Di Zazakî de Çêbûna Navê Zimanan

Ji kevintrîn metna me sabît e ku di Zazakî de navê zimanan bi paşbenda “-î”yê çêdibe. Ehmedê Xasî gotiye “Kirdî”, gotiye “Erebî”, negotiye “Kirdkî”, negotiye “Erebkî”.

***

Di Zazakîya me de navê zimanan eynî wekî zaravayên me yên din bi paşbenda “-î”yê çêdibin. Lêbelê li van salên dawîn, li ser navê standardkirinê paşbenda “-kî”yê pêş de anîne û wek “Kurd, Kurmanc, Dimil…” dinivîsin. Ez bi xwe jî ketim bin tesîra vê ferzkirinê û demekê min wisa nivîsî.

Di Kurmancî û Zazakî de fonksîyonên paşbenda “-kî”yê eynî ne. Ev paşbend dema ku tê dawîya peyvê, manaya bi awayê yan jî li ser usûl û edetê wê çêdike. Mesela, di manaya tiştê ku hatiye nivîsîn de peyva “nuşte” ya Zazakî di Kurmancî de dibe “nivîs”, lewre peyva “nuştekî” ya Zazakî û peyva “nivîskî” ya Kurmancî tên manaya bi awayê yan jî li ser usûl û edetê nivîsînê. Di Kurmancî de lêkera “got” dema ku paşbenda mesderê “-in” digire, hingê manaya peyvek yan jî peyvên ku li dû hev rêz dibin û hîsek yan jî fikrek îfade dikin çêdibe. Ev “gotin”a Kurmancî di Zazakî de dibe “vatiş”. Lewre peyva “gotinkî” ya Kurmancî û peyva “vatişkî” ya Zazakî jî eynen muadilê hev in. Dîsa, di Kurmancî de peyvên wekî “çepkî, kafirkî, serserkî” çi bin, di Zazakî de jî eynî ne. Navên wekî “Doskî, Kîkî, Rojkî, Têrkî, Zirkî” jî hem di Kurmancî de hem di Zazakî de bi eynî şeklî têne gotin û fêmkirin.

Di Kurmancî û Zazakî de fonksîyonên paşbenda “-î”yê, di halê sade yê peyvê de çêkirina pirhejmarkirina peyvê xaric, yên din eynî ne. Mesela, di her du zaravayên me de jî navê zimanan bi paşbenda “-î”yê çêdibin. Bo nimûne: Aramî, Erebî, Farisî, Îbranî, Înglîzî, Kurdî, Rûsî, Spanyolî, Tirkî…

Kitêba pêşîn ku bi Zazakî hatiye nivîsîn Mewlidê Kirdî ye. Cara pêşî di sala 1899an de li Diyarbekirê çap bûye. Nivîskarê kitêbê Ehmedê Xasî (1867-1951) di dawîya kitêbê de metneka wisa nivîsîye:

“Temam bî viraştişê Mewlidê Kirdî bi yardimê Xaliqî û feyz û bereketê Pêxemberê ma -sellellahû eleyhî we ela alîhî we sellem- bi destê Ehmedê Xasî Hezanic di henzar û hîrê sey û şiyes serre bi tarîxê Erebî. Be’da nê bizanîn, ma ferq kerdo beynatê kafê Erebî we ‘xeyrê Erebî bi hîrê nuqtan. Yanê, ma kafê Erebî ser o nuqteyî nêronayî û ‘xeyrê Erebî ser o hîrê nuqteyî ronayî. Zey gişt û kişte. Axir, enê çiyê anînî ferq nêbê, bi nuqtan nêbo, nînê zanayîş. Wes-selam.”

Ji kevintrîn metna me sabît e ku her wekî zaravayên Kurdî yên din, di Zazakî de jî navê zimanan bi paşbenda “-î”yê çêdibin. Çawa ku dixuye, Ehmedê Xasî gotiye “Kirdî”, gotiye “Erebî”, negotiye “Kird”, negotiye “Ereb”.

Di Zazakî de peyva “erebkî” heye lê di manaya navê ziman de nîne. Dema ku ji qirikê jortir serê xwe dişûn, ji wî awayê şûştinê re dibêjin “erebkî”. Yanî peyva “erebkî” tê manaya bi awayê, yan jî wek usûl û edetê ereban.

Ev zaravaya Kurdî ku niha jê re Zazakî tê gotin, navê wê esas Kirdî ye. Kurmancên me jê re dibêjin Dimbilî. Navê Kirdî jî navê Dimbilî jî bi paşbenda “-î”yê çêdibin. Di metnên kevin de navê “Zaza” heye, cara ewil Ewlîya Çelebî (1611-1682) di Seyahetnameyê de bikar anîye, lê navê Zaza ku bi paşbenda “-kî”yê çêdibe di metnên kevin de tune ye. Di nivîsînên resmî yên bi Tirkî ku ji bo çapkirina Mewlidê Kirdî hatine nivîsîn de peyveka wek “Zazaca” jî tune ye. Di wan nivîsînan de wek “Kürtçeden muharref Zaza lisanı” hatiye nivîsîn. Di nav zazayan de jî, li gelek cihî wek navê ziman tenê peyva “Zaza” tê bikaranîn, dibêjin “Ma Zaza qalî kenê.” Belê, niha peyva “Zazakî” heye, lê nayê zanîn ku ji kengî ve bi paşbenda “-kî”yê hatiye bikaranîn. Û bi awayekî zelal diyar nîne ku di peyva “Zazakî” de paşbenda “-kî”yê navê ziman çêdike yan tê manaya bi awayê zazayan/zozanîyan.

