Dengbêjên jin dê li Îzmîrê konsertekê bidin

  • 20/11/2023
Dengbêjên jin dê li Îzmîrê konsertekê bidin
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

20/11/2023

5 dengbêjên jin dê li Îzmîrê bi konsertekê li hemberî guhdarên xwe bin.

Dengbêj Xalîde, Dengbêj Mewlude, Dengbêj Îpek, Evîn Sindî û Eylul Nazlîer dê li Îzmîrê, li Dêra Azîz Vukolus konsertekê bidin.

Konsert bi boneya piştgirî û balkêşana li ser tundîya jin û hêza jinê tê lidarxistin.

Konsert dê 26ê Mijdarê saet 19:00an dest pê bike.

Ev konsert ji alîyê Jîn Artê ve tê organîzekirin.

Şîrove*

%d blogcu bunu beğendi: