Li Diyarbekirê Halê Bajêr

Mezinbûna bajarê Diyarbekirê ji ber îhtîyacê nebû, ji ber polîtîkayên rantê bû. Netîce, hem erazîyên ku têde çandinî dibû hatin qetilkirin, hem jî avahîyên ku di çêkirina wan de xeta hebû nehatin nuhkirin.

***

Erdlerza roja 6ê Sibata 2023yan ku merkeza wê Meraş bû, tesîreka mezin li ser bajarê Diyarbekirê kir. Di roja pêşî de 7 apartman hilweşîyan. Meyitên 409 kesî ji binê enqazan hatin derxistin, nêzîkî hezar kesî jî birîndar bûn. Di hefteya pêşî ya erdlerzê de xelkê Diyarbekirê li derve ma, gelek jî çûn gundan. Piştî ku şoka pêşîn derbas bû, apartmanên ku xisara giran dîtibûn ji bo ku acîlen bêne ruxandin bi tevî eşyayên malê mohr kirin, yên ku hindik xisar dîtibûn ji rûniştinê re serbest kirin.

Ji roja ku erd lerizîye û bi vir de li Diyarbekirê felaket bêdeng dewam dike û her ku diçe kûrtir dibe. Apartmanên ku diviyabû acîlen bêne ruxandin û yên ku bi giranî xisar dîtibûn, pirranîya wan hatin ruxandin. Lewre ji serê biharê ve bajar di nav tozûtobarê de ye, dengê teqûreq û xirexira makîneyan ji ser bajêr kêm nabe.

Ruxandin dewam dike. Kontrolkirina rewşa xanî, bîna û apartmanan jî dewam dike. Aniha hejmara avahîyên ku divê bêne ruxandin bûye 5.282 heb. Eger tenê em ji alîyê ekonomîyê ve binihêrin, zirareka bêhed mezin heye. Sedemên sereke yên girtina qirara ruxandina van avahîyan ji ber îhmala berpirsîyarên bajêr xetayên çêkirinê ne. Dema ku ev hemî avahî bêne ruxandin, halê bajarê Diyarbekirê dibe wek pelê ku kurman xwariye!

Bi valakirin û ruxandina apartmanan re jîyana bajêr serûbin bûye; malbat perçe bûne, derûcîran ji hev dûr ketine, nifûseka muhîm çûye bajarên rojavayê Tirkîyê, li Diyarbekirê kirêya xanîyan deh qat zêde bûye. Diyarbekir hê nuh ji travmaya Xendeqan (2015) derketibû, îcar vê travmaya bêdeng dest pê kir.  Rojên teng, felaket, afat û tofan ne ku tenê zirara madî bi xwe re tînin, di eynî demê de rehm û şefqet û însanîyetê jî didin ber xwe û dibin!

Ew heft apartmanên ku roja erdlerzê hilweşîyan, du-sê heb jê dibe ku di qatê zemînê de kolonên wan hatibin jêkirin, lê yên din di çêkirina wan de xeta hebûye. Qismek jê li derveyî mewzûata îmarê bi qaçaxî hatine lêkirin, yên ku ruxseta wan heye jî, yan etuda zemînê çênebûye, yan hesin kêm hatine bikaranîn, yan betona wan şewitîye, yan jî xetayên karkerîyê hene. Ev hemî ji îhmalkarîya sazî û dezgeyên bajêr tên!

Em tekrar bikin, li bajarê Diyarbekirê qirara rûxandina pênc hezar û du sed û heştê du avahîyan hatiye girtin.

Berîya erdlerzê jî apartman hebûn ku bi xwe hildiweşîyan yan jî xetereya wan a hilweşînê hebû, lewma dihatin rûxandin. Apartmana ku pêşî bi xwe hilweşîya, di zivistana sala 1983an de Hicret Apartmanı bû, meyitê 93 kesan ji binê enqaza wê derxistin. Ev bi me nîşan dide ku li Diyarbekirê polîtîkaya îmara bajarvanîyê seqet e; xemsarîya sazî û dezgeyên dewletê, bi taybetî îhmala sazî û dezgeyên bajêr gelek zêde ye.

