Zeynep Sultan: Weşanger soz û peymanên xwe nayînin cih û nabin alîkar

Li gorî geşedan û pêşveçûnên cîhanê xwestek û daxwazên mirovan jî li gorî wan diguherin û şiklê xwe digirin. Di qada edebîyatê da, em dikarin bibêjin ku xwendina kitêban hema bibêje heta radeyeka zêde, kêm bûye. Bi pêşketina teknolojîyê xwegihandina kitêban ji berê hêsantir bûye û bi sedan malper û dezgeh hene ku kitêban difiroşin. Gelek kes dikarin xwe li ser înternetê bigehînin gelek çavkanîyan, wekî PDF, beleş an jî bi pere. Van salên dawîyê xwendin û guhdarkirina kitêban wekî podcast zêde bûye û li cîhanê, di edebîyatê da qadeka nû bo xwîner û guhdaran vebûye. Heke em ji malper û aplikasyoneka herî berbelav mînak bidin, dê mînaka Storytelê mînakeka baş be ku xwedî û afirînerên vê aplîkasyonê swêdî ne. Bi heman rengî aplîkasyoneka kurdî jî heye, ya bi navê DengêPirtûkan. DengêPirtûkan sala 2020an dest bi karê xwe dike û ev çar sal in bê navber karê xwe dike. Di malpera wan da bi tenê kitêbên kurdî wekî podcast/bideng û herwiha wekî e-kitêb jî kitêb cih digirin. Gelek cureyên edebîyatê di DengêPirtûkan da cih digirin. Xwedî û avakara wê mamosteya zimanê kurdî Zeynep Sultan Atlı ye.

Avakara DengêPirtûkan Zeynep Sultan Atlıyê bo Botan Timesê bersiva pirsên Engin Ölmez dan.

Heta niha kîjan cureyê kitêban zêde hatine xwendin di malpera we da, berî hûn kitêbekê bixwînin xebateka çawa li ser hilbijartina kitêbê tê kirin û hûn li gorî kîjan krîteran kitêbekê hildibijêrin, lijneyeka we ya edîtoryal heye. Herwiha biqasî berhem û nivîskareka/î baş, vebêjer/xwînerê wê kitebê jî muhîm e ku belkî vebêjerê wê kitêbê ye dê kitêbê bide guhdarkirin. Hilbijartina van kesên vebêjer çawa dibe?

Pala pitir em dikarin bibêjin, di cureyê kurteçîrok û romanan da  xwendin pêk hatine. Helbet ji bo xwendinê rê û rêçikên dîyarkirî hene. Bo nimûne her pirtûkek xwedî hest û vebêjekî ye li gorî zayend û rengê dengê zarevekaran jî em ji nav skalaya xwe,   piştî xwendina edîtoryal bo her pirtûkekî zarevekarekî/ê dîyar dikin. Zarevekarên me jî berîya xwendina li stûdyoyê çendîn caran cerîbînên xwe dikin. Duvra em qeydên xwe li stûdyoyan digirin. Dema em bizivirin li ser pirsa hilbijartina pirtûkan, berîya em biryara bidengkirina berhemekê bidin em xwendinên xwe li ser dikin  li gorî naverok, pîvanên wêjeyî û heta carînan li gorî hejmara rûpelên berhemê bigirin heya gelek hûrgiliyên wê em didin berçav û bo merheleyên din aresteyê hevalên xwe dikin. Weke ku te jî got girîngîya zarevekar  li vir gelek berbiçav e.  Lew li vir ez dixwazim spasîya zarevekarên me bikim ku roja destpêkê heya niha bi me re ne û malbata Dengêpirtûkan bi wan heye.. 

Ehmedê Xanî gotîye “Qewî kesad e bazar, nîne ji qumaşî ra xerîdar”. Çawa ye bazara kurdî heye, bikirên qumaşê we hene. Tê zanîn û gelek caran tê gotin ku bazara kurdî nîne bo kirîn û xwendina berhemên kurdî, dema te dest pê kirî tirseka wiha bo te çêbû ku dê bazara guhdarkirina berhemên kurdî jî nebe?

Bo destpêkê ez bi dilrehetî dikarim bibêjim ku endîşeyeke aborî û bazarê tunebû ji ber ku em bi kelecana vê fikre motive bibûn. Lê helbet hingî em ketin nav kar û me fikir derbasî xebatan kir em bi zehmetîyan ra rûbirû man. Me dît ku avakirina sepanekê û karekî evçend mezin bi pêdivîyên teknîkî û aborîyeke xurt pêkan e. Lê  helbet me hay jî ji bazarê hebû, mebesta me geşkirina vê qadê bû heta ez dikarin bibêjim seranserê cihanê bo kurdî ev xebata yekem e. Di kurdî da ev qad vala bû û bi cîyawaziyên xwe benda guhdarvan û xwînerên xwe ye.

