baro wekî saziyeke hiquqî, divê mafên ziman jî biparêze. Me jî bi armanca parastina mafên ziman û çandî me ev komisyon damezirand.

Ciwan Ortaç: Yek ji armanca komisyona me jî, pêşxistina mafê ziman e. Ne tenê parastin, divê em li ser pêşxistina mafê ziman jî bisekinin. Bi taybetî zimanê kurdî, bi salan e, hatiye qedexekirin û bi qedexeyan rê li ber pêşketina wî hatiye girtin. Ji ber van sedeman parastin tenê ne bes e. Loma wekî komîsyon, me pêşxistina mafê ziman jî wekî armanca xwe diyar kiriye.

Bi armanca parastin û pêşxistina mafên ziman, bo balê bikşînin ser giringiya mafên ziman, hûn wekî komîsyon kîjan xebatan dimeşînin? Heya niha, li ser navê Komîsyona Mafên Ziman û Çandî, kîjan xebat hatine kirin û kîjan çalakî hatin lidarxistin?

Dîlan Koç: Di 21ê Sibata 2022an de, wekî komîsyon, bo Roja Zimanê Zikmakî me çalakiyek li dar xist. Li Baroya Mêrdînê, 4 roj, çalakiyên bi zimanê Kurdî, Erebî, Suryankî û Tirkî hatin lidarxistin. Di nav van çalakiyan de sempozyûm hebû. Ji zanîngehê akademîsyen û aktîvîstên ziman beşdarî sempozyûma me bûn. Wekî din  bernameyên li ser muzîk û çîrokên bi zimanên li Mêrdînê axaftin hebûn. Bi vî awayî çalakiyeke bi coş û rengîn derbas bû.

Sezgîn Dînç:Her wiha gava ji hêla zimanî ve ku em binpêkirineke tespît bikin berî her tiştî em berteka xwe nîşan didin û ji hêla hiqûqî ve jî çi pêwist be em dikin wekî gilîkirin, serîlêdan û vekirina dozên îdarî. Wekî mînak ji bo ku zimanê kurdî nexistibûn nav xizmetên tercûmaniyê ya xeta penaberîyê ya Serokatiya Baroyên Tirkiyeyê me serî lê da gelek hewldanên me yên bi vî rengî çêbûne. 

Komisyona Mafên Ziman û Çandî, xêncî Baroya Mêrdînê li kîjan baroyan heye?  Yanî di baroyan de, komisyonên bi taybet li ser ziman dixebitin hene? 

Ciwan Ortaç: Li baroyên din, bi vî navî komisyon tunene, jixwe standardeke wê jî tuneye. Mînak li Baroya Mêrdînê me bi navê Komîsyona Mafên Zimanî û Çandî damezirand lê li Baroya Rihayê Komîsyona Zimanê Zikmakî heye. Wekî din li Baroyên Diyarbekir, Wan, Şirnex û Batmanê, komisyonên bi navê Komîsyona Zimanê Kurdî hene. Navê komisyonan cuda bin jî, em dikarin bêjin li ser heman armancê hatine damezirandin.

Bi van komisyonan, têkiliya we heye gelo? Heya niha qet karên we yên hevpar çêbûne? An ji bo siberojê projeyên we yên hevpar hene?

Sezgîn Dînç: Belê, kar û xebatên me yên hevpar hene û jixwe me ji bo pêşxistin û xurtkirina van xebatên xwe me bi komîsyonên zimanî yên baroyên Agirî, Amed, Batman, Wan; Şirnex, Riha torek damezrand. Wekî mînak, her sal, bo dersên bijarte yên Kurdî, em bi van komisyonan re kareke hevpar dimeşînin. Bo dersa zimanê kurdî bê hilbijartin, em kampanyayan çêdikin. Ne tenê kampanyan helbet, bi pirsgirêkên di pêvajoya hilbijartina dersên zimanê kurdî de jî em eleqadar dibin. Li hinek dibistanan mamoste û midûr, bo dersa zimanê kurdî neyê hilbijartin, rê li ber dê û bav û xwendekaran digrin. Ji bo van pirsgirêkan me formek bo şîkayetê amade kir û di neheqiyan de wekî komisyona baroyê me mudahele kir. Ev pêvajo, her sal,  bi van komisyonên baroyên din re, bi awayeke hevpar tê meşandin. Her wiha bi hevkarîya Weqfa Mezopotamyayê û Tora Komîsyonên Zîmanê Kurdî me kurseke online a perwerdehiya têgihên hiqûqî li dar xist. Her sê mehan carekê em dicivin di navbera van komîsyonan de têkilîyeke xurt heye. 

