Tîrmeha 2022yan gava fikra hevpeyvîneke bi Selîm Temo re niqutî dilê min, nedihat bîra min ku paşê em dê bixwazin wê veguherînin kitêbekê. Gotineke Temo ya di suhbetên me yên berê de ya li ser nifşê me kiribû ku ez vê hevpeyvînê pê re bikim. Piştî demekê ku me dîtibû hevpeyvîn berfireh dibe, wî pêşniyaza kitêbeke hevpeyvînî kiribû û ji min jî xwestibû ku ez tenê nepirsim, lê şiroveyên xwe jî bikim. Ev hevpeyvîna ku di meha tîrmehê de dest pê kirî û li gor formata kitêbekê şikil dayî xwe, ji ber hin teşqeleyan berdewam nekir û her bi vî awayî ma. Eger bihata û ev hevpeyvîn wekî kitêbekê biçûya serî, dê di mijarên cuda de gotinên xwe texsîr nekirana, lê çi bigire neçû serî û hevpeyvîn bi mijareke diyar a li ser nifşan bi dawî hat. Me wisa zanî ku ev hevpeyvîn çêtir e di nav dosyeyan de ji bîr nebe neçe, rihê serdemê tê de bû çinku û di meseleyeke muhim a edebiyatê de gotina xwe bi wêrekî digot. Herçî ev halê wê yê dawî ye li ber we, ji bilî çend guhertinên kêm î biçûk, tu guherînkariyeke binecî tê de nebûye. Eger hûn amade bin, bila serê giliyê vebe.
Kek Selîm, di suhbeteke me de te kêm zêde weha ji min re gotibû: Nifşê we [nifşê nû] divê karibe dijminatiyê jî bi me re [nifşê berê] bike. Vê bibêjim, gotineke zêde wêrekane bû li ber çavê min. Bêtir li benda gotineke weha me ji nifşê berê: Bi me re dost be û li hev bike, bide ser rêya me û hez bike. Ma asoxî di dilê her nivîskarî de tune ye hinên li pey wan li wan rabin û alaya wan a edebî hilgirin? Lê ev jî heye dibêjim qey, nivîskarek ne tenê bi dostên xwe lê bi dijminên xwe jî mezin e. Qesta te ya ji dijminatiyê çi ye û nifşê nû çawa dikare dijminatiya nifşê berî xwe bike? Bisekine, ez pirsa xwe hinekî bi laş û gewde bikim: Şairekî nû bi çi awayî dikare dijminatiya Selîm Temo bike?
Di gotina min gotî de “divê karibe dijminatiyê jî… bike” heye. Ev gotin, dixwaze sînor ji navbera têkilî û hiyerarşiya nifşan rake. Qesta min jê, dijminatiyeka poetîk-wêjeyî ye. Di wêjeyê de bandor û kelepor heye, berdewamî heye, lê xweserî jî heye. Xweserî, bi nasîn û tehlîla nifşa berê re dest pê dike.
“Îroro”, ku Kawa Nemir vê peyvê serê rojê sî û neh car bi kar tîne, zanîna me ya li ser helbesta Kurdî zêdetir e ji her serdemê. Bi hezaran metn û helbestkar ji me ve dixuyîn. Êdî sînor ji aliyê ramanî ve ji navbera Kurdistanan û Kurdiyan rabûn û gellek destnivîs ji pirtûkxaneyên cîhanê û ji binê erdê derketin. Ferqa serdema berê û ya îro ev e: Kelepor hebû me nedizanî / Kelepor heye em dinasin. Em divê ji vê keleporê sûd wergirin, di bîra xwe ya helbestkariyê de bimeyînin û dû re helbesta xwe binivîsînin. Yanê hem aîdiyetek divê bi raya min, hem dûrahiyeka analîtîk.
2008 bû, li civîneka li Batmanê fikra min a di heqê Cegerxwînî de pirsîn. Min got, ji aliyê poetikayê ve olana sedsala bîstem ji helbesta wî nayê. Gengeşe çêbû. Çend roj şûn de Arjen Arî diçe li heman ciyî bernameyek çêdike. Şîroveya min jê re dibêjin, xwe acis dike û çend gotinên Arjenkî dibêje. Lê diviya beriya min nifşa Arîyî tesbîtek bi vî rengî kiriba.
