Civatek li Qelşa Gettoyê

Hevpeyvîna Rêzan Diljen ligel D. Alend

Herçiqas hin reşêşkên, pêlên muzîkê carnan dilê me geş bike jî atmosfera gettoyê dîstopîk e; sewt ditengije, disewise, carna dixwaze xwe bişelîne ji mînorîya xwe, har dibe, dixwaze gunikreş bimeşe li bulwarên major. Li gettoyê ji bilî herka dema standart û serdest jêrdemên xalî û otantîk hene, pêjnên resen hene, hin ra û pinên rikoyî, arjenî, barute hene dixwazin dîsa xwe bivejînin. Sewt bi gelek awayan; çandî, fîzîkî, dijîtalî li gettoyê ditengije, har dibe, hêrs dibe, xwe li dinyayê diqerêse, xwe direqîne, dike qaqebo, difure û diverîşe.

***

Kekê di serî da tu û “pêjnek jazz li qelşa gettoyê” bi xêr hatine sifreya helbestê. Ev berhema te ya ewil e, û di çilsalîya te da derket. Ez dixwazim bi têkîlîya helbest û temenê te dest pê bikim. Rilke û Rimbaud di 19 salîya xwe da helbestên xwe çap kirin, Ritsos di 25 salîya xwe da şêweyên nipûnû li helbesta Yewnanan zêde kirin. Em dikarin li ser şairên kurd jî van mînakan kêm zêde bidin. Arjen Arî û Berken Bereh gava kovara Tîrêjê -ku ev kovara kurdî ya ewil e li Bakur- derxistin hê xortên 25 salî bûn. Yehya Omerî û Selamî Esen gava xelata Arjen Arî wergirtin 23 salî bûn. Pirsa min ev e, tu çima heta 40 salîya xwe sekinî? Tu qet difikirî ku dereng mayî?

Malî ava, gelek spas. Belê li helbesta cîhanê û li helbesta kurdî pêşengên wiha afrîner; navên wiha zû dane rê, kesên li ruhê helbestê zû û ciwan stewîyane pir in. Serpêhatî û tecrubeyên her kesî wek hev nînin. Ez bixwe ji destpêkeka ji mêj ve her li helbestê me; helbest bi min re ye. Sala 2004an helbesta min a ewil li kovara Tîrojê hatibû weşandin; welhasil ev 20 sal in ez li ristan hin pêjnan dirêsim. Carnan residîm carnan nefilîm carnan ji helbestê dûr ketim li vê rêwîtîyê. Tu hewla min a ciddî çênebû heya îsal ji bo ku ez berhemekê biweşînim, hinekî tiral û tortor im. Ji bo hilberînê, ango berhemdayînê 40 salîbûn temenekî îdeal e. Nafikirim ku dereng mame.

Em werin ser berhemê. Berî naverokê navê berhemê balê dikêşe. Gava min helbestên te xwendin, min fêm kir ku ev nav çiqasî lê rûniştîye, kifş e ku yek ji gettoyê diaxive. Û jazz. Yê ku dîroka jazzê dizane jixwe baştir fêm dike. Di salên 1900an da jazz nexasim di destê reşikan da weke hunereka bindestan bû. Axir tu hem li gettoyê yî, hem jî jazzperwer î. Di helbestên te da metaforên acizî, dijezber û neqayîl hene, bi awayekî ekspresyonîst xwe nîşan dide. Dikarî hinekî behsa serpêhatiya navê kitêbê bikî? Divê em ji “pêjnek jazz li qelşa gettoyê” çi fêm bikin?

