Aqilê me Kurdan

Em di halekî wisa reben de ne ku em nikarin li zimanê xwe xwedî derkevin, em kurd bi xwe êdî nizanin “kurdbûn” çi ye. Lê em dibin terefdarên miletên xerîb û li bajarên xwe bêhizûrî derdixin!

***

Ji vir bi qasî sîh salê berê li Diyarbekirê nexweşîya tîfoyê gelek zêde bû. Bi sedan însanên me ji ber vê nexweşîyê mirin. Tîfoyê li mejîyê meriv dixist, mejî dikelîya û pê re jî roj bi roj meriv dihelîya. Wê demê ez jî bi vê nexweşîyê ketim; ez ji mirinê filitîm.

Tam wexta ku ez nexweş ketibûm, li wan deman, Amerîka dê li Îraqê bixista. Çimkî rejîma Baas ya erebên Îraqê, piştî şerê dirêj yê Îran û Îraqê (1980-1988) li Kurdistana Başûr hereketa Enfalê dan destpêkirin. Piştî ku sed û heştê hezar kurdên sivîl yên masûm, jin û zarok bi awayekî wehşîyane qetil kirin, hingê vegerîyan Kuweyt dagîr kirin. Li ser vê, sî û şeş dewletan bi navê “Hêza Hevpeyman” xwe dan hev û xwestin li Îraqê bixînin, ji Kuweytê derxin. Wan bi pêşengîya Amerîkayê li serê sala 1991ê li Îraqê xist.

Wê demê, di nav gelê me de bitaybetî li Diyarbekirê minaqeşeyeka sext derketibû. Niha çawa ku hinek însanên me bûne terefdarên filîstînîyan, hinek heq didin îsraîlîyan û pirranîya xelkê jî bilîyê derdê xwe ne, a wê demê jî wisa bûbû. Medyaya tirkan sibe-êvar, bîst û çar saetan xeberên derheqê Îraqê de didan. Mîna ku îro dibe, li hesabê tirkan nedihat ku Amerîka were van deran.

Kurdên me yên ku di bin tesîra medyaya tirkan de bûn, digotin Îraq misliman û Amerîka gawir e; kî terefdarîya Amerîkayê bike, kafir e. Hinek çepgîrên me jî digot Amerîka emperyalîst e, kî terefdarîya Amerîkayê bike, xulam û ajanê emperyalîzmê ye. Eger kêm bin jî, hinekan digot Îraqê bi sedhezaran kurd qetil kirine. De bila Amerîka were û li Îraqî bixîne, dibe ku kurdên me yên wê derê ji bin zilma ereban derkevin. Ev minaqeşe li kuçe û kolanan, li malan, li qehwexaneyan, li çarşî û dikanan, li mînîbus û otobusan, li her derê dibûn.

Berîya ku dewletên hevpeymanê li Îraqê bixin, digotin Sedam dê fuzeyên kîmyewî biavêje welatên derûdorê. Ji vê çendê, NATOyê sîstema Patriotê li Diyarbekirê bicih kir. Tirseka gelek mezin ketibû dilê xelkê Diyarbekirê. Di wê serma û seqemê de pirranîya nifûsa Diyarbekirê çû gundan. Malên ku bêxwedî man, gelekên wan ji alîyê dizan ve hatin şêlandin. Ewên ku nikarîn herin, naylon û mişembe kişandin derî û pencereyên xwe û bi kolîbandê girêdan daku xwe ji kîmyasalê biparêzin.

* * *

Tam wê demê, du xortan li hev xistibûn, yekî yê din kêr kiribû. Hinek kesên serwext û salmezin ketin navberê ku wan li hev bînin. Ez jî bi wî halê xwe yê nexweş navbenykar bûm. Em çend roj çûn û hatin, axir her du alî ji bo lihevhatinê îqna bûn. Li gorî edetan diviya her du alî herin mala hevûdin, çaya hev vexwin ku lihevhatin temam bibe. Em qasî bîst kes li mala yekî kom bûn. Wan di hizûra me de destê hev girtin, çûn rûyê hev. Me bi hev re şîranî xwar. Dû re, çay û cixare…

Piştî merasima lihevhatinê meseleya Îraqê vebû. Hinek terefdarên Sedamî bûn, hinek jî terefdarên Bushî. Her ku çû suhbet dagerîya minaqeşeyê; deng bilindtir bûn, tansîyon rabû, asabîyet zêde bû.