Helbesta Cegerxwînî qels e. Di nav sedan helbestên wî de kêm helbest ruhê helbesta cîhanî û nûjen -dikarim bêjim nûxwaz jî- dinasin. Her wêjekar berdewamiya kelepora xwe ye, lê tiştekî lê zêde dike ku Cegerxwîn jî gellek tişt li keleporê zêde kirine. Helbesta klasîk bi naverokeka nû ya netewî tije kir. Bo wî dînê nû Marksîzm-Lenînîzm bû. Bihuşt Kurdistan bû. Hamî-patron gel bû. Bêyî nasîn û xwendina Cegerxwîn û kesên wek wî tu nikarî bibî helbestkar. Lê Cegerxwîn wek poetîka, heya îro nehat.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Şîrove û hûrbînî, nifşê li ciyekî di nav dîrokê de bicî dike û ciyekî nû ji nifşa xwe re çêdike. Helbesta klasîk ev yek nekir û hezar salê sax xwe û hevûdu dubare kir. Bû hunereka laşgiran, jiderbketî, kakofonîk. Kesên wekî Mewlewiy Kurd, Koyî, Şêx Nûrî Şêx Salih, Cegerxwîn, Pîremêrd rengekî nû dan helbesta klasîk, ew ji besteçema wê derxistin. Piştî wan Celadet, Reşîdê Kurd, Goran, Dildar, Qedrîcan ûyd helbesta Kurdî tevî helbesta cîhanê ya nûxwaz kirin. Yanê di esasê xwe de di navbera nifşa min û ya Cegerxwînî de nifşa Ariyî û ya Celadetî heye. Yanê Cegerxwîn du caran kevn e.
Piştî Arî, Bereh, Malmîsanij, Barnas ûyd tên. Lê gava me ciyê xwe xweş kir, me dît ku em hevçax in! Bereh jî di hevpeyvîneka xwe de vê yekê dibêje. Ji aliyê weşanê ve erê, dikarî bêjî hevçax. Rast e, qedexe hebû, pirtûka helbestkareka/ê 60 salî û ya yeka/ê 20 salî di heman salê de çap bûn. Lê ev hevçaxiya demê ye, ne ya ruhî. Wêjekar bixwaze bangî rabirdû û dahatuyê bike jî, ayîdê dema xwe ye.
Dengê Berken Bereh nêzîktirî min bû ku îro jî wisa ye. Di helbestên Berehî de riste hene, lê gellek helbestkarên wê nifşe di navbera çîrok û helbesta çîrokî de digeriyan. Ez vê taybetmendiya li pey me mayî di helbestên xwe û nifşa xwe de jî dibînim. Gellek helbestên me çîrokekê jî dibêjin. Ji helbestên xwe yên bi vî rengî aciz im, dixwazim helbestên risteyî binivîsînim. Lê carekî ez bi jehriya “çîrokehelbest”ê ketime!
Îca çima nifşa nû pê nahise ku nifşa min, em hemû bi “dema fireh” helbest dinivîsînin? Di ser de hin ji wan jî bi heman demê helbest dinivîsînin. Nizanim bala te kişand ku Mehmed Uzun çend romanên xwe jî bi dema fireh nivîsiye? Dû re, nifşa nû çima pê nahise ku nifşa min bi piranî bi heman sentaksê helbest dinivîsîne? Hema ji ber xwe ve risteyeka “tîpîka me” bêjim: “Movîkên rojê bi hindava bajarên peritî ve wek darika fitnê ku li ser zikekî şil bû hildiweşiyan…” 1. Dema fireh, 2. kakofonî, 3. folklor/biwêj, 4. şîddet, 5. erotîzmeka yekalî, 6. kefteleft, 7. lihevnehatina bireseran, 8. tevgera ji deverek ber bi deverekê ve, 9. şibandin û 10. xerakirin.
Gava helbestek bi laşgiraniya xwe hesiya, dikare an jî divê li nifşa li pey xwe, heke du sê nifşên hazir hebin li ya herî ciwan binêre. Çimkî enerjî û nûxwazî li wir e. Tiştekî ecêbtir bêjim, meriv ne ji hosteyan lê ji suxteyan hînî helbestê dibe! Te dît Borgesê ne li vir û ne li wê dibêje, “Meriv bi nivîsînê hostayê xwe diafirîne.” Yanê afirîna hostayê/î karekî aktîv e, tu bi xwe kirde yî.
