Erdhêj çawa dikare bandorê li derûnîya mirovan bike?

Erdhêj çawa dikare bandorê li derûnîya mirovan bike?
Erdhêj çawa dikare bandorê li derûnîya mirovan bike?
Yonca Sarsılmaz
  • 1 Mart 2023 13:22

Di destpêka Sibatê de li Tirkiyeyê û Surîyeyê du erdhêj pêk hatibûn. Armanca ewil a timên lêgerin û rizgarkirinê ew bû ku xelkê bi lezgînî ji bin kavilan derbixin.

Erdhêjê 23 roj li du xwe hiştin. Êdî lêgerina kesên di bin kavilan de gihişt dawîyê. Ji niha pê ve êdî welatî dê bi zehmetîyên din re rûbirû dimînin. Ji bo wan kesên ku malbat, heval, xanî û gelek tiştên xwe yên din di erdhêjê de ji dest dane rojên zehmettir dest pê dikin.

Li gor nûçeya Middle East Eyeê derûnas hişyar dikin ku divê êdî dest bi pêçana birînên derûnî bikin. Ji bo vê jî wana bi çend pisporên tenduristîya derûnî re li ser bandorên veşartî yên erdhêjê axivîne.

Karesatên xwezayî çawa dikarin bandorê li travmayên berê bikin?

Di erdêjê de zêdetirî 50.000 hezar kes mirine. Bi deh hezaran kesên ku sax mane jî aniha ne mal û ne jî warekî wan heye ji bo mayînê.

Li gorî Dr Rania Awaad, derûnasa klînîkî ya li Dibistana Bijîjkî ya Zanîngeha Stanfordê, herî zêde bandor li penaberên ji Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê dijîn bûye.

Dr Rania Awaad dibêje ku ev mirov gelek caran ji cih û warên xwe dibin.

Ew kesên ku ji erdhêjê rizgar bûne jî dikevin nav hestên bêhêvîbûnê. Ji bo zarokan ev hest dikare demdirêj jî bibe.

Yek ji wan jinan ku him mexdurên erdhêjê him jî yên şerê ye halê xwe wisa pênase dike:

Piştî ji Sûriyê hatin em tevlî kampan bûn. Berê em di meha Sibatê de birin konan û îsal jî di meha Sibatê de mala min wêran bû û em dîsa di konan de ne. Ji ber vê meha Sibatê ji bo min meheke pir zehmet e. Ev yek di zarokan de jî xuya bû. Ew jî difikirin ku dê ev meh biqede dê her tişt baştir bibe.’

Ji nûçeya Berîl Caymazê

Pêvajoya piştî erdhêjê

Erdhêjê bandorên neyînî wekî xemgirî, bêxewî, hestên tirsê, guherînan li ser derûnîya zarokan dike.

Gelek kes dikarin bi demekî dirêj nekarin biaxivin û zikê wan jî biêşî.

Çareserkirina pirsgirêkan çiqasî bi lez be, ewqasî bi bandor e.

Her wiha bihîstin û dîtina wêne, vîdeo û naverokên medyayî dikare hestên dijwartir derbixe holê. Divê ji wan agahîyan dûr bikevin.

Pêdîvîyan mexdûrên erdhêjê bi wan kesên ku wana fêm bike heye.

Wergêrî û berhevkirina vê nûçeyê Yonca Sarsilmazê kiriye û Murat Bayramî edîtorî kiriye.