
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) bang li rayedarên Tirkiyeyê kir ku bila ew hemî dozên li ser nûnerê wê betal bike.
Nûnerê RSFyê Erol Onderoglu di heft salan de 16 caran hatiye mehkemekirin û dê 1ê Sibatê cara 17ê jî bê mehkemekirin.
Di Gulana 2016ê de Erol Onderoglu, mafparêz Şebnem Korur Fincanci û rojnameger Ahmet Nesîn ji bo hevgirîya ji bo rojnameya Ozgur Gundemê beşdarî kampanyayekê bûne. Rojname rojnameyeka aliyê kurdan bû.
Ji roja hevgirîyê taciza mehkemekirinê dest pê kir.
Ji bo parastina pirdengîya medyayê kampanyayeka sembolîk hatibû kirin û rûniştina 17 caran li dadgehê tê kirin ji ber wê ye. Ev tişta li hemberî nûnerê me tê kirin nimûneyeka trajîk ya wê yekê ye ku destkarîya sîyasî li sîstema dadkirinê tê kirin.
Em bangî sîstema dakirinê ya Tirkan dikin ku dest ji vê zilmê berdin û hemî kiriyarên li dijî Erol Onderogluyî bisekinînin.
Christophe Deloire
RSF – Sekreterê Giştî
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.