Îca li nifşa nû vegerim, Yehya Omerî ji min zêdetir kevneşopperest e. Rêdûr Dîjle ji şoreşgeriyê nayê xwarê. Herdu ji Cegerxwîn zêdetir kezebsoj in. Ji bo çi? Çimkî rikberiya poetîk nakin. Ji me pîrtir in! Ji qehweya malnişînan ranabin! Lê Selamî Esen radîkal e, helbesta wî qerewat naxe stûyê xwe. Helbet her sê jî helbestkarên bala ne. Ez xwînerê wan im, wek xwîner pirr ji helbesta wan hez dikim, lê tu bêjî hosteyê te kîjan e, ez ê bêjim Esen. Fatime Ferhadî jî yek ji hostayên min e. Peyvên wê wek zîpik û zîbeq hildipekin. Ne ji nifşa nû ye, lê ji Xelat Ehmedê jî zaf hez dikim, keçikên helbesta wê serserî ne, ne jinê malan in! Ez hewl didim ku helbesta xwe bi helbesta van navan nû bikim.
Yanê helbest ew tişt e ku bi nifşa nû re nû dibe. Helbesta malnişîn, laşgiran e. Meriv helbesta berê bi asta xwe yî temambûyî dinirxîne, lê meriv helbesta nifşa nû bi helbestên ku hêj nehatine nivîsandin dinirxîne. Lewre sebra meriv zêdetir e, meraqa meriv hişyar e. Meriv li bendê ye ka wê çi binivîsin? Çi heşîn dibe li baxçeyê wan? Em dikarin gotina xwe ya gotinî bi enerjiya gotina negotinî nû bikin.
Gotina te nameya ewil a Rilke ji bo şairê ciwan anî bîra min ku jê aciz nabim li her derê qal bikim û ku qewimî hevalên min dawa pêşniyazan li min kir, rêya vê nameyê bi ber wan dixim ku tê de dibêje tenê rêyek ji nivîsînê re heye, li nava dilê xwe vegere. Heçku em ditirsin li xwe vegerin û çavê me her li der e. Çav li benda qebûlkirinekê ye, çend gotinên dilxweşiyê û şabaşek. Li hêviya gotina hosteyî ye: Ka gelo dê çi bêje bo me? Di rewşeke weha de bivê nevê heyranmayîn berî dijminatiyê tê. Bes ez jî di vê baweriyê de me hemû nivîskarên jêhatî û xwedî plan, di qonaxeke dijminatiyê re derbas dibin, zû an dereng.
Di dijminatî û redkirineke poetîk de heyraniyek jî xwe dide der. Berî pênc salan, ku hingê gelekî tev li minaqeşeyan dibûm, min nivîsek lê kiribû derheqê gotineke Arjen Arî de ya wekî “mebesta min ew e li vê xakê bi şi’ra xwe Ahmed Arif bikujim.” Em bi xwe hem ji Arî hem ji çavkaniyên cuda hîn dibin ku wî Arif pir xwendiye û jê hez kiriye, û tesîra wî gelekî eşkere ye di şi’rên Arî de. Bala min kişand, em heman kuştinê nikarin bînin nava edebiyata xwe. Ne tenê di edebiyatê de, di qadên din de jî vê dibînim. Gava derheqê rewşenbîrên me yên serê sedsala bîstan dixwînim û dibînim di nav dijminatiya wan a bo tirkekî de hê jî hêvî û heyraniyeke pir biçûçik hîn maye, ev tê bîra min.
Demekê Kawa Nemir jî minaqeşeyek li ser helbesta Cegerxwîn dabû destpêkirin, ew jî di wê baweriyê de ye ku helbesta wî qels e. Şiroveya herî wêrek a derheqê Cegerxwîn de nifşê Arîyî bide aliyekî, tew ji aliyê nifşê Hawarê, ji nifşê Cegerxwîn bi xwe hatiye kirin. Bi qasî min tesbît kirî, Osman Sebrî kesê ewil e edebiyata Cegerxwîn dide ber şûrqelemê xwe. Te dî Apê Osman jî hinekî şerûd e jixwe, gotina xwe texsîr nake. Di hevpeyvîneke xwe de ya bi Firat Cewerî re behs dike bê ka çawa şairên ciwan şi’rên xwe jê re tînin û hemû jî dixwazin bibin wek Cegerxwîn. Bêhna wî ji vê teng dibe û dibêje Cegerxwîn nizane binivîse, tiştên dinivîse jî şaş dinivîse, ji derdorê didize, gotinên Xanî û Cizîrî ne di cih de bi kar tîne filan bêvan.