Ewên ku sor bûne û minaqeşe dikin, hemî yên navbeynkar in. Ji wan yekî ku terefdarê Sedamî bû, ji bo George Bushî tim digot “Corc pûşt” û heqaret li Amerîkayê dikir. Yekî jî bi eynî hawayî lê vegerand û pê re jî qutîya xwe ya cixareyê daweşand li serê wî xist. Terpûrep li hev xistin. Li odayê milet ket nav hev; kî li kê dixîne, kî wan ji hev dike, diyar nebû.

A aqilê me kurdan ev e!

Jixwe halê me ne tu hal e, îcar ev awa terefdarî û minaqeşe û reaksîyonên bêmentiq, ji yekcar xirabkirin û perîşankirina rewşa miletê me wêdetir tu havilekê nakin.

Îro jî hinek bûne terefdarên filîstînîyan, hinek heq didin Îsraîlê û bi reaksîyonên xwe yên xav zirarê didin dikanan, hizûra xelkê xira dikin.

* * *

Îsraîl navê din yê Yaqûb pêxemberî ye. Micadeleya di navbera îsraîlîyan û filîstînîyan de ji zemanê Dawud pêxemberî ve dewam dike. Her du milet jî ji hezaran sal berê de li ser wî erdî ne. Ji bo ku em bizanin kî neheq û kî heqdar e, divê em tarîxa wan gelek baş bizanin. Lê tiştê vekirî ev e ku şerê wan şerê dîn nîne. Micadeleya wan li ser Tewratê û Quranê jî nîne.

Heta niha şer di navbera artêşan de dibûn. Leşkeran li hemberî hev cebhe digirt û şer dikir; êdî kî zora kê bir. Lê ev şerê filîstînîyan û îsraîlîyan wisa nîne. Rêxistina HEMASê şerê çekdarî dike lê çek û çekdarên xwe di nav xelkê sivîl de bicih kirine û tim ji kuçe û kolanan, ji nav xelkê sivîl roketan diavêje bajarên îsraîlîyan, êrişî sivîlan dike. Dema ku ew wisa dike, êdî îsraîlî ji wan xirabtir dikin! Her du alî jî şerekî bêexlaq dikin. Lewre însanên sivîl yên masûm, jin û zarok qetil dibin. Lanet li şerê wisa be!

* * *

Çepgirên kurd yên salên 1970yan çûn bi filîstînîyan re li îsraîlîyan xistin. Mîlîtanên filîstînî di salên 1980yan de bi erebên Îraqê re li Kurdistana Başûr kurd qetil kirin. Dema ku erebên Îraqê bi gazên kîmyewî li Helebceyê qetlîam kirin, li temamê dinyayê tenê xelkê îsraîlê ji bo kurdan numayiş kir. Serok û sermiyanên filîstînî tim li dijî kurdan xeber didin, piştgîrîya dewletên dagîrker dikin. Niha jî, di navbera îsraîlîyan û filîstînîyan de şer heye, hinek kurdên me ji bo filîstînîyan numayiş dikin, hinek zirarê didin dikanên hev. Gelo meriv dikare vî halî îzeh bike?

Em kurd wek însan helbet divê li dijî şer û pevçûnê bin. Esas, divê em li dijî vî awayê şerê bêexlaq bin. Lêbelê divê em bibînin ku tu hêzeka me nîne ku em bikarin şerê di navbera îsraîlîyan û filîstînîyan de bidin sekinandin. Em di halekî wisa reben de ne ku em nikarin li zimanê xwe xwedî derkevin, nasnameya me tune ye, wisa bûye ku em kurd bi xwe êdî nizanin “kurdbûn” çi ye. Lê em ji dûr ve dibin terefdarên miletên xerîb û li bajarên xwe bêhizûrî derdixin. Gelo di van kirinan de aqil û îzan hene?

Şîrove bike