Siheta te xweş. Ev 6 sal in li Stenbolê dijim. Ji meşê hez dikim. Piştî pandemîyê li tax û kolanên Stenbolê meşên min ên dirêj çêbûn; carna bi şev carnan bi roj. Helbestên di pirtûkê de, gelek jê, min li stenbolê nivîsîne, loma min ev nav li berhemê kir. Bêguman her xwendevan çi fêm bike bi ser û dilê xwe ye. Pêjnek Jazz Li Qelşa Gettoyê hem li navendê ye hem jî li derveyî navendê ye, ji navendê dûr e. Pêjnek Jazz Li qelşa Gettoyê hest û helwesteka piştî vajîbûna, kelêbûna, çewsbûn û têkçûna ruhê bahozekê ye ango serûbinbûna sosyolojî û psîkolojîyekê ye; tirafa piştî şewatê ye, germ û tîna wê hê nevemirî ye. Herçiqas hin reşêşkên, pêlên muzîkê carnan dilê me geş bike jî atmosfera gettoyê dîstopîk e; sewt ditengije, disewise, carna dixwaze xwe bişelîne ji mînorîya xwe, har dibe, dixwaze gunikreş bimeşe li bulwarên major. Li gettoyê ji bilî herka dema standart û serdest jêrdemên xalî û otantîk hene, pêjnên resen hene, hin ra û pinên rikoyî, arjenî, barute hene dixwazin dîsa xwe bivejînin. Sewt bi gelek awayan; çandî, fîzîkî, dijîtalî li gettoyê ditengije, har dibe, hêrs dibe, xwe li dinyayê diqerêse, xwe direqîne, dike qaqebo, difure û diverîşe.

Gava te got “har dibe, dixwaze gunikreş bimeşe li bulwarên major” çend risteyên te yên bê sansur û wêrek hatin bîra min. Wek: “sîr li qûna gelêrîya min qet nesekinî çûm”, an jî “hevalno xwe biparizînin / ji zotka strana kelecana eletewş”. Risteyên te pak û paqij in. Carinan difikirim, dibêjim dengbêjên me ji şairên me wêrektir bûn. Heke Poe, Baudelaire an jî Rimbaud tirsonek bûna, weke yên berê binivîsanda dê helbesta modern çawa ava bûbûya? Di berhema te da -ku ev berhema ewil e, ev tişteka gelekî giring e- dîwar hilweşane. Bi te, wêrekî / bêtirsbûn û helbest divê di hevsengîyeka çawa da bin?

Berî bême Stenbolê 4 salan li Bedlîsê jîyam; hin rojên gulanê li beroja qehwexaneyeka li hemberî Hemama Evdalxan rûdiniştim, min lezzo vedixwar li ber kilamên dengbêjan, tenê lê kal hebûn lê ruh û kelecana wan a kurdî ji min ciwantir û bijentir bû. Ez jî wisa difikirim; herçiqas bergeha dengbêjan teng jî be, bi ruhê xwe, rabêja xwe ji helbestvanên me wêrektir in. Bi min divê her şaîrê kurd pêşî kêm zêde ji mîrata poetîka dengbêjîyê hinek zirav bistîne. Ez niha hinekî poşman im seba berê li rêya helbesta xwe wêrektir nemeşîyame. Risteyeke Mandelştam heye di pirtûka wî ya bi navê “Rêwîtî Ber Bi Welatê Rengan ve”, dema li zozanên elegezê derbas dibe; dibêje “kurdên encax ruhê xwe hildigirin dibezin / xweda û şeytan li hev anîne / bi parvekirina nîvî nîvî”. Vêca bi min divê em wê wêrektîya arkaîk a di poetîka me de, em bêhtir bistewînin û li helbesta xwe ya îro bimeyînin bêyî em li populîzmê û çortbûnê bitewişin.

Te got poetîka, nexwe em ji wir dewam bikin. Dixwazim hinekî poetîkaya te bizanim. Bi qasî ku min xwend û fêm kir, kêfa te ji hêmayan ra gelekî tê, wek îmajîstan. Dibe ku tesîra şairên frensî li ser te hebin. Lêkerên ecêb hene, lêkerên resen û kupkurmancî. Ji lirîzmê dûr û ji sadebûnê jî hez nakî. Derûnîya berhemê wek te jî berê got “serûbinbûna sosyolojî û psîkolojîyekê”. Nizanim tu yê çi bibêjî, rê û rêbazên te yên helbestnivîsînê çi ne? Çi krîterên te hene? Divê helbest di çi dirûvê da be?