A ku nivîskaran mezin dike ne tenê berhemên wan in, belkî jê zêdetir şirove ne. Ev şirove ne ku berhemê jî di nezera me de bi qîmet dikin. Îro em nikarin bêyî şiroveya hevpar li Shakespeare bifikirin, li şiroveyeke cuda bifikirin. Xerabî û başbûna berheman li aliyekî. Meseleya kanonê û kanonên bi awayekî sîvîl û di pêvajoyeke dirêj de çêbûne, zûbizû naguherin. Di serdema Hawarê de pêdivî bi şairekî hebû ku di nav civatê de be û xîtabî wan bike, kesê herî minasib ji bo vê jî Cegerxwîn bû. Te rastî bivê ê min derdekî min bi Cegerxwîn re çênebû, û helbesta wî ji bo min nebû astengek. Cegerxwîn şairekî baş e yan na, zêde ji bo min ne xem e, lê ya tişta min fêm kirî, Cegerxwîn şairekî mezin e.
Bala min jî dikişîne ku helbesta me hez dike çîrokekê bibêje. Tê bêjî mecbûr e? Na ne mecbûr e, lê rewşeke weha ye ku ne bêrî ye ji cehd û rikeberiya me ya sedsalî. Ev yek peywendeke din li ber me vedike û dibêje: Kerem bike di vê çarçoveyê de jî li me binêre. Hela, behsa vê mîrateya (ku gelek caran dibe kend û kospek li ber metnê) çîrokbêjiyê jî nakim. Te behsa folklorê jî kir, biwêj, gotinên pêşiyan. Dafikeke mezin e li pêşiya nivîskaran. Nimûneyeke berçav: “Çil Çarîn”a Arjen Arî. Ji bo Xwedê, ma helbest maka gotinên pêşiyan e? Lobiyeke xurt a folklorê heye ku her tiştê kurdî/kurdan dixwaze bike folklorîk: Metnên me, jiyana me, nasnameya me, hezkirina me… Ne mimkin e metnek, bi folkloreke sax û temam, bi folklora tisî du gavan li xwe zêde bike.
Ji mêj e min dev ji helbestê berdabû (ev devjêberdanek bû yan navberdayînek, bo min ne zelal e) heta sê çar salan jî ku salê carê min hin riste li deftera xwe reşevedikirin. Her tim min dixwest helbesteke min a nêzî vegotina epîkiyê hebe. Tesîra çîroknivîsiya min jî tê de heye lê ecêb e, çîrokên min ne xwedî vê vegotinê ne û wisa difikirim ku helbest cureya herî guncaw e bo vegotineke weha. Dibe ku tu bêjî dewra epîk xilas bû, lê tiştên ku ji bo dinyayê xilas bûne carna ji bo me hîn dest pê nebûye. Epîk jî weha, belkî qet bi dawî jî nebe. Îcar du sê sal e car caran li vê helbestê vedigerim, dinivîsim û jê re dibêjim ev hikayetek e, û dê wek hikayetekê bimîne. Ne ferz e meriv bi ya nû dest pê bike (ez ê bêm ser), hela mesela laşgiraniyê, ji bo vê yekê û ji bo xwe, qebûl nakim.