Ciwan Ortaç: Ez dixwazim qala mînakeke din bikim. Wezareta Tenduristiyê, li ser sîstema e-devletê, zimanên cuda zêdekiribûn lê di nav van zimanan de, zimanê kurdî tunebû. Ji bo zimanê kurdî jî di sîstemê de xuya bibe, me bi baroyên din re serî lê da. Di pirsgirêkên bi vî şiklî de, komisyonên baroyan bi hev re dixebitin û pêvajoyê bi hev re dimeşînin.

Ez îja dixwazim werim ser mijara Mîhrîcana Pirtûkan. Li Mêrdînê cara ewilî mîhrîcaneke bi taybet bo weşanxaneyên kurdî hat lidarxistin. Fikra mîhrîcaneke bi vî rengî çawa çêbû?

Selma Saglam: Beri hilbijartina şaredariyê, li Mêrdînê, ji aliyê walî û kayyûm ve fûareke pirtûkan hat lidarxistin. Lê di fûarê de qet cih nedabûn weşanxaneyên kurdî û pirtûkên kurdî. Bifikirin, li bajarekî wekî Mêrdînê fûara pirtûkan çêdibe lê qet pirtûkeke kurdî tune. Weşanxaneyeke kurd tune,nivîskareke kurd tune. Em ji viya pirr aciz bûn û me aciziya xwe,li ser navê baroyê, wekî daxuyaniyekê jî belav kir. Piştî vê fûarê me got, wekî tiştekî alternatîf, em dikarin çi bikin? Û fikra mîhrîcana pirtûkan bi me re çêbû.

Sezgîn Dînç:Derdê me ne tenê qayyûm û fûara qayyûmî bû.  Helbet em ji viya pirr aciz bûn. Lê me xwest wekî alternatîfek, wekî modelek, tiştekî li dar bixin.Çimkî, heta niha nayê bîra min ku weşanxaneyên me kurdan, bi tena serê xwe organizasyonek li dar xistine û bi tenê weşanxaneyên kurd tê de cih girtine. Loma me go em tiştekî nû biceribinîn. Bira tenê weşanxaneyên kurd û nivîskarên kurd werin cem hev. Û li pêşiya me Cejna Zimanê Kurdî hebû. Ji bo Cejna Zimanê Kurdî jî me dixwest em tiştekî bikin. Motîvasyona me ya herî mezin ev bû.

Di mîhrîcanê de tenê weşanxaneyên kurdî cih girtibûn lê pirtûkên tirkî jî hebûn. Yanî pirtûkên tirkî yên ji aliyê weşanxaneyên kurdan çap bûne. Di pêvajoya organîzasyonê de we qet li ser viya xeber da gelo? Xêncî pirtûkên kurdî, ji bo cihgirtina pirtûkên tirkî we biryarek dabû gelo?  An li ser viya tu nîqaş çêbûn?

