Çanda me ya xwarinan û hin şîraniyên me yên kêmnas

Her tiştê me tê talankirin. Serdest wan li ser navên xwe tescîl dikin û wekî zengîniya xwe ya çandî bi dinya û alemê didin naskirin. Bi kirina xebatan, bi weşandina berhemên bi kurdî em dikarin piçek be jî rê li ber vê yekê bigirin û nehêlin wisan bi hêsanî vê diziya hanê bikin. Kirina xebatan jî qeydkirin û tescîlkirinek e.

***

Gava dabaş tê ser çandê, her kes ji zengîniya çanda xwe behs dike û pê dipesine. Bi vê jî namînin, dadixuyînin ku divê mirov li nirxên xwe yên çandî bibe xwedî. Rast e, çand giring e. Ji lew re ew yek ji wan hêmanên netewebûnê ye. Ji xeynî çanda hevpar, çandeke madî û manewî ya xweserî gelan an jî neteweyan heye ku ew di nav pêvajoya dîrokî û civakî de pêk hatiye. Çand ku têgiheke berfireh e, hemû cureyên xwarin û vexwerekan jî li xwe digire. Her wiha awayê amadekirin, pêşkêşkirin û şêweyê xwarin û vexwarina wan bi xwe jî dîsan çandek e.

Em kurd jî, bi piranî ji ber wan sedemên diyar û aşkera, balê dikêşin ser çanda xwe, taybetmendî û pêwîstiya xwedîderketina li wê. Ji ber ku nirxên çandî nîşanên hebûna nasnameyê ne, bi awayekî mafdar em heyfa xwe lê tînin ku çanda me tê talankirin û têra xwe em lê nabin xwedî.

Jixwe li dinyayê hegomonyayeke çandê heye ku bi zanebûn ew di bin navên çanda gerdûnî û jêrçandê de hatiye senifandin. Îcar bi ser de dagirkirin û îstilaya çanda serwer heye ku ew çandên bindest jî dikin yên xwe. Mesela navên gelek xwarinên aîdî çanda me ya mitbexê hatine guhartin û dizîn. Ev rewş hîn jî didome, talan berdewam e û ew bi navên din tên binavkirin. Nimûneya herî dawî boreka kurdan e ku bi tirkî çendî ev nav wekî “Kürt böreği” tescîlkirî be jî, wê dikin “küt böreği.” Hin xwarinên me jî hêdî hêdî tên jibîrkirin û nifşên nû mixabin bi wan û navên wan nizanin. Ev jî derdekî din e ku dilê mirovan xemgîn dike.

Xweşbextane ku çendî ne zêde bin jî di warê çanda mitbexê ya kurdan de hin xebat hatine kirin û hîn jî tên kirin.

Mamosta Dr. Cemşîd Benderê rehmetî, ku divê em wî û keda wî bişêkirînin û tim bi bîr bînin, yek ji wan kesên pêşî ye ku di vî warî de dest biribû xwe. Berhema wî ya bi navê “Kürt Mutfak Kültürü ve Kürt Yemekleri” (Çanda Mitbexê ya kurdan û Xwarinên Kurdan) di sala 1992’yan de ji aliyê Weşanên Melsayê ve hatibû weşandin. Ev xebata ku xwe dispart xebatên meydanî û bi kedeke kolektîf hatibû amadekirin, gava hatibû çapkirin gelek deng vedabû.

Divê ez diyar bikim ku ev berhema hêja wê gavê ji bo ferhenga min a Tirkî-Kurdî ya Mezin nemaze di warê navên xwarin û eşyayên mitbexê de, bûbû çavkanî.

Van salên dawî li ser mitbexa kurdî berhemên giring hatin weşandin. Wekî pirtûka bi navê “Kürt Yemek Kültürü” (Çanda Xwarinên Kurdan) ya Mirella Galetî û Fuad Rahman, berhema bi navê “Geleneksel Kürt Mutfağı” (Mitbexa Kurdan a Nerîtî) ya berhema Ali Geyik. Ev bipêşketinên xweş in ku dibin sedema qeydkirina wan xwarinan jî. Lê ji bilî berhemên ku ji bo danasînê bi zimanên cur bi cur hatine amadekirin, ez bi xwe nirx û qîmetê bi wan xebatan didim ku ew bi kurdî hatine amadekirin. Sedem jî ev e; gava ev xebat bi kurdî tên kirin, ne tenê navê xwarinan û vexwerekan bi kurdî tên nivîsin û qeydkirin, pê re termînolojiya vî warî jî tê bikaranîn ku hewcehiya me pir bi vê yekê heye.