Tu xwe dispêrî gotineke Borges (di civatan de, bêtir a çîroknivîsan, gava îqtibasekê ji Borges nekî kes te ji tiştekî hesab nake, lê heq dike camêr, bi rastî jî), ku ew jî kevneşopperestekî mezin bû destpêkê û paşê binyada vê kevneşopiyê ji hev veçirand û di peywendeke nû û xweser de bi cih kir, nexwe ez jî gotineke wî neqil bikim. Borges dibêje ku divê nivîskarên ciwan bi awayên klasîk dest pê bikin û paşê xwe li awayên şoreşgerane biceribînin, ku tu jê re dibêjî radîkalî. Her nivîskar serê pêşî hosteyê xwe teqlîd dike, dûre rêya xwe dibîne. Lê di dîroka edebiyatê de, û di ya me de jî, carna hin nivîskar ji destpêkê ve xwe ava dikin, dûre hoste û suxteyên xwe, û ev kes di nav keleporê de li ti cihî bi cih nabin, serê pêşî bi tenê ne. Di helbesta kurdî de yek heye mesela: Kawa Nemir (heger zilamê wî Eliot wek hosteyê wî yê pêşî nehesibînim). Camêr hat bi carekê re binyada helbesta me guherand, serûbin kir, naşibe ti kesî, di ti derê de bi cih nabe, lê wî hin kes şibandin xwe, hosteyê xwe jî (mesela Fêrîk) şiband xwe, suxteyê xwe jî (mesela Selamî, ku radîkaliya wî pariyekî ji vir tê) şiband xwe. Lê herçî hewldanên wî yên dawiyê ne ku li şêweyên berê yên helbestê vedigere, çi haîkû be çi sone be, zêde nakevin serê min. Heger nikaribe xwe ji wan rizgar bike, zehmet e li xwe zêde bike. Di meseleya haîkûyan de gotineke Berken Bereh hat bîra min, ku demekê hatibû li Mêrdînê semînerek dabû û li ser pirsekê diyar kiribû ku wî haîkû nivîsîne ji ber ku di kurdî de tune bûne. Ew nexweşiya yekembûnê ya zêde serdest ku ji meyla şexsî bêtir bi hesta kêmasiyê tevdigere ku Remezan Alan ji hewldana piştî vê hestê re dibêje “berterefkirina kêmasiyan.” Hingê cesareteke min a wisa tune bû rabim li dijî vê gotina wî bipeyivim. Metna baş ne ew e ku tu bêjî ji ber ku di zimanê me de tune ye û nû ye loma baş e, metna baş ew e ku tu dixwazî ji metnên heyî baştir be û loma dinivîsî. Hezkî kevneşopperestê herî mezin be û bila bi hezaran metnên miqabilî ya te hebin, tiştek ji başiya wê kêm nabe.
Gelek caran li vê difikirim: Gelo nivîskarê nû, nifşê nû, mecbûr e her tim bi ya nû dest pê bike, mecbûr e her tim nûbûnekê pêşkêşî me bike? Ev hewldana nûbûnê jî dafikan li ber me vedike. Tenê ji ber wê arezûya xweperest a nûbûnê be, tiştê nemayî jî tê serê metnê, vediguhere artîstiyeke şiklî, ji xemeke edebî bêtir, rê li ber geremola nîşaneyan, xwediçavrakirineke acizker vedike. Te dît, min çawa nivîsî, dibêje metneke weha. Remezan Alan jî, gelek rexnegirên me yên “nû” jî û demekê ez jî, digot, ne muhim e tu çi dinivîsî, muhim e tu çawa dinivîsî. Ev gotin îtibara kêmxistî ya şêwaz û vegotinê lê vegerand, lê vê carê jî xwest îtibara naverokê kêm bike. Lê nexêr, divê meriv vê jî bibêje: Tu xweş dibêjî lê nizanî çi dibêjî. Yan jî: Metna te pir xweş xuya dike lê bi kêrî pênc qurişan nayê. Rêyeke sêyem divê hebe ku meriv bizane çi dibêje û çawa dibêje. Loma min ne bawer e metnên weha bi hewes û arezûyeke safikane ya nûbûna dema xwe zûbizû bimînin ji demên bê re û wek heyecaneke biçûk a serdema xwe belkî di kitêbên dîrokê de cih bigirin (ev jî tiştekî baş e), çinku tiştên nû jî kevn dibin lê tiştên kevn cardin kevn nabin, belku her nû dimînin. Ji ber vê ye, hêviya min ji Yehya heye û zû dereng dê rêya xwe û dengê xwe yê xweser bibîne, tevî hoste û suxteyên xwe.
