Dengê jineke Dîlokî li Londonê olan dide

Di her albûmeke wê ya nû de zêdebûna stranên kurdî jî nîşan dide ku ew dixwaze berê xwe bide koka xwe ya kurdî û vê kevneşopiyê bi guhdarên Londonê û paşê jî yên cîhanê bide nasîn. Albûma “Tu gul î” ya ARC Muzîke ew çap û belav kiriye jî, gaveke ji van gavan e.

***

Olcay Bayir, kurdeke elewî ye ku li Dîlokê ji dayik bûye. Malbata wê ji Dêrsimê koç kiriye. Di 16 saliya wê de bavê wî ji ber sedemên polîtîk neçar dibe û koçî Londonê dike. Ji wê rojê û vir ve ye li Londonê, li paytexta Ingilistanê dijî. 

Wê li Londonê li Zanîngeha Middlesexê di beşa Operayê de xwendiye û paşê demekê bi operayê re mijûl bûye. Her çend ew operîst be û demekê bi operayê re mijûl bûbe jî, wê paşê berê xwe daye muzîka gelêrî ya Kurdistanê û Anatolyayê û zanînên xwe yên di warê muzîka Rojavayê û operayê de ev muzîk têkel kiriye.

Di albûmên wê yên heta niha de ev reng û aheng her xuya dibe. Bayir bi piranî stranên gelêrî ji nû ve û li gorî vê têkeliyê şîrove dike. Herwiha car caran ew bi xwe jî besteyan dinivîse. Di albûmên wê de bi çendîn zaravayên kurdî, bi tirkî, ermenkî û ingilîzî stran hene. 

Olcay Bayirê demekî beriya niha albûma xwe ya nû derxist. Navê albûma wê “Tu gul î.” Bayira ku heta niha navên albûmên xwe bêhtir bi tirkî datanî, di vê albûmê de navekî kurdî li albûmê kiriye. Ji xwe di naveroka albûmê de jî bandoreke xurt a kurdî heye. Bayirê 4 stranên kurdî strane ku sê jê bi kurmancî yek jî bi zazakî ango kirdkî ye. Me got Olcay Bayir bêhtir stranên gelêrî ango kevn ên muzîka kurdî, tirkî û zimanên din distirê. 

Di vê albûmê de jî “Husna”, “Edlê, “Ay Dîlberê” û “Setero” hene. Husna weke ku tê zanîn straneke ji herêma Mereşê ye ku me beriya niha gelek salan ji ser devê Garip Dostî bihîstibû. Paşê hin hunermendên din jî strabûn. Bayirê weke stranên xwe yên din di vê stranê de jî zanîna xwe ya operayê, muzîka Rojava û esasên muzîka kurdî li lev xistine. Orkestrasyona Bayirê ne di vê stranê de, di hemû stranan de ji van her du rengên muzîkê di nava xwe de dihewîne. “Husna” zêmar e ku behsa keça bi navê Husna dike ya bi darê zorê bi mêrekî ew naxwaze didin zewicandin. 

Straneke din jî heye ku ew jî mîna “Husna”yê behsa trajediya keçekê dike. Ev stran bi tirkî ye û navê wê “Ağ Elime Mor Kınalar Yaktılar” e.  

Ji bilî vê “Daha Senden Gayrı” Aşık Mı Yoktur?” Aşik Rûhsatî û “Ötme Bülbül”a ji ber helbesta Pîr Sûltan Abdalî hatiye çêkirin jî stranên din ên tirkî ne. 

Olcay Bayir di albûmên xwe de cih dide stranên ku behsa kul û derdan dike yên gelên li Kurdistan û Anatolyayê dijîn, jinan û yên din ên dengên wan zêde nayên bihîstin. Sê stranên ku bi ermenkî strane jî nîşana van tiştan e. Him Dêrsîma ku koka Bayirê ji wir e him jî Dîlok û derdora wê, mîna kurdan, ji ermenan re jî bûne cîh û war. Bi van her sê stranan Olcay Bayir dibe şirîkê xem û kulên ermenên di sedsala derbasbûyî de bi hewldana qirkirinekê re rû bi rû mane û guhdaran jî dike şirîkê xwe.  

Bayir herwiha di albûmê de Car caran bi “Husnayê”, “Ağ Elime Mor Kinalar Yaktilar”ê guhdarên xwe dike şirîkê xem û şînên jinan, car caran jî bi “Edlê” ya straneke govendê ye dike şirîkê kêf û şahiyan.

Olcay Bayir him zanîna xwe ya muzîkê ya di sikaleyeke berfireh de, him jî dengê xwe yê bi operayê perwerde bûye, bi rengekî serkeftî bi kar tîne.

Lewre ew van tiştan bi hevkariya çendîn hosteyên muzîkê yên Rojavayî re dike. Hilbijartina enstrumanan û bikaranîna wan, aranjekirina van stranan û şîrovekirina wan, dihêle ku Bayir di nava civata muzîkê ya li Londonê baştir bê naskirin. Ji ber wê ye ku nivîskarê rojnameya The Guardianê Robin Denselow ji bo wê gotiye, “Yek balkêştirîn û baştirîn stranbêjên di sahneye muzîka cîhanî de ya li Londonê ye.”   

Di her albûmeke wê ya nû de zêdebûna stranên kurdî jî nîşan dide ku ew dixwaze berê xwe bide koka xwe ya kurdî û vê kevneşopiyê bi guhdarên Londonê û paşê jî yên cîhanê bide nasîn. Albûma “Tu gul î” ya ARC Muzîke ew çap û belav kiriye jî, gaveke ji van gavan e.

Şîrove bike