Hunermend û stranbêj Siwaro klîba xwe ya nû, ya bi navê Ew milkê Kurda li ser platformên dîjîtal weşand.
Strana Ew Milkê Kurda ya Seîd Axayê Cizîrî ye ku Siwaro jinûve şirove kirîye û ew belav kirîye.
Siwaro ji bo kêşana klîba xwe çûye bajarên wekî Amed, Mêrdîn, Şirnex, Colemerg, Wan, Agirî, Îdir, Bedlîs û Sêrtê û di klîba xwe da cih daye çem û xwezaya wan bajaran.

Siwaro behsa serborîya xwe ya ligel vê stranê û giringiya wê dike. Ew dîyar dike ku cihekî vê stranê yê taybet li cem wî heye û ew di zarokatîya xwe da, dema li ber pezî ye, wî ev stran di radyoyê da bihîstîye û ferq kirîye ku behsa rastî û serborîya kurdan dike. Siwaro xwendinekê li ser dîroka stranê dike û dibêje hema bêje salên 1950yan ev stran hatîye qeydkirin, êş û azara wê demê di nav kurdan da bû aniha jî, piştî 70 salan jî dîsa berdewam e.
Strana Ew Milkê Kurda û Ankaranın Taşına Bak demekê bûbû rojev ku newaya her duyan dişibe hev û ev strana Ankaranın Taşına Bak newaya xwe ji strana Ew Milkê Kurdan û Ey Niştimana Hesen Zîrek wergirtîye.

Siwaro destnîşan dike ku berî ew strana Ankaranın Taşına Bak bibihîze wî, ew stran ji devê Seîd Axa bihistîye. Wî li ser vê stranê lêkolîn kirîye û gehiştîye wê bawerîyê ku di hin çavkanîyan da dîtîye ku rastîya vê stranê ya Ermenîyan e lêbelê wekî stran, devkî tiştek nebihîstîye, tenê nivîs hene.
Siwaro balê dikêşe ser hilbijartina wê stranê ku ew dibêje ji muzîka stranê bêhtir gotinên muzîkê bûye îlham ku ew wê stranê jinûve şirove bike û bibêje.

Ew derbarê destpêkirina xwe ya stranbêjîyê da beyan dike ku meraqa wî ya stranan ji bavê wî hatîye ku bavê wî tembûrek hebûye û wî bi tembûra bavê xwe dest bi stranbêjîyê kirîye. Wî di destpêkê da li kolanan stran gotine û hatîye nas kirin û ew destnîşan dike ku ev 3 sal in bi profesyonelî karê xwe dike.
Siwaro destnîşan dike ku gelek plan û projeyên wî hene û ew dixwaze albûma xwe derxe lêbelê ji ber şert û mercên aborî ew nikare pêk bîne û ji ber vê yekê jî gelek kar û barên xwe li mala xwe hel dike.
Niha çend stranên min hene, ez dixwezim albûmek baş çêbikim, bikevim studyoyê û qeyd bikim lê mixabin ew derfet nînin
Siwaro

Ew derbarê muzîka kurdî da diaxive û dibêje muzîka kurdî mîna behrê ye, gelek çavkanî û stran hene ku nehatine bihîstin. Wî nîyet e ku wan stranan jinûve şirove bike û bike malê civakê. Ew li ser giringîya vê çendê di wê bawerîyê da ye ku hem ji bo bîranîna wan hunermendan hem jî ji bo çanda kurdî dê bibe karekî giring.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.