Îdealîzekirina Lehengên Mîtolojîk: Nimûneya Kawayê Hesinkar

Ku mesele îdealîzekirina lehengên mîtolojîk be, di nav civaka kurdan da efsaneya Kawayê Hesinkar yekser xwe beloq dike. Kawa di nav civaka kurd û îranî da hemberî zilm û zordarîyê wek serhildan û edaletê sembolîze bûye. Rabirdûya efsaneya Kawa bingeha xwe digihîne serdemên antîk.

***

Guherînên ku di civakan da rû didin ji alîyê civak û polîtîkayê ve xwe di afirandinên edebî û folklorîk da der dikin. Nemaze, ji sedsala XIXan û pê ve guherînên civakî û îdeolojîyên teşegirtî ji bo belavbûna xwe ya li nav qada civakî, berhemên çandî wek amûrekî bi kar anîne. Şêwaza berhemên folklorîk û fonksîyonên wan yên taybet ew kirine hedef bo tîrên îdeolojîyên serdest. Di vê xalê da Richard Dorson giringîya folklorê wiha dîyar kirîye: “Folklor, dengvedanek ji rabirdûyê ye û her wiha dengekî xurt ê roja me ye. Folklor, hem bûye dengvedana şerên çînî, hem bûye çekên wan û ev rewş hê jî berdewam e.” [1] Li gorî vê nêrînê, gelek berhemên çandî yên wek destan, çîrok, hîkayet, mît û efsane li gor berjewendîyên îdeolojîyan ji nû ve hatine sazkirin û ji bo civak û neteweyan hatine pêşkêşkirin.

Di lêgerîna nasnameya neteweyî û yekbûna civakekê da li ser folklor û berhemên folklorê xebatên berfireh hatine kirin. Ji bo mînak, em dikarin bêjin netewedevletên ji alîyê fikrî ve dijberî hev, di vê xalê da bi ser yek rêyê ra derbas bûne û di sazkirina civakê da folklor û berhemên wê di heman fonksîyonê da bi kar anîne. Bi xwe hem hêman, hem jî nasnameya civakan û berhemên folklorîk kirine amûrên bikarbar (serviceable/kullanışlı). “Ji bo şîyarkirin û komkirina ferdên civakeka belavbûyî, sûdwergirtina ji berhemên folklorîk rêbazeka sereke ye.” [2] Ev jî dîyar dike ku berhemên gel, ji bo afirandina hest û qîmetên xurt ên hevbeş, di rêya îdeolojî, berdewamî û mayîndetîya civakekê da rolên bêhempa digêrin.

Bi armanca bidestxistin û parastina nirxan çanda gel, ew kevirê binerêz e ku dîwarê civakan înşa dike. Ji ber ku destpêka çanda qedîm bi awayekî ‘esehî nayê zanîn, îro em wan hêmanên dêrîn ên çandê li gor pîvanên xwe yên şexsî, hizrên dînî, neteweyî û îdeolojîk dinirxînin. Her pergal an îdeolojî bi xwe di şexsîyeta kesan da dixwaze civakan li gorî berjewendîyên xwe bi rê bixe. Li ser vê mijarê Vladimir Proop di wê bawerîyê da ye ku folklor îdeolojîk e û li gorî wî hêmanên folklorê li gor dem û pêdivîyan tevlî cercereya guherînê dibin. [3] Dema pêkanîneka nû tê çêkirin, em dibînin ku di nav tevgera wan a epîk da guhertin çêdibin. Wek mînakeke balkêş em dikarin behsa destana tirkan a bi navê Deli Dumrul bikin. Varyantên vê destanê yên kevnare bingeha xwe exleb li ser temaya evîn û mirinê daye avakirin. Lê belê piştî bayên avakirina netewedewletan em dibînin ku ji bo sazkirina civakê, nivîskarên tirk naverok û temaya vê destanê guherandine. Temaya evîn û mirinê bi temaya qencî û başîyê ra hatîye guherandin. Ma destana kurdan a qedîm, Memê Alan dûrî vê ye? Nexêr. Ma, Ehmedê Xanî ji bo şerha xemê dil bike fesane, Zînê û Memê nekir behane? Têra xwe nimûneyên bi vî miqamî hene, anku huner, sîyaset û îdeolojî dikarin bûyer an jî lehengekî mîtîk li gorî hizr û ramanên xwe adapteyî roja me bikin.

Îdealîzekirina Kawayê Hesinkar

Ku mesele îdealîzekirina lehengên mîtolojîk be, di nav civaka kurdan da efsaneya Kawayê Hesinkar yekser xwe beloq dike. Kawa di nav civaka kurd û îranî da hemberî zilm û zordarîyê wek serhildan û edaletê sembolîze bûye. Rabirdûya efsaneya Kawa bingeha xwe digihîne serdemên antîk. Di pêvajoya avakirina neteweyê da efsaneya Kawa û îdealîzekirina lehengê efsaneyê ji bo kurdan xwedî wateyeka bêhempa ye. Bi dehan cureyên vê vegêranê hebin jî, varyantên balê dikişînin li ser xwe Şahnameya Firdewsî û Şahnameya kurdên yarsan in. Ji bo vegêrana efsaneyê çavkanîya me xebata mamoste Shahab Vali ya bi navê Kurdên Yarsan: Dîrok û Mîtolojî ye. [4]