Pirtûka bi navê “Meyîr, Li Amedê Çanda Xwarin û Vexwarinê”, ya Mehmet Oncu, di dema şaredariya Osman Baydemîr de ji aliyê Daîreya Çand û Tûrîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû weşandin ku Mem Mîrxan jî wê çaxê serokê wê daîreyê bû. Bi ya min ji vî aliyî ve ev xebateke şayanî teqdîrkirinê ye û ez şanaz im wekî min redaksiyona vê berhemê kiribû.

Pêwistiya me bi pirtûkên wiha pir heye ku hem bi kurdî bin hem jî bi saya van cure xebatan em bikarin zengîniya xwe ya çanda xwarin û vexwarinê derxin holê û vê çanda hanê xuyabartir bikin. Helbet ev merheleya pêşîn e, ya duyem jî divê ku em wan xwarin, vexewerekên xwe yên ku dikin ji navê rabin zindî bikin, wan ji nav sînorên cihkî ango mehelî derxin û li xwaringehan jî pêşkêşî mişteriyan bikin.

Helbet ne tenê xwarinan, divê ku em şîraniyên xwe jî ji windabûn û jibîrkirinê rizgar bikin. Zêdebûna cureyên şîraniyên me jî bi rastî mirov ji xwe re diheyirîne û heşmetkar dihêle. Mirov dikare navê gelek şîraniyên me bihejmêre ku ew bi dims, hingiv, şekir û penîr jî tên çêkirin. Wek nimûne em navên çend heban ji wan bidin ku ew zêde nayên naskirin:

Azik: Ji genimê zîldayî yê kutayî, rûnê nivîşk û şekir tê çêkirin ku wekî pilorê ye.

Cacir: Navê şîraniyeke gûzan e, ku kakilên gûzan ên kutayî di nav hingiv de tên tên kelandin heta ku helîme bide.

Cimêlîk: Cureyek şîraniya nanî ye ku ji nanê tenûrê yê hûrkirî, rûn û dims (an jî şekir) tê çêkirin. Nan bi qasî ku binermije tevî wan tê kelandin.

Gozebez: Ev jî cure şîraniyek e ku ji kakilê gûzan, dims an jî hingiv tê çêkirin.

Qalezengî: Malzemeyê vê ard, rûn, hêk û dims e, tev di nav hev de tê kelandin û wisan tê çêkirin.

Qeyserûn: Ji çîrê arûngan (mişmişan), rûn û şekir tê çêkirin, ev malzeme gişt tevî hev tên qelandin.

Sêrmî: Ev şîraniyeke penîr e ku ji penîrê helandî, rûn û şekir tê çêkirin. Li hin deveran jê re selmî jî tê gotin.

Zengîl: Dişibe şîraniya wekî loqmeyan ku ji hevîr tê çêkirin.

Zingilîk: Ev şîraniyeke ji ard e; ji dims û ard tê çêkirin ku ardê di rûn de hatiye qelandin.

Zulfî: Şîraniyeke wisan e ku ji kakilên gûzan, bindeq, mewij û ard tê çêkirin.

Behskirin û balkişandina ser dewlemendiya çandî baş e, lê ne bes e. A giring ew e ku mirov bikare bi xebatan wan derxe holê, wan berbiçav û xuyabartir bike, wan bigihîne nifşên nû û berbelavtir bike.

Her tiştê me tê talankirin. Serdest wan li ser navên xwe tescîl dikin û wekî zengîniya xwe ya çandî bi dinya û alemê didin naskirin. Bi kirina xebatan, bi weşandina berhemên bi kurdî em dikarin piçek be jî rê li ber vê yekê bigirin û nehêlin wisan bi hêsanî vê diziya hanê bikin. Kirina xebatan jî qeydkirin û tescîlkirinek e.

Şîrove bike