Belê kêfa min ji hêmayan re tê. Dibe tesîra helbestvanên frensî û peyrewên wan li ser min hebe. Helbesta min jixweber e; carna dada, carna surreal, carna absurd, carna beatnîk û carnan jî arkaîk dirêsim. Wek te gotî lêker pir in. Çima? Gelek caran helbesta min li derve li kolanê dest pê dike loma aksîyonel e. Lêker hem di pexşanan da hem jî di helbesta kurdî da kêm in; vê ji zû ve bala min dikêşa û ez pê aciz dibûm. Derûnîya berhemê tevlîhev e; otonomên piçûk û temenkurt lê hene. Werhasil kekê ez ne mirovekî analîtîk im û di teorîyê de jî zêde ne jîr im, hevîdar im min hin tişt zelal kiribin. Rê û rêbazeka min a rutîn tune ye; baş çavdêrîya derdorê dikim, ji bo demekê helbest xwe li bîra min olan dide paşê li ser hûr dibim û bi bêhna fireh ava dikim, lez û bezê nadimê, li hêvîyê diminîm heya bipengive, bimeye. Li ser dirûvê helbestê serê xwe zêde naêşînim; tercîheka min a standart nîne.

Mamoste te di helbesta xwe ya argojenînekê da wiha gotîye: “bi kurtasî ez dixwazim wiha bibêjim / beşdarên civîna civaka sîsarkên sar / û keftarên hestîkoj li gerstêrka me ya kêza gugerên / ez li bezê guhê tirekîya we har im / ez li rolvajîya quretîya romantîzma we har im”. Û di çend helbestên din da weke ku tu li civînekê bî û bi yekî li hemberî xwe ra derd û kulên xwe, û kêfxweşîya xwe vebêjî. Wek mînak: “doxtor, haymatlos, hosta, albatros”. Hin kes dibêjin ez helbestê ji bo xwe dinivîsim, pê dilê xwe rihet dikim; hin kes jî hewl didin tiştekî bibêjin, şîretan bikin. Bi min te xwestîye tiştekî bibêjî, tiştekî nîşanî me bidî. Min şaş fêm kirîye an?

Siheta te xweş. Te rast û ronî fêm kirîye. Wek te jî xwendî li hin helbestên min têgihên epîfanî, satorî û peyvên arq û verîşanê hene. Helbet carnan dixwazim hêrsa xwe, kerba xwe, rika xwe biverîşim li hemberî hin kesan, bi zimanekî sext argo dijûnan bikim û bêhna xwe fireh bikim. Carnan jî dixwazim geşbûna xwe, arinca xwe, kula xwe nîşanî xwendevanan bidim. Dibe, mimkun e kesê bixwîne û vê fêm bike xwe wek doxtor, haymatlos, hosta û albatros hîs bike, ango bikeve dewsa min. Ez bawer im gelek kes wê vê jidil fêm bikin. 

Octavio Paz dibêje, “Helbest berî hemû wehîyên dînî, zimanê civakê yê resen e; di heman demê da zimanê dîrok û guherînê ye.” Tu jî giringîyê didî zimanê helbestê û peyvan. Jixwe te di risteyên xwe da jî behsa peyvan kirîye, wek mînak: “li pey şopa peyvên jikêrketî jikel bikel diponijim” an jî “li peyvên min zincar / kevz / xwelî / kewş”. Bi te divê şair di risteyên xwe da ziman û peyvan çawa bi kar bîne? 

Belê li ser peyv û helbestê diponijim, paxav dikim, serê xwe pê diêşînim. Bi min divê helbestvan li risteyên xwe, peyvan ji nû ve bivejîne; divê wan çespan û çalak bike, divê wan bistewîne û bişelîne, divê wan bi xwe re bênê kolanê jî, barê jî, flortê jî şînê jî. Heke dema ji mal derdikeve wan li ser masê bihêle xwelî li serê wî dibêjim. Ziman jî her wisa; ji zimanê li ristan tevizî, çilmisî û rayên xwe ne berdayî axê hez nakim. Bi min divê ziman her roj xwe ji nû ve ava bike; divê li gor ruhê demê xwe veguherîne, veguhezîne û xwe bide xwendin û gotin. Hewla min ev e vêca wê çawa çêbibe ez jî baş nizanim.

Tim di hevpeyvînan da dibêjin te xwest ji xwîneran ra çi bibêjî? Lê em vê carê pirseke vajî -risteyên te jî vajîperwer in- bikin. Bila xwîner ji helbestên te çi fêm nekin? Te xwest çi nebêjî? Ji ber ku şair bi qasî ku tiştinan dibêje tiştinan binax jî dike:)

Li helbesta min gelek reng hene bila tenê reş û şîn fêm nekin, lê retro keserên radyoya êrîvanê jî hene bila tenê jazz û bluesan fêm nekin. Lê şopên salên 90an, şopên piştî 2000an, demên çewisandî jî hene bila tenê carpe diem fêm nekin, lê xeletî jî hene bila tenê rast fêm nekin, lê kerbeş jî hene bila tenê sosinê fêm nekin. Naxwazim flora û fauna helbesta min çewt bê fêm kirin. Li helbesta xwe min nexwest xwe ji hemû ajalên xwe bişelînim, nexwest hin yêxîrîyên xwe biterikînim, nexwest ji hin kendal û hevrazan dakevim. Loma yêqîn dikim xwendevan axa helbesta min hinekî bixepêre.

Hesûdîya berhemekê dikî? Qet dibêjî xwezî min ev binivîsanda?

Belê carna xwezîxweska xwe bi hin berheman tînim, dil dibijênime delalîya wan, dibêjim xwezî bi kurdî jî ev afrînerî û resenî zêde ba. Ez dikarim bêjim dihesidime romana jack kerouac a bi navê ‘on the road’ ( li ser rê).

Firat Aydinkaya di hevpeyvîna xwe da pirseka wiha ji Mem Ararat kiribû: “Weke hûn jî dizanin helbesta Kurdî zûde di nav xitimandîyek bêbinî de nefes digre. Heta mirov dikare bêje êdî şiîr nemaye, tenê riste heye. Şiîra me vê dawîyê pirê caran bûye lîstika peyvan. Herwiha mixabin şewata helbesta me jî anha vemirî dixuyê.” Lê çavdêrîyên berevajî vê jî hene, ciwan derdikevin qadê, klîşeyan xira dikin, asoya helbestê berfirehtir dikin. Fikrên te yên li ser vê meselê çi ne? Rewşa helbesta kurdî a modern çawa dibînî?

Guherîn û veguherîn geşedaneka erênî ye; ev ne tiştên ecêb in. Ceribînên nû, rê û nêrînên nû ez bawer im wê bergeha helbesta kurdî berfirehtir bike. Derketina dengê nû, xirakirina hin klîşeyan jî wê helbesta kurdî bi pêş bixe. Bi  min jî îroj herka helbesta kurdî ya modern nola hatî gotin têra xwe ne geş e; resenî, pirdengî, pirrengî, firehî û kûrahî kêm e, werger qels e, derûnîya wê zêde îzole ye.  Dîsa jî dibêjim hêvî heye; van salên dawîn derketina kovarên helbestê, zêdebûna wergeran, bihîstina kesên nû dilê mirov xweş dike.

“Dîsa jî dibêjim hêvî heye”. Te helbesta xwe ya dejavuyê da wisa gotîye: “ îmajên kesk dibijkivin / li qelşên tenêtîya min a barê vê êvarê”. Te li ber tenêtîya xwe îmajên kesk jî reşandine. Bi te di helbesta kurmancî da îmajên kesk, hêvî û kêfxweşî ne kêm e? Te di risteyeka xwe da rexneyeka bi vî rengî kirîye: “helbestvanê tim şîn got ma werîsekî te yê persî nîne”. Şairên kurd çima tim behsa birînên xwe, derd û kulên xwe, êşên xwe dikin? Kesk çima kêm e?

Mixabin li helbesta kurdî îmajên kesk, hêvî û kêfxweşî kêm e, talde ye, veşartî ye bêhtir. Em li şîn û qetranê digevizin, dikewirin, diverîşin. Belê şairên me helbestnivîsê me pirî caran werîsên şîn, şerîtên sor naşî me dikin. Geşbûnên xwe, xweşbûnên xwe, şadî û peroşên xwe ji me vedişêrin, texsîr dikin, sansur dikin, bi me re parve nakin.  Belkî jî şerm dikin ji xwe û ji civakê ji ber hin sedeman, em karin bêjin ferdbûna mazmazka helbesta kurdî jî virnî ye.

Helbest ji gelek qadên hunerê sûdê werdigire. Di berhema te da jî pirek di navbera helbest û muzîkê da heye, pirek di navbera helbest û sînemayê da jî heye, û gelek pirên din… Divê şairek ji bo sûdwergirtinê, ji bo sirûşê, ji bo birca helbesta xwe bilind bike divê bi hunerên din ra, bi jiyanê ra, bi civakê ra, bi xwezayê ra di têkilîyeka çawa da be?

