Şaredarê Parîsê: Ev bajar ji hemî deman zêdetir ligel Kurdan e

  • 23/12/2022
Şaredarê Parîsê: Ev bajar ji hemî deman zêdetir ligel Kurdan e
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

23/12/2022

Serdozgerîya Parîsê ragihand ku li herêma 10an ya bajêr, li nêzî Navenda Çanda Kurdî ya ya Ahmet Kaya êrîşeke çekdarî çêbûye.

Li gor daxuyanîya serdozgerîyê bi êrîşê 3 kes hatine kuştin û çend kesên din jî birîndar bûne.

Parêzerê Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya ji medyaya navneteweyî re da zanîn ku 3 kuştî jî Kurd in.

”Hîn ne dîyar e ku bergumanî xwestiye bi taybetî Kurdan bikuje yan ne

Polîsê Parîsê ragihand ku piştî êrîşê bergumanekî 69 salî hatiye desteserkirin.

Wezîrê Navxweyî yê Fransa Gerald Darman got ku berguman bi taybetî êrîşan dibe ser bîyanîyan.

Darmanin dîyar kir ku hîn ne zelal e ku wî bergumanî xwestiye bi taybetî Kurdan bikuje yan ne.

Karbidestên Fransî balê dikişînin ku wî bergumanî par di Berfanbarê de bi şûr êrîş birîye ser kampa koçberan û ew bi cînayetê hatiye sûcdarkirin.

Dozgerê Parîsê Laure Beccau piştrast ku berguman salekê piştî wê êrîşê hatiye berdan, lê ew çima serbest maye nayê zanîn.

Kurd divê bi aştî û ewlekarîyê bijîn

Şaredara Parîsê Anne Hidalgo dîyar kir ku rastgirekî tundrê ew êrîş li dar xistiye.

Hidalgo got Kurd li kê derê bijîn jî divê di aştî û ewlekarîyê de bin û dîyar kir ku Parîs di van rojan tarî de ji hemî deman zêdetir ligel wan e.

Hin Kurdên Parîsî ji Twitterê dibêjin li kolana êrîşa çekdarî cîhên Afrîqîyan, Faris û Lubnanîyan hene, lê êrîş bi taybetî dijî Kurdan çêbûye.

Kurdên li Parîsê dijî hikûmeta Tirkîyê slogan gotin

Fotograf û dîmenên li sosyal medyayê raber dikin ku hin Kurd piştî êrîşê li nêzî Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya kom bûne û dijî hikûmeta Tirkîyê sloganan dibêjin.

Hêjayî bîrxistinê ye di 9ê Rêbendana 2013yan de jî li Parîsê 3 jinên Kurd hatibûn kuştin.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ser êrîşa li Parîsê kuştina wan bi bîr xist û dîyar kir ku jiber ku ceza li berpirsên wê êrîşê nehatiye birîn li bajêr careke din êrîşeke wisa rû daye.

HDP ser êrîşê got ku nijadperest e û bang li rayederên Fransayê kir ku êrîşê ron bike. 

%d