Li alîyê Dêrsimê, yên ku bi vê zaravayê qise dikin, ji zimanê xwe re dibêjin “Kirmanc.” Lê ji ber ku di metnên kevin de derbas nabe lewre em nizanin gelo ji berê de ev paşbenda “-kî”yê hebûye yan li van salên dawîn çêbûye. Çimkî xelkê Dêrsimê yên ku bi vê zaravayê qise dikin, nabêjin “Kurd, Kurmanc, Kirdas, Dimbil”, ew jî eynî wekî kurdên din dibêjin “Kurdî, Kurmancî, Kirdasî, Dimbilî”.

Standardkirin

Peyva “standard” Fransî ye, tê manaya ew pîvana ku nimûne yan jî esas tê girtin; şeklê diyarkirî ku li gorî pîvan, norm, qanûn û bikaranînê hatiye eyarkirin; bîçima tek ku li gorî şeklekî diyarkirî hatiye çêkirin yan jî hatiye veqetandin; awayê çawanî û çendinîyê ku hatiye qebûlkirin

Di xebata li ser zimên de standardkirin tê manaya diyarkirina forma peyvan û tesbîtkirina qeydeyên nivîsînê. Lêbelê em ji bîr dikin ku ziman fabrîka nîne û peyv jî mehmûl nînin ku em wan her carê bixin qalibekî û li gorî keyfa xwe şeklek bidinê! Lewre dema ku em peyvek di formekê de standard dikin yan jî qeydeyek wek standard pêşnîyaz dikin divê em sebebên wê yên maqul di nav sîstema zimên de bi usûlên îlmî îzeh bikin. Mesela, di zimanê me yê nivîskî de qeydeyek heye ku navê miletan û navê zimanan bi herfa piçûk lê navê welatan bi herfa mezin dinivîsin; wek kurd, kurdî û Kurdistan. Ji ber ku min wisa dîtibû, min jî dinivîsî. Lê niha ez navê zimanan bi herfa mezin dinivîsim. Çima? Ez di nav sîstema zimên de vê îzeh bikim: Navê miletek, eynî mîna navên artêş, garan, gel, kerî, naxir navên komelî ne, lewre bi herfa piçûk jî bêne nivîsîn dibe. Lêbelê navê zimanek, eynî mîna navê welatek, taybet e. Yanî çawa ku Kurdistan navekî taybet e, Kurdî jî wisa navekî taybet e. Çimkî eynî wekî Kurdistanê Kurdî jî tek e. Ji vê çendê, herfa pêşî ya navê zimanek divê mezin be. A bi vî awayî, em çi tiştekî standard bikin, yan jî ji bo standardkirinê pêşnîyaz bikin, divê em di nav sîstema zimên de îzeh bikin.

Îcar zimanzanên me form yan jî qeydeyên ku wek standard pêşnîyaz dikin, pirranîya wan li ser usûla “tercîh”ê dikin. Tercîh jî keyfî ye; car heye îsabet dike lê gelekê caran dikare îsabet neke. Mesela, delîlên di Zazakî de bi paşbenda “-kî”yê çêkirina navên zimanan, nîsbet bi paşbenda “-î”yê zeîf in. Yanî, ji çar navên vê zaravayê du heb; Kirdî û Dimbilî bi metnên nivîskî sabît e ku bi paşbenda “-î”yê çêdibin. Navên Zazakî û Kirmanckî ku bi paşbenda “kî”yê çêbibin, bi qasî her du navên din xwe naspêrin delîlên saxlem. Û tiştekî din jî, di Zazakî de bi paşbenda “-kî”yê çêkirina navên zimanan, vê zaravaya me ji zaravayên din cûda dike û şikestek li yekpareyîya Kurdî dixîne. Çimkî di zaravayên Kurdî de formên peyvan çendî wekî hev bin, yekpareyîya Kurdî jî ewçend qewî dibe.

Otorîte

Di xebatên li ser ziman de fehmeka me ya xelet jî ev e ku em ji derveyî zimên li “otorîte”yekê digerin. Otorîte sulta ye; tê manaya hêza emirkirinê, xwedîyê heqê cezadayin û qedexekirinê. Mecazen jî tê manaya ew hêza ku ji zanîn û pisporîya tiştekî tê. Ya rast, ev jî sulta ye.

Ji ber ku ziman bi xwe wek sîstemeka komplîke û muhteşem qeydeyên xwe li ser me dide ferzkirin, lewre ew bi xwe “otorîte” ye. Îcar, çawa ku tu otorîte rê nade otorîteyeka din li ser wî hukim bike, ziman jî rê nade kes li ser wî hukim bike û li gorî keyfa xwe şekil bide wî. Ji vê çendê, di manaya mecazî de be jî, nabe ku kesek yan jî komek li ser sîstema zimên bibe “otorîte”, na! Eger kesên serwext yan jî sazîyek ku ji zanayan teşekul bûye hebe, hingê ew tenê dikarin bibin zimanzan, zimannas, çavnas yan jî pispor. Evên hanê, dema ku peyvek di formekê de standard dikin, yan jî qeydeyeka nivîsînê diyar dikin, divê di nav sîstema giştî ya zimên de bi awayekî îlmî îzeh bikin.

Şîrove bike