‘Edebiyata Kurdî ya Sovyetê’ derket

08/09/2023

Kitêba Edebiyata kurdî ya Sovyetê hate weşandin.

Xebata akademîsyen Zülküf Ergün ya bi navê Edebiyata Kurdî ya Sovyetê ji aliyê weşanxaneya Nûbiharê ve hate çapkirin û belavkirin.

Berhem li ser êwr û edebiyata kurdî ya li Sovyetê hûr dibe û behsa berhemên ewil yên kurdî yên li Sovyetê dike û li gorî dewra Sovyetê wan ji çendîn aliyan ve hildisengîne.

Beşek ji nivîsara danasîna berhemê:

“Ev xebata li ber destê we di mînaka berhemên Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Elîyê Evdilrehman, Sîma Semend, Sehîdê Îbo, Egîdê Xudo, Emerîkê Serdar, Fêrîkê Ûsiv û Şikoyê Hesenî da serborî û dîmena giştî ya edebîyata kurdên Sovyetê tîne ber çavan. Ji ber vê di serî da paşxaneya dîrokî û sîyasî ya kurdên vî welatî û destpêka edebîyata wan vedikole paşê jî bi arîkarîya rêbazên sosyolojîya edebîyatê û vegêrannasîyê li ser teorîya berhemanîna vê edebîyatê, taybetmendîyên wê yên vegêranî û rehendên wê yên nasnameyî radiweste.”


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Îdealîzekirina Lehengên Mîtolojîk: Nimûneya Kawayê Hesinkar

Weşana paşê

‘Kêm’ ji bo piştgirîya Dîwan Akademîyê dê li Amedê bê lîstin

Te hay ji vê heye?