Lî gel vê jî helbet zehmetîyên bazarê hene. Yek raberîkirina berheman bo guhdarvan û xwîneran ji bo rêjeyê bandordar e, a diduyan daxwazên şexsî ku di bin bandora cîra civakî jî şikil dide rêjeyê. Lê tişta ku me dît û tecribe kir jî ev e ku kar û xebatên vê qadê da çiqas populer bibin ew çend bala kesan dikşîne. Em jî li gor van daneyan heta ji me tê bi reklam û têkiliyan denge kurdî belav dikin.  

Dema tu DengêPirtûkan û malper/aplîkasyonên din yên cîhanê didî ber hev resmekî çawa tê ber çavê te?

Roja destpêkê heya niha jixwe em hercar berawirdiyê bi aplîkasyonên cîhanîre dikin. Bi encama vê berawirdiyê heta pileyekê em razî ne lê her roj di warê dijîtal de pêşveçûn hene û divê em jî wan li ser sepana Dengêpirtûkan tatbîq bikin. Hewldanên me jî bo vê yeke ne.

Berî çar salan, we di hevpeyvîneka xwe da gotîye armanca me zêdetirkirin û berfirehtirkirina berheman e bi awayekî bidengkirî. Bi ya te di van çar salan da hûn gehiştin wê armanca xwe, heke bersiv “na” be, sebeb çi ne?

Me rêyeke gelek dirêj da pêşiya xwe, ev çar sal jî ji bo biryardayîna wê armancê kêm e. Lê heke wiha bê pirsin ku bo berhemên kurdî gelo bû gaveke mezin û xurt, helbet bersiv erê ye. Lew di nav warê  dîjîtalîzekirina berheman da bi awayekî bideng hê jî tena sere xwe vî karî em dimeşînin.  Li vir erka Dengêpirtûkan ne tene dîjîtalîzekirina berheman e li gel vê me gelek berhemên ku nehatine çapkirin jî belav kirin.  Kesên ku dixwazin warê dîjîtal da berhemên wan him awayê nivîskî him jî dengî belav bibin bi me ra dikarin têkiliyê daynin. Ev jî qet nebe cihekî da barê aborî û derfetên belavkirina berhemê ji ser nivîskar radike. Bifikirin bi sepanekê denge we digihîje hemû cihanê. Îro japonyayê heta kanadayê bikarhênerên me hene û denge nivîskarên me digihîje wan. Dengêpirtûkan bi vê taybetîya xwe sînorên heyî ji holê rakirin. 

Têkilîyeka we ya çawa ligel weşanxane û weşangeran heye, astengî û hêsankarîyên li ber te çi ne. Heta niha we ligel çend weşanxaneyan li hev kirîye ku hûn kitêbên wan bi deng bikin?

Piştî ku me sepan ji hêla teknîkî va amade kir yekser me berê xwe da weşanxaneyan. Hema em bibêjin bi hemû weşanxaneyan ra me têkilî danîn. Talîya van têkiliyan da jî me bi 8 weşanxane û rasterast bi nivîskaran ra peyman çêkirin. Ku ev berhemên nivîskaran jî di kategorîya DP Orjînalê da cih digirin. Herî dawî meha gulanê jî me bi weşanxaneya Pallê peymana xwe destnîşan kir û niha bi çend weşanxaneyên din ra jî em pêvajoya erêkirina peymanê da ne. 

Lê di vê pêvajoyê da mixabin me gelek endîşe û seknên cûda jî tecribe kirin. Xwedîyê weşanxaneyan yên ku li ser axaftinê ji xwe razî û bawer, qaşogiravî li ser mêranî û camêrîya xwe soz dan, heta peyman jî destnîşan kirin piştre ser gotinên xwe nesekinîn. Lê nivîskar û weşanxaneyên din heya niha têkiliyên me didomin. 

Em wek Dengêpîrtûkan endîşeyên wan ên aborî fêm dikin lê divê baş bê zanîn ku astengîya di weşangerîya kurdî da em bi xwe ne. Divê em mil bidin hev, her yek ji me çiqas xurt bibe ên din jî bi vê hêz digirin. Ger pirtûk bên guhdarkirin û li seranserê cîhanê belav bibin ev yek sedî sed bandoreke xwe ya erênî heye li ser weşanxaneyan jî. 

