Serdar Canan straneka nû weşand

Hunermend û muzîkjen Serdar Canan strana xwe ya nû, ya bi navê Temê Bakozî weşand.

Serdar Canan ev strana gelêrî sala 2016yan, li herêma Colemêrgê ji dengbêj Silêman û Ismet Demîr tomar kirîye.

Ev stran li konserta şaxa Eğitimsen a Sêrtê hatîye gotin û qeydkirin ku paşî li ser YouTubeyê hatîye weşandin.

Serdar Canan kî ye?

Sala 1986an li Colemêrgê hatiye dinyayê. Li zanîngeha Mimar Sinanê lîsans û mastera xwe qedandiye û teza xwe ya masterê ya bi navê “Reqsên Gelêrî Yên Gerdîşî Li Colemêrg û Derdora Wê û Taybetmendiyên Wan Yên Mûzîkê” pêşkêş kiriye. Li çendîn bajaran karê berhevkariya dengêbjiyê kiriye. Sala 2019an û ber wekî lîstikvan tevlî projeya operaya Îtalî ya bi navê Toscayê bû. Li vê operayê de wekî bi navê Sagrestano/Zangoç cih girt. Sala 2022yan ji bo projeya “Welat” zanîngeha Kyotoyê ya Japonyayê li gel rojnameger Îrfan Aktan 4 mehan lêkolînên qadê kirin. Di heman demê de li 8 zanîngehên Japonî yên cuda konferans û konser pêk anîn. Li çendîn saziyên kulturî dersên nefes û dîksîyona kurdî dane. Berdewam li ser muzîka kurdî lêkolînan dike û berhevkariyê dike.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir