Hişê Çêkirî û Medyaya Civakî dost an jî dijminên medyaya Kurdî* ne? -1

Ji ber ku asta medyaya Kurdî û medyayên mezin ên navneteweyî ji hev dûr in kêşeyên wan jî ji hev dûr in. 

Kêşeyên sereke yên medyaya navneteweyî Hişê Çêkirî (Artificial Intelligence), Medyaya Civakî, Nûçeyên Sexte (Fake News) û Xwe-Ji-Nûçeyan-Vedan(News Avoidance). 

Ez ê hewil bidim medyaya kurdî û medyaya navneteweyî bi hev re şîrove bikim. 

Hişê Çêkirî (Artificial Intelligence)

Medyaya navneteweyî pêşiyê ev yek wek derfetekê dît beşa metirsîyê biçûk bû. Mesela çerez li malperan hat zêde kirin. 

Malper ji tecribeya xwendina xwendevanan wan nas dikin û li gor wê nivîs û nûçeyên ew eleqedar dibin pêşniyarî wan dikin. Malperên reklaman bi taybetî ev kir polîtîkaya xwe ya sereke. 

Ji bo nimûne dema we ji malpereka nûçeyan hin nivîsên li ser Kurdan xwendin, ew we welê nas dike ku hûn eleqedarên mijarên li ser kurdan in. Vêca carek dî hûn wê rûperekê vekin, li rexa nivîsa hûn dixwînin, ji mijara hûn eleqedar (Kurd) nûçe û nivîsan rêz dike. Ev xizmetek e ku dikare xwendevanên xwe razî jî bike. Mesela li Botan Timesê jî bernameyên hişê çêkirî hene. Yek ji wan ho dike, kengê li malperê nivîsek an jî nûçeyek bê weşandin çar nûçeyên eleqedarê wê li binê nivîsê rêz dike. Bername di kêmtirî saniyeyekê de li nav hemî arşîva Botan Timesê digere û wan nivîsên ji eynî mijarê tîne li binê nivîsê didane. 


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Paşê hişê çêkirî beroka xwe fireh kir. Dest bi nivîsîna nûçeyan kir. Agahîyan bêyî destûra xwediyên agahîyan berhev dike. Mesela New York Times yek ji wan rojnameyan e ku bi mesrefên zêde nûçe û nivîsan dide amadekirin. Malpera rojnameyê piştî kirîna keda rojnameger û nivîskaran, ew bi rêya abonetîya dîjîtal difirot xwendevanên xwe. 

Lê bernameyên hişê çêkirî ew hemî agahî wek malên bavê xwe ji NY Timesê berhev dikirin û dikirin nûçeyên xwe. Agahî belaş û bêdestûr distand û bi pereyan dida bikarhînerên bernameyên hişê çêkirî. Ji beriya mehekê rojnameyê malpera xwe ji bernameyên hişê çêkirî re girt. Heta hin nivîskaran jî gilîya bernameyên  hişê çêkirî kirin û gotin çênabe nivîsên wan ên di kitêb û malperan de bêyî dayina heqdestî û destûrê bê standin. 

Rojname, da ku li hemberî bilindbûna rojnamegerîya bernameyên hişê çêkirî li ber xwe bidin dê “aliyê mirovbûnê” yê rojnamegerîyê bidin pêş. 

Li ser vê mijarê jî rojnameya NY Timesê ji hevkarên xwe xwestiye ew aliyê xwe yê insanî li biyografîya xwe zêde bikin. Mesela hez ji çi dikin, bi çi ve mijûl in… hwd. 

Rojnamegerên robot ên kurdînivîs

Rony rojnamegereka robot e ku Keyo Çalî ji bo Botan Internationalê çêdike. Robot dê ji 109 zimanan nûçeyan bike kurdî. Nûçeyan bibîne, kurt bike, lînka wan lê zêde bike û ji edîtorên xwe re bişîne. 

Robot ji edîtorên xwe hînî nivîsîn û serastkirina nûçeyan dibe. Standardekê zimanî û rojnamegerîyê çêdike ku hemî nûçeyan bi wê amade dike. 

Ji ber ku rojnamegerîya kurdî* di man û nemanê de ye. Ew metirsîyên ji bo medyaya Ingilîzî, Tirkî, Erebî an Fransî metirsîyên biçûktir in. 

Dikarî ji Ronya robot re diyar bikî ka dikare ji kîjan desgehan, nûçeyan berhev bike. Ew dikare ji cihên destûrstandî agahîyan berhev bike. Hem etîk e hem jî ji bo rojnamegerîya kurdî, karê 200 edîtor nekarin bikin dikare di çend saniyeyekan de bike. 

Ev meseleya ku ji bo serdestan, ji nîmetîyê ber bi neiletîyê ve diçe ji bo kurdan ber bi nîmetbûnê diçe. 