Dîlan Koç: A rast em li ser vê mijarê fikirîn û berî mîhrîcanê ket rojeva me jî. Gava me gazî weşanxaneyan dikir, me go, gelo em ji wan re bêjin tenê pirtûkên kurdî bînin? Lê dû re , me nexwest em sînor deynin ber wan. Me go, bira ew biryar bidin û ew çawa bixwazin bira wer bikin. Çimkî gelek weşanxaneyên beşdarî mîhrîcanê bûn, ji derveyî Mêrdînê hatin. Wekî bajarên Diyarbekir, Wan.. Û bi derfetê xwe hatin, bi derfetê xwe pirtûkên xwe anîn, bi derfetê xwe li Mêrdînê man. Bivê nevê, van tiştan, ji aliyê aborî ve, li ser pişta weşanxaneyan dibe barek. Loma me nexwest wekî şertekî em ji wan re bêjin, tenê pirtûkên kurdî bînin. Me go bira ew bi xwe, biryara viya bidin. Lê li mîhrîcanê, bi tevahî, qasî hat gotin û me jî dît pirtûkên kurdî ji yên tirkî bêtir hatin firotin û eleqayeke mezin dîtin.

Hûn dikarin li ser pêvajoya organîzasyonê hinek agahî bidin me? Wekî ku we jî diyar kir, 26 weşanxane û 62 nivîskar beşdar bûn. Bivê nevê bo vexwendina weşanxane û nivîskaran, bo hatina wan haziriyek lazim e. We rasterast gazî weşanxaneyan kir, an we nivîskar dawet kirin? Lîsteya weşanxane û nivîskarên beşdar bûn, çawa hat diyarkirin?

Sezgîn Dînç: A rast, pêşiyê, me ewqas tiştekî mezin ne danîbû pêşiya xwe. Yanî armanca me ev bû ku, ji bo Cejna Zimanê Kurdî em tişteke sembolîk çêbikin erê biçûk û sembolik lê bila rih û giyanê kurdî di vê çalakiyê de hebe. Di serî de, wekî plan, me digo ji ber derfetên xwe em ê ji bo her weşanxaneyekê, du mase veqetînin. Lê dû re ,çawa bû em jî nizanin, bixwe-bixwe rihek ava bû û weşanxaneyên beşdar bûn zêdetir bûn bandora medyaya civakî jî li vir çêbû helbet. Mînak 4-5 weşanxane, roja dawî beşdar bûn. Ji ber van sedeman, çend caran navên nû me li afîşê zêde kirin û  me çend caran afîş guherand. Lê ev ji bo me ne problem bû. Çimkî em ne organîzasyoneke tîcarî ne. Me go li baroyê, quncikekî biçûk jî hebe, em ê ji wê derê istifade bikin û em ê mazûvaniya weşanxane û nivîskarên xwe bikin.

Dîlan Koç: Piştî fikra mîhrîcanê bi me re çêbû, dû re me civînek çêkir. Me go ka em ê çawa organîze bikin? Çimkî em giş parêzer in, heya niha me di organîzasyoneke wisa de cih negirtiye yanî tecrubeya me tuneye. Di vexwendina weşanxaneyan de jî, em qet li ser navên weşanxaneyan nefikirîn. Yanî me nego bira ev weşanxane were, ev weşanxane neyê. Me go em xwe bigihnin kîjan weşanxaneyan, em ê gazî wan bikin. Û me bi weşanxaneyan re têkilî danin. Me dizanî wê weşanxane kêfxweş bibin û beşdar bibin lê a rast me hêvî nedikir ku ewqas weşanxane li me vegerin û beşdar bibin. Helbet bi viya em gelek kêfxweş bûn. Weşanxaneyên beşdar bûn, dû re ji me re navê nivîskaran şandin. Yanî navê nivîskaran me diyar nekir. Weşanxaneyan biryar dan wê kijan nivîskar beşdar bibe an na. Çend weşanxaneyên din yên derveyî Mêrdînê jî dixwestin beşdar bibin lê mixabin ji aliyê pirsgirêkên aborî beşdar nebûn. Paşê ji ber Baroya me, ji yek pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasîyê ya Mêrdînê ye, me di bin sîwana platformê de amadekariyên xwe berdewam kirin. Piştî weşanxaneyên beşdar bûn zêde bûn, me ji Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê alîkarî xwest. Şaredarîyê ji me re mase, çadir, şemsiye şandin û bi alîkariyeke mezin piştgirî da me. Axir bi 26 weşanxane û 62 nivîskaran me mîhrîcana xwe lidarxist.

