“Şivanên Şaredarîyê” dest bi karê xwe kiriye – Gundikê Melî

Li Gundikê Melî yê Şirnexê 3 şivanan wek karkerên şaredariyê dest bi karê xwe kirine.

Hevşaredarê bajarokê Gundikê Melî Ferit Artuçî ji Botan Timesê re diyar kir ku gavanek jî dê sibeyê bê wezîfedarkirin. 

Gundikê Melî bajarokekê çiyayî ye ku xaniyên wê ji serê girî ber bi jêr ve cih girtine, 4.700 kes lê dijîn û 10 kîlometreyan ji navenda Şirnexê dûr e. 

Li pêşiya Gundikê Melî, Çiyayê Cûdî li pişt wê Çiyayê Filha heye. Bajarok bi xwendevanên xwe bi nav û deng e lê ji destpêka tarîxa wê ve heywan têne xweyîkirin û ev yek ji çavkanîyên sereke yên debara niştecihên Gundikê ye. 

Hevşaredarî got: 

“Hin malbat hene di kerîyê pezê wan de 300-400 bizin û mih hene. Şivanê wan malbatan jî hene. Lê hin mal hene ku kêmtirî 20-30 bizin an mihên wan hene. Şivanê wan nîne. Şivanên ku şaredarî dê miaşê wan bide dê pezê wan kesan bibe çolê, bibe çêrî. Me bi hevkariya ÎŞ-KURê* sîgorteya wan jî bi wezîfeya ‘şivan’îyê çêkiriye.” 

“Li Sêgirikê jî şivanên şaredarîyê hene. Ew miaşê kêmane (17,500TL) distînin me got bila şivanên me 20.000an bistînin.” 

*Dezgeha Dîtana Kar û Karkeran 

Şîrove bike