Medyaya Civakî

Heta du sal berê jî Medyaya Civakî ji bo medyaya navneteweyî û medyaya kurdî wek pirekê bû. Wek vîtrînekê bû ku malperan berhemên xwe li wê derê nîşan dida û ew deiwetî naveroka li malperan dikirin. 

Ev rewş ji bo medyaya nêvneteweyî guherî. Êdî bernameyên taybetî ji bo medyaya civakî hatin çêkirin. Heta ku The Guardianê dest pê kir di çîrokan(story) Instagramê de bername çêkirin. Beşên bernameyê 15 sanîye bûn û bi tenê ji bo çîrokên Instagramê dihat amadekirin. 

Niho hema bêje hemî giregirên medyayê bernameyên bi tenê ji bo Medyaya Civakî hene. 

Metirsîya li ber derîyê wan sekinîye wan didawêre ev e: Medyaya civakî hewil dide medya ji hêlînên xwe biqetin, ji malperên xwe zêdetir li wê derê berheman bide. 

Mesela Twitter dixwaze desgehên medyayê hemîya naveroka xwe li wê derê biweşîne. Mesela dema kesek bixwaze Le Mondeyê bixwîne jî bila biçe Twitterê dema bixwaze Independetê bixwîne jî bila biçe Twitterê. Heta Twitterê derîyên pereqezenckirinê jî vekir. 

Meta; Instagram, Facebook, WhatsApp û saziyên dî jî ji bo Medyaya Civakî xweyîyên heman mêl û mexsedê ne.

Her malperekê dîzaynek, ûslûbek, pêşkêşîyeka xwe ya taybet heye lê li Tiktokê, Instagramê, Twitterê ew dibin parvekirinên bi heman stîl û şêweyî yên qenalên Medyaya Civakî. 

Xweserî diçe, teqîbkirina mafê weşanê zehmet dibe, kedxwarî belav dibe… Xwendevan jî li şûna bi kûr û hûr di desgehekê de li rojevê binêre li pêlên medyaya civakî ser-re-r-ser-re rojevê dibîne. Çimgo gelek cihên bijartinê hene. 

DW, Gazete Duvar, Le Figaro, Al Jazeera û BBC dikare pey hev bên, ev rewş dikare xwendevanan di behra xwendinê de ji têhnan bikuje.

Ji bo kurdî dîsa rewş cida ye. Li Bakur ji xwe bernameyên ji bo medyaya civakî nînin. Gelekê rihetî nivîsên malperan bêyî destûr û telîf têne standin. 

Hê jî malperên kurdî yên pereyî têne xwendin nînin. Piranîya malperan bi dildarî nivîs û nûçeyan distînin û bêpere servîs dikin. Di malpera Kurdîgehê de 5 salan (2010-2015) me bi wî awayî weşan kir. Dildarî di gelek rewşan de pêşiyê li profesyonelîyê digire, yê dildar dema dilê wî hebe dinivîse. 

Niho, Botan Times heqê her tiştê diweşîne dide; wêne, nivîs, vîdeo, podcast… Heqê xizmetê jî dide; edîtorî, redaktorî, birêvebirî, muhasebe, mekan…hwd. Û van hemî xizmetan bêpere dide. Ji ber ku pereyan ji fonên navneteweyî distîne. Ev mijareka berfireh e, bi kurtasî em dikarin bibêjin medyaya kurdî li hemberî Medyaya Civakî ne di bin metirsîyeka maddî, telîf an jî xweserîyê de ye. 

Beşa 2.

Nûçeyên Sexte (Fake News) û Xwe-Ji-Nûçeyan-Vedan(News Avoidance)

*Medyaya kurdî ya li Bakurê Kurdistanê

Nivîskar/rojnameger
Murat Bayram
Murat Bayram
Avakarê Botan International û Botan Timesê ye.

Bayramî ji bilî medyaya kurdî ji bo The New York Times, The Guardian, Al Jazeera International, Deutsche Welle û Middle East Eyeyê kar kiriye.

Wî li bernameya fellowshipê ya Rojnamegerîya Dîjîtal ya Zanîngeha Oxfordê(Enstîtûya REUTERSî ya Xebatên Rojnamegerîyê) û li bernameya "lihevguhertina zanînê" li rojnameya The Guardianê li Ingilîzîstanê û Acadêmie Franceyê perwerde standiye.

Zanîngeha Kalîforniayê ya Los Angelesê(UCLA) xelata “Nivîsîna herî afrînêr û orjînal” û Yekîtîya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “Rojnamegerê salê” daye wî.

Nivîskarê “belkî îşev binive”yê ye (Weşanxaneya Avestayê, 2018). Ew yek ji nivîskarên Ferhenga Nûçegihanîya Zayenda Civakî: Kurdî-Tirkî û wergêrê 11 kitêban e. Wî edîtoriya 52 kitêban kiriye.