Demokrasî, Futbol û Moralê CHPê

Demokrasî, Futbol û Moralê CHPê
Demokrasî, Futbol û Moralê CHPê
Omer Faruk Baran
  • 13 Nisan 2023 18:14

Sal kîjan sal bû, hilbijartin ya çi bû, nê bîra min, lê ez zanim Cumhuriyet Halk Partisi, CHP, der dabû, bi ser neketibû.

Mixtarê mehela me, terzîyekî ji xwe razî, du sê memurên ji mesaîyê derketî, çend peyayên din li pêş buroyeka derûdora wê bi afîşên sor û sipî yên CHP’ê dagirtî bi rûyên wer tehl û şikestî rûniştibûn ku nola ku şîn danîbûn.

Him gava ez diçûm çarşîya Sirûcê him gava ez ji wir vedigerîyam, min li ser rîya xwe çavek li wan dixist, lê min fehm nedikir ku ew çira, seba çi hîn jî li wir top dibin. Çinku hilbijartin qediyabû, bêlî bûbû ku wan der daye û pareka serketinê jî ji wan re nemaye.

Royek, du ro, dûra min ji bavê xwe pirsîbû ku ka seba çi ew peyayên han hîn jî li pêş CHPê top dibin. Bavê min gotibû ku ‘’Partîyê qeyb kir bi şûnde hema biterikînî herî, çirkîn e, ne xweş e. Werga li wir li hev top dibin, li hev dibin şênahî, morêl didin hev.’’

Vê îzaha zelal têra xwe tesîr li min kiribû wê çaxê û bi aqilê xwe yî zêde zarok min xwestibû ku ez herim wan peyayên CHPê teskîn û teselî bikim.

Demokratbûna min belkî wê royê bi wê nîyetê destpê kir, dibe jî. Bi ser de lazim e ez bêjim, diya min jî di dema hilbijartinan de ez şiyar dikirim ku ez ser siyasetê bi kesî re minaqeşeyan nekim: ‘’Kî ji xwe ra raya xwe dide kê, ji te re ne lazim e, herkes û wijdana xwe.’’  digo wê her carê. Qey loma ye bi salan e ez bi kesî re neketime minaqeşeyên sîyasî. Ne ji dilê min tê ne ji aqilê min, ne jî li xweşa min.

Rokê ez dîsa li çarşîya Sirûcê me, terefdarên Fenerbahçe û Galatasarayê rabûn ser transfera futbolcîyekî pat û kut li hev xistin. Hêlekê digot, transfera me super e, helekê digot ew transfera ji tiştekî re nabe.  Sirûc li kû, Galatasaray û Fenerbahçeya Stenbolî li kû.. Lihevxistina wan terefdarên li Sirûcê bi min ne îşê îşan tewş hatibû.

Di halê hazir de li sîyaseta Tirkîyê jî eynî mesele heye. Li jor, qedene, qelew-qalindên qaşo milet temsîl dikin hevdu paçî dikin, li jêr xizanên xerabhal seba sîyasetên ewên jor bi hevdu dikevin, hevdu eçî dikin. Eger mesele ji dil, samîmî, demokrasî ye, li war û welatê ku Tirkên bi tehsîl nikanibûne bigotana ‘’demokrat’’ û gotine ‘’demirkirat”, çi bikin Kurmancên kenarî, Zazayên zelûl, çi zor e bo wan sîyasî heyat.