Logoya Botan Internationalê çi ye û çi îfade dike?

  • 07/04/2023
Logoya Botan Internationalê çi ye û çi îfade dike?
Murat Bayram Fotoğrafı

Murat Bayram

07/04/2023

Botan International sala 2020ê li Gundikê Melî yê Herêma Botanê ava bûye, me 2021ê ofîsa xwe ya Diyarbekirê jî vekir.

BotanInt di tarîxa dewleta Tirkiyeyê de bû desgeha pêşiyê ya perwerdeya rojnamegerîya kurdî û 186 kes beşdarî perwerdeyên wê bûn. Wê bi hevkarîya Rojnamegerên Sînornenas (RSF) stûdyoyek û navendeka nûçeyan ji bo rojnamegeran çêkirin. Li wê derê di salekê de 450 vîdeo-bername û nûçe hatin çêkirin. Hê jî ew der ji bo hemî rojnamegeran vekirî ye û bêpere ye. Herdu desgehan e-kitêba Rojnamegerîya Dîjîtal amade kir û weşand.

Wê li zêdetirî 40 civînên navneteweyî got mafê kurdan heye xwe bi zimanê xwe îfade bikin û parastvanîya vê yekê kir.

BotanIntê di dawiya 2022yê de botantimes.com çalak kir û 2023yê kovara nûçeyan ya bi navê Botan Timesê derêxist.

Bi gelek karên qedirbilind bû yek ji desgehên kurdan ên berbiçav û bû partnera daîmî ya RSFyê. RSF şêwirmenda fermî ya medyayê ya Konseya Ewropayê û Newteweyên Yekbûyî ye.

Bêguman e ku desgeheka bi vî rengî barekê ciddî danî ser milê xwe bi gelek hesab kitab û pîvanan ketiye ser rêyê.

Plana karkirinê ya heta 2025ê hatiye danîn, mûzîkeka xweser ya Botan Internationalê heye(Serdar Cananî çêkiriye), temayeka kod û nexşên wê yên Botan Internationalê heye (botantimes.com, nexş/dîzayn: Murat Bayram, kodnivîs: Şeyhmus Baykal), robotek tê çêkirin (Rony, plan: Murat Bayram, kodnivîs: Yehya Lezgîn)… Îro ez ê ji we re behsa logoya Botan Internationalê bikim.

Logoya Botan Internationalê: Murat Bayramî nexişandiye, Semîha Yildizê reng daye.

Logo ji serê ejderhayekê, pêlên dengê ji devê wê derdikeve û nivîseka şîn pêk tê. Rengên di logoyê de zer, reş û şîn in.

1 – Ejderha:

Sembola herêma Botan, Smeîl Ebûlîzê Cizîrî, Mûzeya Şaristanîyên Îslamê, Stenbol

Ew kesê di tarîxa mirovatîyê de cara pêşiyê robotên sîbernîtîk çêkirî Smeîl Ebûlîzê Cizîrî ye (1136-1206). Wî li ser deriyê Mizyefta Mezin a Cizîrê sembola herêma Botanê çêkiriye.

Gelek teorî û îzah hene yek ji wan bi vî rengî ye. Di logoyê de du ejderha hene ya çepê çemê Feradê ye û ya rastê çemê Dîcleyê ye. Ejderha nîşana bihêzbûna xelkê herêmê û qedîmbûna kurdan e. Şêrek heye ew jî bizeravbûn û wêrekîya kurdan nîşan dide. Du teyr hene ew jî nîşan dide ku xelkê herêmê li ser axa xwe ji pileyên bilind ve hakim in û birûmet in.

Ejderhayê Botan Internationalê serê ejderhayê Dicleyê ye. Ev yek hem silavek li zanyarê kurd Smeîlê Ebûlîz e hem jî nîşana wê yekê ye ku em girêdayî, ax, tarîx û zanista mezinên xwe ne.

2 – Pêlên Hawara ejderhayê

Mîrê Botanê, Celadet Alî Bedirxan ew kes e ku ev alfabeya em vê gavê pê dinivîsin û rêzimana em dişopînin di kovareka bi navê Hawarê de weşandine (1932). Li gor qinaeta min rojnamegerîya Kurmancî ya modern bi kovara wî Ronahîyê dest pê kiriye(1945).

Logoya Hawar û Ronahîyê, Çêker: Celadet Alî Bedirxan

Celadetî wek logo ji bo Hawarê jî û ji bo Ronahîyê jî bi destxetên xwe pêleka ji jor ber bi jêr ve bi kar înaye. Me ew pêl danî ber devê ejderhayê Smeîlê Ebûlîz. Ev dê hem kovara rojnamegerîya me ya modern Ronahîyê hem jî Hawara Celadetî bîne bîra me.

Mîrê Botanê gotibû:

“Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwenasîn e.
Xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike.”

3 – Rengên logoyê

Şeva ku min nû logo xêz kirî min xwest Semiha wê bi rengê zêran boyax bike. Ji ber ku zêr nîşaneka qedirdanê ye.

Paşê min biryara xwe guhert. Vê gavê rengekê welê ye ku zerê wek kodên rengê roja li ser alaya Kurdistanê ya Xoybûnê çêkirî ye (li mala Dotmîra Botanê, Sînemxan Bedirxanê bû paşê wê teslîmî Mesûd Barzanî kiribû) û qehweyîya axê hinekê lê hatiye zêdekirin.

Şîn rengê avê ye. Rengê ax, av û rojê bi hev re ne. Pêlên ji devê ejderhayê derdikeve rengê hibra Celadet Alî Bedirxanî ye.

Li logoya BotanIntê qêrîna ejderhayê Smeîl Ebûlîzî, bi hibra Celadet Alî Bedirxanî pêlên Hawarê li şînîya rengê ava Dîjleyê zêde dike.

Belkî careka dî dema hûn fekin logoya Botan Internationalê hûn kûrtir lê binêrin.

%d