Têmûrê Xelîl
Dewleta dagirker, bi salane rê daye ermenîyên li ser axa welatê xwe û ew li Kurdistana Bakur dijîn, ku rojname û pirtûkên xwe çap bikin, dersan bi zimanê xwe bibînin û çanda xwe pêş bixin. Bo çi rê daye wan? Ji ber ku dewlet ji ermenîyan natirse, ew çiqasî jî pêş bikevin, nikarin zirarê bidine dewletê, ji ber ku jimara wan û hêza wan têrê nake. Lê bi her awayî rê li ber kurdan girtîye, gelek asteng çêkirine ji bo ku kurd pêş nekevin. Çima? Ji ber ku ji kurdan ditirse, çimkî kurd çiqas pêş bikevin, daxwazên wan jî dê zêde bibin û jimara wan jî hêza wan jî têrê dike.
Jixwe ev tirseke bingehîn e li ser rêya serketina me.
Nimûneyeke din bîdim: Dema sala 1930an li paytextê Ermenîstanê rojnameya Rya Teze dest bi weşanaxwe dike, welatên ku Kurdistan di nav xwe da par vekirine, guhê xwe bel dikirin û çavên xwe zoq dikirin, ji bo ku nehêlin kurd ji çarçoveya tixûbên wan derkeve, ew li welatê xwe, heqê xwe bistînin ziman, çand û edebîyata xwe pêşda bibin. Ji ber wê jî karên radyoya me, rojnama “Rya Teze”, beşên kurdzanîyê bûbûne kelemên çavên dijminan û neyaran. Û pêşketina me ji xwe ra talûke didîtin.
Dewleta Tirkîyeyê gelek caran bi rêyên dîplomatîk hewl daye ku ev ocaxên kurdan bêne berbendkirin. Bo nimûnê, xebatkarê dîplomatîyê yê Sovyetistanê li Yêrêvanê, Neymark nameyekê ji bo wezareta karên derva ya Sovyetê dişîne (05.04.1935) û wiha nivîsîye: “Mercîyên xwedî qerar yên Ermenîstanê bi himet serokatîya rojnameya “Riya Teze” dikin. Rojname wisa miqate û bi tahamûl e, mirov dikare mihakeme bike ku konsûlên tirkan yên vê derê, nikaribûn tu qulpan jê ra bibînin. Wek tê zanîn, hemû hejmarên wê ji terefê tercûmanên tirkan gelekî bi himet tên tercûmekirin”
(Kovara Çira, hejmar 12, sal 1998, rûpel 11). Di rûpela 12-an ya vê kovarê da tê gotin ku Neymark di nameyeke xwe ya mayîn da (09.05.1935), ku ji serokê qismê 1-ê yê wezareta karên derva yê Sovyetistanê ra şandîye, wiha nivîsîye: “Li gor agahdarîyên di destê min da, demek berê Aral û Yilmaz [•] di derheqê pirsa kurdî da raporek bi dizî hazir kirine. Li gor înformasyonên di destê me da, muhtewa vê raporê ev e: li Êrîvanê rojnameya “Riya Teze” hebûna xwe berdewam dike. Hebûna wê li ser tixûbê Tirkîyê ji bo me tehdît e û îşareta dijminatîyê ye”. ([•]Aral û Yilmaz karbidestên dîplomatîk yên Tirkîyeyê bûn. Aral konsûlê Lênînakanê (niha Gumrîyê) bû, ku bajarê Ermenîstanê yê dudayan e).
Tirkîye li bin perdeyê, ku dê pêwendîyên dîplomatîk tevî Sovyetistanê bibire an serttir bike, bi destê şerletanîyan û zorlêkirinan gelek caran Sovyet mecbûr kirîye ku mafên dane kurdan hilînin. Û di wê dereceyê da gihîştîye hinek destanînan. Mesele, hukumeta Sovyetistanê biryarên nuh qebûl kirin ji bo kêmkirina wan mafan. Ji sala 1935an name û nivîsên merkeza kurdzanîyê yên bi derva ra, dihatine kontrolkirin. Ji rojnameya “Rya Teze” ra êdî bi awayekî resmî qedexe bû ku bi pirsên kurdên derva ra mijûl bibe, rêkirina rojname û pirtûkên dersan û yên edebî, derketina wan ji welatî hat berbendkirin.
Lê berxwedana me nehişt ku neyarên me bi ser kevin.
Tirsa ji Pîne Cafeyê jî eynî tişt e. Ango, wekî dibêjin, avê daye binê dagirkeran. Tiştê lazim, bi demê ra, bi dagirkaran ra bidin fêmkirin ku ev Cafe li bajarekî kurdan e, xwarinên wê xwarinên kurdan in û muşterîyên wê jî piranî kurd in. Belkî ev yek zêde ji bo wan kurdan lazim e yên ku piranîya wan nizanin ew li ser beşeke axa welatê xwe dijîn.
Helbet, karekî zehmet e zora dagirkeran û kurdên dewletnexwaz bibin. Lê ”zehmet e” nayê maneya ”nabe”.
Daxwaza Pîne Cafeyê çi ye? Dixwaze li bajarê xwe, xwarinên xwe bi zimanê xwe bide miletê xwe. We mêze kir, ku çi daxwezeke normal û sade ye. A sereke, ku her kurdek vê daxwazê normal û sade bibîne. Bo çi şika min heye, ku dibe ku beşek ji kurdan vê yekê normal û sade nebîne? Ji ber ku van dawîyan hinek kurdan, kesekî naskirî gihandine esmanan, bo kirineke gelek bi cesaret û ecêb û li ser fikra wan. Ew kesê naskirî çi kiribû? Li welatê xwe, bi zimanê xwe, kilameke gelê xwe strabû (Porê delala min sor e…).