Li Diyarbekirê li derveyî plana îmarê û bêrûxset yanî bi awayekî qaçax lêkirina avahîyan di salên 1970yan de dest pê kiriye, lê ev di salên 1990î de bêhed zêde bû. Li wan salan çar-pênc hezar gundên me bi carekê de hatin valakirin û ne ku tenê ji derûdora Diyarbekirê, ji Mêrdînê bigirin heta bi Culemêrgê, ji hemî bajarên kurdan nifûseka mezin xwe li Diyarbekirê girt. Li salên 1990î, ji înşaetê fêm bikin nekin, hema kî bikarîya, rez û erd û baxçe û zevî didan ber xwe û têde eleusûl apartman çêdikirin. Li gorî raporan, ji sala 1990î heta sala 2000î, 13.751 apartman çêbûne. Lewre bajar bêhed mezin bû, ji kontrolê derket.

Li gorî plana masterê ya Diyarbekirê diviyabû heta sala 2050yî derveyî rêya 75 Metreyî û alîyê rojhelatê çemê Dîcleyê ji îmarê re nehata vekirin. Eger wisa bibûya, dê bajêr di hindava xwe de bihata nuhkirin, yanî projeya “kentsel dönüşüm-yerinde dönüşüm” bihata tetbîqkirin. Lê tam eksê wê kirin! Rewşeka fiîlî pêkanîn û erazîyên ku têde çandinî dibû bi carekê de ji îmarê re vekirin. Bajar wek kerîyê pez ku şivanê wî tune be li derûdorê belav bû. Semtên berê vala bûn, nifûsê cih guherî; Yenîşehîr, Ofîs, Şehîdlîk, Baxlar, Cezaevî û heta ku ji semtên nuh Huzurevlerî metrûk man, muwazeneya bajarê Diyarbekirê xirabû. Mesela, li semtên berê yên bajêr, em bibêjin li Yenîşehîrê yan jî li Ofîsê dayreyek mîlyon lîra bin, li wan apartmanên ku di nav erazîyên çandinîyê de hatine çêkirin pênc milyon lîra ne. Çima? Çimkî ew nuh çêbûne. Nû hat, kevn hilat!

Bila ev baş were zanîn ku ewqas mezinbûna bajarê Diyarbekirê ji ber îhtîyacê nebû, ji ber polîtîkayên rantê bû. Netîce, hem erazîyên ku têde çandinî dibû hatin qetilkirin, hem jî avahîyên ku di çêkirina wan de xeta hebû di hindava xwe de nehatin nuhkirin. Jixwe gundîyan deşta Diyarbekirê, deşta Silîvan û deşta Bismilê dane ber xwe, li dûrî gund, di nav erazîyên ku têde genim tê ajotin de xanîyên beton çêdikin. Donimek erd ji xanî re, du-sê donim erd ji bo rêya ku diçe ber xanî telef bûye. Ji bo her xanîyêk kêmtir sê-çar donim erazî qetil kirine. Aniha li van deştan xanî wek toxumê pirparê zêde dibin. Eger wisa here pêncî sal paşê li dora Diyarbekirê erazîyên çandinîyê namînin. Gelo neslên me yên nuh dê çi bixwin?

Beledîyeyên Diyarbekirê, piştî erdlerza Adapazariyê (tebax 1999) bi hêsanî dikarîbûn di salên 2000an de projeya “kentsel dönüşüm”ê tetbîq bikin. Eger wisa bikirana, hem dê bajar di hindava xwe de bimana, hem dê ewqas erazîyên çandinîyê qetil nebûna, hem jî Diyarbekir dê neketa vî halê perîşan. Derheqê pratîka rantxwirîyê de gelek tiştên bi her awayî îsbatkirî hene ku divê werin nivîsîn lê aniha bila tenê ev be.

Mesûlên vê rewşa ku telafî nabe kî ne? Kes li meydanê tune ye. Eger em wan nîşan bidin jî dê negirin ser xwe. Suwaran kuşt peyayan kuşt, êdî çû!

Şîrove bike