Wekî pirsa dawî, dixwazim viya bipirsim. Wekî parêzerên baroyê û endamên Komisyona Mafên Ziman û Çandî di organîzasyonê de we cih girt. Di mîhrîcanê de, gava hûn di nav weşanxaneyên kurdî de, di nav pirtûkên kurdî de digeriyan, wekî xwînerekî/ê we çi hîs kir?

Selma Saglam: Ez ji fûarên pirtûkan, ji gotûbêjên li fûaran pirr hez dikim. Heya ji destê min tê, dixwazim beşdarî fûarên pirtûkan bibim. Lê cara ewilî ez beşdarî fûareke bi vî şiklî bûm. Yanî bi temamî kurdî! Li dora xwe dinêrî her tişt kurdî, her kes bi kurdî dipeyivin, nivîskarên kurd li derdora te… Hetta çend caran min peyvên tirkî bihîst, bi min pirr ecêb hat. Yanî atmosfereke pirr xweş û pirr cuda hebû. Min kîjan pirtûk bidîta, min dixwest ez bikirim û bixwînim. Û min gelek jî kirîn.

Dîlan Koç: Ji bo min tiştê herî xweş, nasîna weşanxaneyên kurd bû. Helbet min gelek weşanxane, ji pirtûkên wan nas dikirin lê hinek weşanxane jî cara ewilî min li mîhrîcanê bihîstin û nas kirin. Ew her sê rojên mîhrîcanê, gava di nav weşanxaneyan de digeriyam tim strana Şivan Perwer a bi navê “Kî dibê Kurd Nizanin” dihat bîra min, dihat ser zimanê min. Û tiştê herî girîng, li mîhrîcanê em bixwe bixwe bûn. Tenê kurdî hebû. Loma min xwe li mala xwe hîs kir. Bi van hestan, ji bo pêşxistina xwendina kurdî û xebatên kurdî kelecaneke mezin bi min çêbû.

Sezgîn Dînç: Hîssîyateke pirr xweş bû birastî jî. A herî girîng, hîssîyata serkeftinê bi me re çêbû. Yanî me go, bele em dikarin van tiştan bikin. Çimkî gelek temsîlkar û xebatkarên weşanxaneyan jî gotin, heya niha me tiştekî wer nedîtibû. Li bajarê din wexta fûar çêdibin, erê weşanxaneyên kurdî hene lê ne bi serê xwe ne. Yanî wekî ku tim di bin siya weşanxaneyên tirkî de dimînin. Tu bikî nekî ji ber sedemên ku em giş jê haydar in qismek eleqa û bala xwîneran li ser weşaxaneyên din çêdibin. Lê li vir ne wer bû. Te berê xwe dida kîjan hêlê yan te nivîskarek yan weşanxeneyeke kurdî didît. Her weşanxaneyên kurdî, bi serê xwe aktorek bû. Rekabeteke xweş û şîrîn di navbera wan de hebû. Bi îmkaneke biçûk me dest pê kir. Lê dû re Şaredariyên me û Platforma Ked û Demokrasiyê piştgiriya me kir. Carinan problemeke teknîkî derdiket yan xebatkarên weşanxaneyan yan jî nivîskarek digihişt hawara me bi rastî jî ji fûareke klasik a pirtûkan wêdetir wekî şahiyekê, wekî mihrîcanekê bû. Eleqe û kelecana xwîneran jî pirr baş bû ku her êvar me ew roj dinirxandin û wekî encam me digot baş e ku me tiştekî wer amade kiriye. Ji ber van sedeman bi me gişan re kelecaneke xweş çêbû.

Ez li ser navê Botan Tîmesê spasiya we dikim. Him bo roportajê, him jî bo keda we ya Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê. Û di kar û xebatên we de serkeftinê dixwazim.

Em jî spasiya we û ya Botan Timesê dikin û her serkeftina we dixwazin.

Şîrove bike