Sîdar Jîr: Çîroka min dinivîsî êş, şer, mirin, girî, şîn û çîroka şerekî nêz bû

Jîr dibêje çîroka min dinivîsî êş bû, şer bû, mirin bû, girî bû, şîn bû û çîroka şerekî nêz bû. Ew dîyar dike ku heke wî kîn û nefreta dilê xwe nedaya hêlekê ew çîrok dê li cihekî bixitimîya û wî dê nekarîya binivîse.

Weşanxaneya Zîzê 28ê Rêbendanê, li salona Odeya Senayî û Ticaretê ya Amedê lansmana roman Sîdar Jîr ya bi navê Duşema Rengîn “3 Kêm Deh Deqîqe” kir. Çendîn nivîskar, akademîsyen û sazî beşdarî lansmanê bûn. Bernameyê bi axaftina gerînendeyê giştî yê Zîzê Şêxo Fîlîk dest pê kir ku di berdewamîya bernameyê da Sîdar jî li ser proseya nivîsîna Dûşema Rengîn axivî û kitêba xwe bo xwîneran îmze kir.

Dûşema Rengîn yek ji kitêbên nû ya weşanxaneya Zîzê û ya Sîdar jîr e ku ev kitêb wekî pêşsîparîş hatibû firotin.

Weşanxaneya Zîzê Îlona 2023yan ava bûye. Nivîskar Şêxo Fîlîk dibêje herçiqas sala 2023yan Zîz ava bûbe jî paşxaneya wê xwe dispêre du-sê sal berê. Zîzê heta niha 6 kitêb çap kirine.

Duşema Rengîn “3 Kêm Deh Deqîqe” behsa şerê Kobanê dike û navê xwe ji gotina şervanekî YPGyê wergirtîye ku wexta kobanê rizgar bûbû gotibû “Saet sisê kêm deh deqîqe, Kobanî Rizgar bû”.* Duşema Rengîn rengvedana çîrokên rasteqîn e.

Nivîskar Sîdar Jîr di destpêka axaftina xwe da balê dikêşe ser giringîya edebîyatê û dibêje xewna me jî ew e ku rojekê edebîyata me jî bibe parçeyeka xweşik ê milkê edebîyata cîhanê. Jîr ji bo pêkanîna vê xewnê dibêje ku wekî gelek tiştan divê mirov xwe be û bi rengê xwe tevlî lehîya cîhanê bibe.

Divê em ji xwebûnê ber bi gerdûnê ve biçin

Sîdar Jîr

Sîdar Jîr balê dikêşe ser zehmetîyên proseya nivîsandina berhema Duşema Rengîn. Jîr dibêje çîroka min dinivîsî êş bû, şer bû, mirin bû, girî bû, şîn bû û çîroka şerekî nêz bû. Ew dîyar dike ku heke wî kîn û nefreta dilê xwe nedaya hêlekê ew çîrok dê li cihekî bixitimîya û wî dê nekarîya binivîse.

Min hewil da hemî hêrs, kerb û nefreta xwe ya wekî ya we hemîyan bidim hêlekê û çîrokê bibêjim.

Sîdar Jîr

Nivîskar Jîr vê xebatê wekî xebateka kolektîf bi nav dike ku di proseya nivîsîna wê da gelek kesan alîkarîya wî kirine û dokument dane wî. Rojnameger Abdurrahman Gök yek ji wan kesan e ku di proseya nivîsînê da, hem fikren hem jî bi dokumentan alîkarîya wî kirîye. Gök, dema şer li Kobanîyê hebû bi awayekî aktîf, li çeper û qadan rojnamegerî dikir.

Nivîskar Jîr çar-pênc qismên dawî yên kitêba xwe li Berlînê nivîsîne ku ew dibêje dema kitêb hat xwendin dê bê zanîn ka çima me taybet serî li wê derê dabû.

Sîdar Jîr kitêba xwe îmze dike

*Sala 2015yan, 4 mehan şerî di navbera hêzên Kurdan û DAIŞê da dewam kir ku di encamê da 26ê Kanûna Paşîna 2015an, saet sisê kêm 10 deqîqeyan Kobanê hat rizgarkirin û Kobanê ji DAIŞê hat paqijkirin. Bi hezaran ciwanên kurd beşdarî şerê rizgarîyê bûn û gelek ji wan di wê berxwadanê da canê xwe ji dest dan ku di encama şerî da Kobanê rizgar bû.

Şervanekî YPGyê 26ê Kanûna Paşîna 2015an rizgarbûna Kobanîyê û ketina DAIŞê bi gotinên, “Saet sisê kêm deh deqîqe, Kobanî Rizgar bû” ragihand.

Di encama êrişên DAIŞê de wêranîyeka mezin li Kobanîyê çêbû û gelek kes neçar man ku ji bajarî derkevin û koçî hin cih din bikin. Piştî rizgarkirina Kobanê ji destê DAIŞê gelek kes vegerîyan bajarên xwe yên wêran û dest bi jîyana xwe kirin.

Rêveberîya Xweserîya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê bajar ji nû ve avakirin û dest bi avakirina dam û dezgehên xwe kirin.

Şîrove bike