Hêsankariya herî mezin bo me ew e ku derîyên berheman vekin. Wekî din ji aliye teknîkî ve em ji kare xwe bawer in. Ger ku endîşeya weşanxaneyên me bi rastî jî belavkirina kurdî û geşkirina bazara kurdî be divê bizanibin ku bo pêşerojê ev karê em dikin elzem e. 

Di van şert û mercên berdest da medyaya civakî bûye yek ji amûrên herî baş yên belavbûna tiştekî. Bêyî ku em behsa başî û xerabîyên medyaya civakî bikin, bi qasî tê dîtin hûn gelek aktîf nînin li ser medyaya civakî sebebê vê çi ye.? Wekî Şêxo Filîk jî di nivîseka xwe da destnîşan kirî têkilîyeka xurt di navbera edebîyat û medyaya civakî da heye. Ew wê têkilîyê bi sê terman formulîze dike û dibêje: Sê stûnên ku di edebiyatê de wek “nivîskar, xwîner û berhem” tên binavkirin di medyaya civakî de wek “bikarhêner, şopîner û (post) parvekirin” hatine formûlezekirin.

Weke te bi lêv kir helbet rola platformên dîjîtal em nikarin piştguh bikin. Îro ne tene bo weşangerîyê lê di her warî da em dibinin ku bi xêra platformên medyayî gelek kar pêş dikevin. Rast e ev demek bû ku em li ser medyaya civakî ne çalak bûn. Ev yek jî ji ber me nebû divê me hindek karên sepanê sererast bikirana da ku bikarhêner bikaribin xweştir bikar bînin û ya din jî dema berhem dernekevin û wek xwe bimîne bi min divê kes/sazî êdî her çi be dubare li xwe mukir bên ya me jî wek mukirhatinekê bû. Lê me ev rewş derbas kir û em bi berhem û weşanxaneyên nû re kare xwe didomînin. Him li ser platformên Dengêpirtûkan him jî di warên dî de ev yeke bête dîtin.  

Kî û kî dikarin berhemên we guhdar bikin, ji bo her temenî kitêb û naverokên we hene û dema kitêbên zarokan têne bidengkirin pedagojîya zarokan jî li ber çavan tê girtin? 

Ji her temenî kes dikarin berê xwe bidin sepanê. Sepan li ser play store û app storê berdest e. Taybetî bo zarokan xebatên me hene. Em dixwazin ji çîrokên gelêrî bêtir çîrokên nûjen û li gor pêkhateyên îroyîn li gorî asta zarokan parve bikin. Lê mixabin em dibinin ku di vî warî da gelek qelsî di weşangerîya kurdî da heye. Yên heyî jî hê binecih nebûne. Ger kesên di vî warî da dinivîsin hebe helbet dikarin bi me ra têkiliyê deynin em ê piştî nirxandinan berhemên wan jî taybetî bo zarokan bidin bidengkirin û li ser sepanê belav bikin. 

Ji avakirina DengêPirtûkan heta niha serpêhatî û çîroka we ya herî balkêş çi ye?

Dema ez dizvirim li dû xwe dinhêrim bi rastî van çar salan da ez dibinim ku nasîna hin kesan bom in xeyal bû lê bi xêra sepana Dengêpirtûkan ev yek pêk hat. Yek ji wan jî nasîna Ciwan Haco, hûnermend û pisporên wêjeya kurdî bû. Ev yek pêk hat ev cihê şanazîyê ye bo min. Ez ji bo piştgiriyên wan  spasdar ê Malbata Haco û sponsorên dî me.

Heke tiştekî ku hûn lê zêde bikin hebe, kerem bikin?

Daxwaz û ricaya min a dawî ew e ku em di her qadê da hay ji zimanê xwe û kelepora xwe hebin. Bila ser guhê we ser me be. Li hawirdora xwe Dengêpirtûkan belav bikin. Û nivîskarên ku dixwazin berhemên xwe belav bikin jî dikarin bi dilrihetî xwe bigihînin me. Dengêpirtûkan tewna kurdî ye û mala we ye. Helbet ji bo vê hevpeyvînê di serî da spasîya Engin Ölmez û Botan Tımesê dikim ku derfet û mecala derbirînê da Dengêpirtûkan û mazûvaniya min kir. Baş e ku hûn hene.

Şîrove bike