Rêzimana zimanekî tê amadekirin, ew ji zimanekî din nayê wergerandin. Jixwe tiştekî welê jî çênebûye. Sûdwergirtina ji rêbaz û termînolojiyê dibe, lê zimanek bi zimanekî din nayê îzahkirin.
***
Carinan li ser platformên dîjîtal û medyaya civakî jî ez rastî “rexne”yekê têm ku îdîa dikin rêzimannasên kurd li gorî rêsayên zimanê tirkî rêzimanên xwe amade kirine. Gotina ez paşê bibêjim, hema ez di serî de bibêjim, ev awa “rexne” ne li cih e û sûcdariyeke bêbinî ye. Eger bê gotin, rêzimannas di bin tesîra zimanê xwe yê pêperwerdebûyî de mane û formasyona wan hîkarî li wan kiriye, ev tiştekî fehmdarî ye. Eger zimannas û amadekarên rêzimana kurmancî yên kurd di bin hîkariya metodolojî û termînolojiya zimannasiyê û yên rêzimanê de bimînin, ev jî tiştekî asayî û ne qabilî rexnekirinê ye. Lê taybetmendî û xweseriyên zimanê kurdî li gorî rêzikên zimanekî din hatibin şayesandin û ravekirin, a ev yek lêgirtina rexneyê heq dike.
Ji bo ji van gotinên min, mexseda min baş bê fehmkirin, zelalî û serwextbûnek çêbe, hez dikim behsa xebatekê bikim bê çawan ew bûye bingeh û jêderka rêzimanên neteweyên din jî. Wexta min teza xwe ya masterê amade dikir, ez rastî zanyariyeke balkêş hatim ku heta wê gavê haya min jê nebû. Ew jî berhema Dionysios Thrax (berî zayînê teqrîben sala 170-90’î) a bi navê “Tekhne Grammatike” bû. Dionysios ev berhema navborî li ser zimanê grekî amade kiriye û ev jî nimûneya pêşîn a kitêba gramerê ya klasîk a li Rojava ye. Tê gotin ev berhem, berhevoka encama xebatên nêzikî 400 sal berî wî û yên dema wî ye [1].
Xebatên li cîhana Rojava rê li ber rêzimana klasîk/rêzikparêz vekiriye û nemaze bi saya berhemên Platon û Arîstoteles jî cara pêşîn termînolojiyeke zimannasiyê çêbûye ku hemû pêvajo û taybetiyên zimanekî Ewrûpayê pê hatiye şayesandin û bêjeyên havildar ên mîna “navdêr” û “lêker” bi xwe jî hatine bikaranîn [2]. Herçî berhema Dionysios “Tekhne Grammatike” ye, ji bilî hevoksaziyê (sentaksê), der barê hemû mijarên zimên de 13 qirn wek deqeke hîmî li Rojava hatiye pejirandin [3]. Ji ber ku gramera Dionysios li zimanên neteweyên derî cografyaya Ewrûpayê hatiye wergerandin, wekî zimanên ermenî û suryanî û ji xebatên li ser rêzimanê yên îbranî û erebî re jî bûye rênîşander [4], loma dibe bê gotin ku ew xebat bi domana demê re ji bo piraniya berhemên rêzimanê yên zimanên neteweyên din jî bûye nimûne, çavkanî û palpişt. Ev xebata Dionysios, bûye maka rêzimana nerîtî (kevneşopî) û ji bilî rêzimana zimanên neteweyên Rojava, wê bi awayekî hîkarî li xebatên rêzimana zimanên neteweyên derrojavayî jî kiriye. Ji lew re, gava bê gotin yûnaniyên berê ji gelek aliyan ve berek daye her cure xebat û vekolînên li ser zimên û zimannasiyê, dê ne tiştekî zêde pirole ango mibalexe be.
Rêziman şaxeke pir kevn a zanistê ye û destpêka wê heta berî zayînê diçe. Yek ji armancên wê yên sereke jî perwerdeya zimên e û ew bi xwe rêzikparêz e [5] ku tevahiya rêzikên zimanekî jî li xwe vedihewîne. Ev ranêzikiya rêzimana rêzikparêz, dixwaze wan rêzikên zimanî yên bikaranîna zimên bi rê ve dibin bipeyitîne û der heqê wan de agahiyan bide xwîneran. Îcar rêzimana şayesî (teswîrî) berevajî ya rêzikparêz, hewl dide di serdemeke diyar de li ser zimanekî yan jî li ser zimanên lêzim raweste û rêzikên wan bişayesîne, lê der barê rêzikekê de darazeke vebir nade. Di roja îroj de êdî mijarên bi gramerê eleqedar in, di bin banê zimannasiyê de tên kirin û ev zanista zimên jî di sedsala XIX’an de geşe bi xwe daye, bi pêş ketiye û bûye zanisteke serbixwe.