Xulaseya efsaneyê: Zehaq (Dehaq) ji hêla Ehrîmen ve tê xapandin, ji bo ku bibe padîşah, bavê xwe Merdas dikuje. Ehrîmen piştra dikeve dilqê aşpêjekî, ji Zehaq ra xwarinên xweş dipêje. Zehaq jê gelek razî dibe û daxwaza aşpêj jê dipirse. Aşpêj dibêje dixwazim sermilên te maç bikim. Zehaq destûr didîyê, aşpêş (şeytan) sermilên wî maç dike û winda dibe. Piştî demekê du mar li ser milên wî derdikevin. Ev mar bi xwîna ciwanan xwe têr dikin û di vê rêyê da gelek ciwan tên qurbankirin. Zehaq ji derdora xwe ra dibêje divê hûn bi qencî behsa min bikin û vê yekê li her kesî bidin qebûlkirin. Dema dora qurbanbûnê digihîje kurê dawî yê Kawa, ew ji ber vê rewşê xwe neqayêl dike û di dîwana Zehaq da daxwaza edaletê dike. Kurê wî serbest dihêlin, lê Kawa daxwaza (bi awayê qenc behskirina) Zehaq jî red dike. Kawayê Hesinkar bi Ferîdûn ra li hev dikin û Zehaq ji textê wî dixin. Li ser vê serkeftinê agir pê dixin û vê agir dibe sembola azadîyê. Ferîdûn, Zehaq nakuje, wî di şkeftekê da zincîr dike, çinku Zehaq sembola xirabîyê ye û kuştina wî tê wateya dawîbûna dinyayê.

Ji destnivîsa Firdewsî hetanî roja me vê efsaneyê formên cur bi cur girtine li ser xwe. Lê belê heman formên vê efsaneyê ji alîyên tevgerên kurdan ve di proseya netewebûna kurdan da bi yek armancê hatine bikaranîn. Têkilîya Kawa ya bi Ferîdûn ra balkêş e. Tevtêkoşîna her duyan, wan dike rizgarkerên neteweya kurd û serkeftina wan wek avabûna desthilatîyeka nû tê dîtin. Weku tê zanîn, berîya vê efsaneyê jî cejna Newrozê di nav îranîyan da dihat pîrozkirin. Lê belê, wekî cara yekem bi efsaneya Kawa ra dibe semboleka girîng. Di destpêka sedsala XX. da ji hêla rewşenbîrên kurd ên Stenbolê ve ev cejn ji bo netewedewletê polîtîze bû, lê di nav kurdan da ewqas belav nebû. Di dawîya sedsala XX. da hema bibêje bi temamî polîtîze bû û Kawayê Hesinkar êdî bi rengê xwe yê nûjen ê polîtîk adapteyî civakê bû.

Efsaneya Kawa li gor şert û mercên roja me ji bo hişmendîya civakê ji nû ve hatîye nivîsandin. Dorson, sedema tercîhên bi vî miqamî wiha dîyar kirîye: “Sebebê ku di sedsala XIXan da folklor bi armancên reel-polîtîk wekî îdeolojî hatîye bikaranîn, ku ew netewetîya romantik a sedsala XIXan e. Ev netewetîya romantîk a li Almanyayê bi Johann Gottfried von Herder û Birayên Grimm, li Fînlandîya bi Elias Lönnrot û Krohnan, li Îrlandayê bi Douglas Hyde dest pê kirîye. [5]

Gelo, ji bo kurdan Kawayê Hesinkar sembola çi ye? Ji bo netewebûna kurdan çima hatîye îdealîzekirin? Rênas Jîyan dibêje: “Di rabirdûya kurdan da Kawa bi du lewnan heye, yek jê mîtolojî ye û yek jê jî dîrok e, ji ber vî awayê xwe Kawa hem di “binhişîn”a kurdan da hem jî di hişîna kurdan da xwedî cihekî taybet e. Mîtolojîyê, hemû berxwedanên ku li hemberî tarîtîyê (zilmê) hatine kirin li ser navê mîtosa Kawa tomar kirîye.” [6] Esas, di nava îranî û kurdan da destpêka serhildanên hemberî zilmê bi Kawa dest pê dike, lehengên kurd ên piştî Kawa dîsa bi ser Kawa ve movik bûne. Di van nêrîn û nîqaşan da “îdealîzekirina Kawa” xwe dide der. Anku kesên di rewşeka wiha tarî û bi bobelat da bi awayekî serhildêr dest bi berxwedanê bikin, ew dibin Kawa. Çinku Kawa, di mîtolojîya kurdan da maka lehengîyê ye.

Çavkanî

[1] Richard M Dorson (2006), Günümüz Folklor Kuramları: Geleneksel.

[2] Serdar Öztürk (2006), Cumhuriyetin İlk Yıllarında Halk Kitaplarını Modernleştirme Çabaları, k. Kebikeç, j. 21.

[3] Vladimir Propp (1998), Folklor: Teori ve Tarih: Avesta

[4] Shahab Vali (2018), Kurdên Yarsan: Dîrok û Mîtolojî: Avesta

[5] Remezan, Pertev (2015), Edebîyata Kurdî ya Gelêrî (Dîrok- Teorî- Rêbaz-Lîteratur- Berawirdî-1 (Bedran Hîkmet, Li gorî Teorîyên Nûjen Rewşa Folklora Kurdî): Avesta.

[6] Rênas Jîyan (2012), Çirûskîzm: Li Ser Goşt û Agir û Hunerê Lêkolîneke Fenomenolojîk: Belkî.