Pêşî fikra xwe ya li ser Osman Sebrî bêjim. Dijminatiya Osman Sebrî û Cegerxwîn ne poetîk e, şexsî ye. Di heqê hev de îxbarnameyên wan hene. Ji aliyê poetîk ve Osman Sebrî bihêztir e. Bi raya min ev hêz, ji radîkaliya wî tê. Min nivîsek nivîsîbû bi navê “Mele Mistefa Barzanî di Helbesta Osman Sebrî de.” Di wê nivîsê de dibêjim ku Ap Osmên ji kesî naxwe, ji Mele Mistefa ku serokê wî ye jî nexwariye. Ew jî wek poetîka dûr e ji sedsala xwe. Lê kes nikare wî jî, Cegerxwîn jî ji kanonê derxe.
Ku li Rilkeyî vegerim, venagerim nava dilê xwe, wek pêşniyar ji kesî re jî nabêjim. Ji Rilkeyî zêde hez dikim, gellek helbestên wî hatine serê min, bi xwe jiyame! Lê di dema Rilkeyî de fotofilter tunebû. Em di demeka tor de dijîn. Bindestiya neteweya me, dagirkirina welatê me di nav vê toriyê de dibe toq û ferman dikeve stûyê me. Li aliyekî rastiyeka ser rastiyê heye, li aliyekî rastiyeka tazî. Yanzdeh sal berê, di hevpeyvîna ligel Çirûskê de min gotibû ev psîkoz e û çi derkeve dê ji vê psîkozê derkeve.
Min li ciyekî xwendibû, digot heya îro 4.200 tezên master û doktorayê li ser Shakespeare hatine nivîsîn. Her tez, tezeke nû pêşkêş dike li ser berhemên Shakespeareî, dibe ku her teza nû hewl dide tezeka kevn a bo Shakespeareî hatiye pêşkêşkirin pûç bike û dibe ku her teza nû ji hin tezên berê bo Shakespeareî hatine derpêşkirin sûd werbigire û bigîje encamekê. Bêguman hemû tez xwe dispêrin riste, lîstik û gotinên wî. Naxwe hemû “wek şîrove” rast in. Wate; berhemên Shakespeareî ne tenê tiştekî dibêjin. Harold Bloom dibêje, “Shakespeare ji bandora ku cîhanê lê kiriye zêdetir û zaftir bandor li cîhanê kiriye!” Bi sedan Shakespeare hene. Lê gava navê wî tê hildan, vedigerim 1995an.
Bîst û heft sal berê. Kovarek hebû bi navê Özgür Bilim (Zanista Azad). Wî çaxî tevgera major a li Bakur her warî bi peyva kêmasiya me ya herî mezin tije dikir: Özgür Ülke/Gündem, Özgür Halk, Özgür Öğretmen… Mudexaleyeka gramatîk bû, gramera pergalê dişikand. Kovara navborî, weşana Özgüreka din bû; Özgür Üniversite. Werhasil, em çend kes bûn berpirsyar û me hejmareka kovarê amade kir. Pişt re em hatin dûrxistin. Min dirêj kir, lê dixwazim hinekî din jî behs bikim, tiştên seyr hene. Min hingê zêdetir kovara İnsancıl dixwend. Li wir bi navê A. Necmettin Borteçin û B. Sadık Albayrak du nivîskar hebûn. Hingê min nivîsên wan dixwendin û min ji wan nivîs xwestibûn. Niha ji yekê ji wan deng dernakeve, yek ji wan jî bûye ulusalciyekî gidîgewr. Min û Ahmet Ataş ligel Feqî Huseyn Saxniç jî hevpeyvînek çêkiribû. Hingê pirs û bersiv bi faksê diçûn û dihatin. Naçe ji bîra min ku Saxniçî bi herfên birqokî bersiv dabû û dilê xwe bi peyva Kurdistanê hênik kiribû. Wî çaxî çi kovar peyva Kurdistanê bi kar anîba, rasterast dihat topkirin û berpirsyar dihatin hepiskirin. Bi rojan em fikirîn gelo em peyvên Kurdistan biweşînin an wekî weşanên din wek “K…” biweşînin? Me ya yekem kir û em bi rojan li benda polêsan man ku deriyên me tevî sivderan birûxînin. Seyr e, bala kesî nekişand. Lê rêvebiriya Zanîngehê ku zêdetir akademîkên ne-Kurd bûn nehiştin em hejmareka din derêxin. Îca bo çi hat bîra min? Min û Ahmet Ataş di wê hejmarê de nivîsek nivîsîbû û me Shakespeare û Xanî berawird kiribû. Li mala me Mem û Zîn hebû, çend lîstikên Shakespeareî hebûn, pirtûka George Thompson a bi navê Marksizm ve Şiir û çend pirtûk jî li ser evînê. Yanê berawirdkirin ji ber derfetên heyî bû! Niha gellek kes navên herduyan bi hev re hildidin, hingê şerm dikim, dibêjim ev gunehê min û Ahmedî ye! Lê ji aliyê şîroveya kûr û metna vekirî bo şîroveyên cuda ve, navê herduyan gellek caran tên bîra min. Bi raya min, tişta mezinbûna wêjekaran tayîn dike, şîroveyên pir û cuda yên li ser berhemên baş in. Ez di behsê de li vir disekinim.