Ji ber her zimanek xwedî taybetiyên xwe yên xweser in, loma rêzikên rêzimanê bi awayekî giştî ji bingeha zimên bi xwe tên derxistin. A giring ew e ku rêsayên zimanê dabaşa lêkolînê ye, ne li gorî zimanekî din bên diyarkirin, lê rêzikên wî zimanî bi xwe bên aşkerakirin û li gorî termînolojiya zimannasiyê jî nav li wan bên danîn, ew rewş bên têgihîkirin, şayesandin û ravekirin.
Jixwe gava mirov li rêzimanan dinêre, xweş dibîne bê çawan mijarên wan ên sereke mijarên mîna fonetîk, morfolojî, sentaks, semantîk, leksîkolojî û xalbendî ne. Çi klasîk çi modern, rêbaz û teoriyên heyî divê ji mirov re bibin rêber û rênîşander, bi saya wan mirov zimanê xwe baş binase, rêzik û rêsayên wê bipeyitîne, rêzimana zimanê xwe çêke û wê têr biedilîne.
Herçî rêzimanên me yên hatine amadekirin, eger bi awayekî giştî bê gotin, ew ji xebatên gramera kevneşopî/klasîk ne serbixwe ne. Jixwe çaxa bi çavekî lêkolînî û hilseganî li wan were mêzandin, dê bi hêsanî bê dîtin ku ew berhemên hanê rasterast nebe jî, lê qet nebe bi awayekî neyekser di bin hîkariya vê paşxaneya dîrokî de ne. Bi awayekî girêdayî vê rêbazê mane.
Di gel vê yekê, zimannas û amadekarên rêzimanê yên li ser zaravayê kurmancî, di gelek warên rêzimanê de ramanên wan ji hev cuda ne. Peyt û hizirên wan ên li ser rêzikên rêzimanê bi temamî hev nagirin, di navbera wan de nakokiyên zehf şênber û berbiçav jî hene. Mîna nêrînên wan ên li ser cureyên bêjeyan, senifana cureyên lêkeran, navlêkirina rêzikên rêzimanî (têgihîkirina diyardeyên zimanî û rêzimanî), tewang û rastnivîsînê. Îcar ev rewş dibe ji ber sedemên formasyona/perwerdeya wan a bi zimanê serdest be yan jî ji ber hîkariya wî zimanê be ku yên rêziman amade kirine, wan xwastibe bi termînolojî û rêbaza zimanê xwe yê perwerdeyê rêzikên zimanê xwe tesbît bike, zimanê xwe yê dayikê jî bişayesîne û der barê vê yekê de agahiyên raveker û vebir bide bikarhênerên zimên. Loma dibe bê angaştin ku yek ji sedemên vê cudabûna wan a ji hev jî, ji ber vê rewşa amajepêkirî be.
Gotina dawî, “Tekhne Grammatike”ya Dionysios wek nimûne bûye bingeha gramerên klasîk û bi saya xebata wî neteweyên ewrûpî û derewrûpî jî jê sûd wergirtine û wan li ber wê rêzimana xwe amade kiriye. Loma mirov dikare bi dilekî rehet bibêje, gramerên din bi awayekî têjikên wê ne, ji ber wê çêbûne. Mirov ji metod û teoriyan îstifade dike, bi xêra wan mirov bi ser rêzikên zimanê xwe ve jî dibe. Lê ya esil ew e mirov rêzikên zimanê xwe bipeyitîne, wan aşkera bike û awayê xebitîna wan bişayesîne. Zimanên ji heman malbatê û yên ji komên cuda yên vê malbatê ne jî, dîsan ji aliyên wekî denganî (fonetîk), teşenasî (morfolojî), hevoksazî (sentaks), kirpandin, gencîneyan peyvan û hwd. ve ji hev cihê ne. Jixwe gava ev krîter nebûna, ew nedibûn zimanên serbixwe. Loma mirov dikare termînolojiya hevpar bi kar bîne, lê divê diyardeyên zimanê mirov li gorî qaydeyên wî zimanî bên pênasekirin û eger hebin divê navên cuda li rêsa û taybetmendiyên wî zimanî bi xwe bên danîn û rewş jî bên têgehîkirin. Rêzimana zimanekî tê amadekirin, ew ji zimanekî din nayê wergerandin. Jixwe tiştekî welê jî çênebûye. Sûdwergirtina ji rêbaz û termînolojiyê dibe, lê zimanek bi zimanekî din nayê îzahkirin.
Çavkanî:
[1] Doğan Aksan, Her Yönüyle Dil, Ana Çizgileriyle Dilbilim, C. 1, 4. Baskı, Türk Dil Kurumu Yayınları, Ankara 2007, r. 18.
[2] Steven Roger Fischer, Dilin Tarihi, 3. Basım, Muhtesim Güvenç (Çev.), Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları, İstanbul 2015, r. 144.
[3] Steven Roger Fischer, h..b., r. 144.
[4] Süheylâ Bayrav, Yapısal Dilbilim, Multilingual, İstanbul 1998, r. 30-31.
[5] Zeynel Kıran & Ayşe (Eziler) Kıran, Dilbilime Giriş, 3. Baskı, Seçkin Yayıncılık, Ankara 2010, r. 47.