Hewl didim li gelek qadan, li gelek çavkanîyan helbesta xwe biçêrînim, xwedî bikim; ji muzîkê ji sînemayê, ji dîrokê, ji folklorê, ji flora û fauna kurdî ya resen, ji antropolojîyê, ji kolanê û hwd. best û sûdê distînim. Bi min divê helbestvan ji hin ra û rîşalan xwe qut neke. Divê helbestvan tim bi van qadan re di têkilîyê de be û carnan jî xwe ji wan bipalivîne, biparzinîne.

“êvarekê kurd razam sibehê îrlandî şîyar bûm” û di çend cihên din jî te behsa îrlandîbûnê kirîye. Welatê James Joyce, Yeats, Wilde, Beckett çi tesîr li te kir?

Ya rastî ez tim dixwazim sibehê kurd şîyar bibim û wisa derkevim sikakê. Li vê risteyê rexne îronîyek heye; gotina “ emseytu kurdîyen ve asbahtu arabîyên” heye. Ne hewce ye vêna rave bikim, şîrove bikim, yê dizanin jixwe dizanin. Rewşa me û îrlandîyan bi sedsalan dişibîya hev; ew sibehê ingilîz şîyar nebûn û hewce nedîtin li şaristanîya ingilîzan bihelin, nebûn kesên maqul; nebûn şelaf û kodalês li hizura serdestên xwe. Loma carna helbestvan dixwaze sibehê îrlandî şîyar bibe û bireqîne. 

Dixwazim pêvajoya nivîsîna berhemê jî bipirsim. Tu ji kengî ve li ser dixebitî? Edîtorî çi lê zêde kir, çi jê derxist? Redaktorî, berg û weşanxane?

Ev ji şeş salan zêdetir e ez li ser dixebitîm. Serê pêşî mebesta min derxistina fanzînekê bû; min dixwest bi rîya fanzînê helbestên xwe biweşînim, herçiqas min fanzîn amade kir jî ev pêk nehat. Berî adara îsal were û ez bibim 40 salî min got ez ji vî barî xwe xelas bibim. Helbesta min a bi navê “blueseke ji sala gayê sor” wê li fanzîna flashhilata Omer Faruk Baran bihata weşandin lê camêr dev ji fanzînê jî berda, bar kire podcastan :). Li peyv û risteyên xwe hinekî serhişk im loma min tu mudaxele nedipejirand. Mamoste Nûdem Hezex edîtorîya berhemê kir; bi dilnizmî û camêrî bû alîkar, bi pêşnîyar û tewsîyeyên wî li gor ruh û rîtma berhemê min naveroka kitêbê kire 5 beş, helbest zêde bûn min hin jê derxistin, li hin helbestan dubare hûr bûm, min hin jê kurt kirin. Di bergê de jî hem edîtorê min mamoste Nûdem hem jî xwedîyê weşanxaneya Nayê kekê Berfo Barî bûne alîkar, bi wan şêwirîm. Ez motîve kirim ji bo ez kitêbê biweşînim. Loma bi vê wesîleyê ji dil û can spasîya wan dikim, dilê wan ava dibêjim.

Naxwe pirsa dawî, bi qasî em dizanin tu kêm dinivîsî, lê dîsa jî bipirsim. Niha li ber destê te xebatinên din hene? Û ji bilî helbestê tiştekî din diceribînî?

Ji bo vê civata xweş malî ava, gelek spas. Belê kekê ez kêm dinivîsim. Hin dosyayên min ên helbestê yên berê min nivîstibûn hene; ez ji wan sil bûm, silikîm. Dosyayeka helbestê heye wek terikandina gettoyê li ber destê min hê li ser dixebitim. Herwiha xwe li romanê diceribînim lê seba bandora zimanê helbestê li parsûyên wê ditengijim; belkî rojekê epîfanîyekê bijim û lê biverîşim.

D.Alend kî ye?

D.Alend, sala 1984an li Hezexa bi ser Şirnexê ve hate dinyayê. Dibistana navîn û lîsê li hezêxê xwend. Li Zanîngeha Muğlayê beşa mamostetîyê qedand. Hin helbestên wî li kovara Tîroj û Barê hatin weşandin. Niha li stenbolê dijî. Pejnek jazz li qelşa gettoyê dosyeya wî ya ewil e. 

Şîrove bike