Naçe ji bîra min ku Eyup Demir jî nivîsek nivîsîbû di hejmareka wê kovarê de, navê xwe “Zimanê Kurdî” bû, lê nivîs bi Tirkî bû. Ji bo roja îro seyr e, lê kurteya derfet, dîtin û atmosfera salên 90î ye jî. Bo çi dibêjim? Rexne û şîrove divê konteksta zemên û zemîn, yanî dem û raxerê ji bîr neke. Her rastî ayîdê serdema xwe ye. Ev şaşî gellek berbelav e, lewre dubare dibêjim; şîroveya bêyî konteksta dem û raxerê mehkûmê anakronîzmê ye. Li vir serpêhatiya Napoléon jî tê bîra min. Napoléon hemû cîhanê dabû ber xwe. Di şerê dawîn de, yanê li Waterlooyê li qada şerî pê dihese ku topên artêşa wî nateqin. Gazî serekê topvanan dike, dibêje, “Fermandar, tu nabînî Qezax, Prusyayî, Rus, Engilîz wekî êgir tên sefên me. Hûn çima top berî wan nadin?” Fermandar dibêje, “Ezbenî, 37 sedem hene?” Napoléon dibêjê, “Ya pêşî bêje.” Fermandar dibêje “Barûd tune.” Napoléon dibêje, “behsa 36ên din neke, ew hebin jî heke barûd nebe top nateqin!” Îca rewşa qismek ji rexneya Kurdî jî wisa ye. Rexneya berbelav bi çavê roja îro li roja çûyî dinêre. Wek mînak, dibêjin çima filankes bi Tirkî propoganda dikirin? Çima kovarên filan derdorê bi Tirkî bûn? Bersiv hêsan e: Barûd tunebû! Kurdî qedexe bû! Binêre Eyup Demir paşî metnên Kurdî belav kirin, Ahmet Ataş teza xwe ya doktorayê li ser romana Kurdî pêşkêş dike, çend meh şûn de, li Londonê. Ez jî wek Kawa Nemir, tevî tesbîta Cumhur Olmez a li ser Memê Alan ku dibêje, “Di Memê Alan de hemû cîhan bi Kurdî diaxive”, hemû cîhanê bi Kurdî dibînim.
Naxwazim vegerim ser pirs û bersiva yekem, lê divê bala me bikêşa ku helbesta dagirkerên welêt ji dest û lep ketiye. Ya Erebî, wek kelepora laşgiran espriyekê li ser çîrokekê bar dike. Bi vî awayî helbestê dike “ibret” jî. Mixabin ji vî aliyî ve bandora xwe li ser helbesta Başûr heye. Ya Farisî, xeyala zêde xemlandî ye. Ya Tirkî, xam e, adolescent/balix e, “atarlî” ye. Helbesta nû ji nav civaka jîndar derdikeve. Lewre ji helbesta Kurdî hêvîdar im. Me du avantaj hene: 1. Piştî Şengal û Rojavayê, lansmana Kurdan li cîhanê gellek pozîtîv bûye. 2. Nifşa nû ya Kurdan aktîv e û têkiliya xwe ya organîk heye bi cîhanê re.
Gelo em dikarin bi van avantajan wêjeya xwe derêxin Super Lîga cîhanê? Gavek ji gavê pêşin ji Kawa Nemir hat. Ulysses, di sedsaliya weşandina wê de wergerand ser Kurdî. Rêya vebûbû, fireh bû. Gelo em dikarin helbesta Kurdî ya jîndar bidin xwendin bi civaka xwe û cîhanê?
Bi ferheng an bê ferheng bi Tirkî, Engilîzî, Farsî, Fransî û bi her sê Kurdiyan (Kurmancî, Soranî, Zazakî) helbest dixwînim, helbesta cîhanê ya kevn û nû dişopînim. Bi dilekî safî dikarim bêjim ku helbesta Kurdî wek dargûzeka di meha Gulanê de dibişire. Bi taybet jî, helbestkarên jin. Di seta “Şahmaran”ê de pirtûk û helbestên ezamet hene. Fahm nakim çawa bi dehhezaran nayên firotin? Bi rastî fahm nakim çawa nivîskarên ji nifşa te dikarin bi hêsanî li kolanan bigerin jî? Diviya xelkê cilikên wan qetandiban. Hûn karên gelekî baş dikin. Hûn karîzmatîk in, ji nava xwe razî ne, bêminet in. Çima berê xwende û xwînerên Kurdan ne li we ne?
Sîvîlbûn! Siyaseta Kurdan bi hesta mêtîngehiyan a berbelav re tifaq çêkir; zikreşî! Qada wêjeyê sivîl nebû. Yekê ku herfek bi Kurdî nenivîsîbû kirin serokê PENa Kurdî ya “nûgeldî”! Meriv angaje be jî, divê di navbera meriv û angajmanê de navberek hebe. Saziyên Kurdî yên kulturî polîtîk in, partîzan in. Weşanxane bi xwe siyasetê dikin, alîgir in. Kovar kovarên partî û cimaetan in. Vê yekê kir ku qada çandî bêjîn be. Îca bû xuyek li welêt. Bala xwe bidê gava yek an hin kes karekî dikin û tên nasîn, ti keseka/î din heman karî nakin. Tenê Batmanî rêzefîlm dikêşin, tenê Mirad Bayram û hevalên xwe ofîseka serbixwe ya çapemeniyê vedikin, tenê Pirtûkakurdî online pirtûk difiroşe, tenê ZarokMa perwerdehiya muzîkê dide zarokan. Îbadilla nabêje ez jî di warên heyî de karekî bikim û bibim a/ê çêtir. Hezar partî hene li welêt lê civak yek-partî ye. Yekdestî bû çanda me.
Wek wêjekar ez angaje bim jî divê dîtin û boçûna min vekirî be bo dîtin û boçûnên cuda. Wêje, teorî û boçûna berê bo zanîn, afirînerî û hilberîna îro çavkanî ne, lê siya xwe ya tarî dikare bide ser roja îro ku xeter e.
Em dikarin derdorên siyasî ku peyva demokratîk bo navê xwe jî bi kar tînin bi nedemokratiyê sûcdar bikin. Lê ew hêsan e. Dêmokratî, an bi qewlê Başuriyan dimokratî, ji kesan dest pê dike. Ez ne mînaka rast im helbet, lê gava nivîseka rewşenbîrekî Kurd dixwînim, bi peyva tu jê hez dikî gellek têbinî lê zêde dikim, lê jê sûd werdigrim. Cîhan bi çav û dîtinên cuda hatiye avakirin. Heke her kes wekî min bifikire dibe? Bifikire ku bi hezaran Selîm Temo hene! Ev ji bo min pênaseya dojehê ye! Tu ji min re bêjî dojeh tiştekî çawa ye, ez ê bêjim ew cî ye ku hemû kes wekî min difikirin! Lê na, dubare bêjim, “Kurd nêçîrvanê qisûrên hev in.” Tu bi hezaran rûpel li ser mijareka dûr ji her kesî binivîsî jî, yek dê rabe û li tîpeka şaş hatî nivîsîn bigere.
- Jidayikbûyê 1994an, derçûyê beşa ziman û edebiyata kurdî. Du çîrokên wî sala 2010 û 2012an xelat wergirtine û du kitêbên wî yên çîrokan heta niha weşiyane bi navê "Têbîniyek" (2019, Avesta) û "Serpêhatiyên Înanolo û Çîrokên Din" (2021, Avesta). Ji 2010an pê de nivîs û hevpeyvînên wî di çendîn kovar, malper û rojnameyan de weşiyane. Edîtorî, wergêrî û redaktorî ji bo sazî û dezgehan kiriye. Di 2023yan de weşanxaneya bi navê Pall Weşan ava kiriye